Birûc Resûl/Qamişlo
Welatiyên ku di berxwedaniya Bendava şehîdan li ber xwe didin destnîşan kirin ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nemînin û wê ax, av û destkeftiyên xwe biparêzin.
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hem ji bejahî, hem jî ji hewayî ve ji 8’ê Kanûna 2024’an ve êrişî Bendava Tişrînê dikin. Ji roja ku êrişan dest pê kiriye heta niha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina bendavê ber bi Tişrînê ve dimeşin. Dewleta Tirk bi balafirên şer û balafirên bê mirov êrişî karwanên ku diçin bendavê dike. Di vê çarçoveyê de welatiyên ku bi karwanên bajarê Kobanê re hatin ji Rojnemeya me re axivîn.
‘Besa ji bê dengiyê re’
Mîdiya Hiso di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ê wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heyanî nesefa xwe ya dawî li berxwe bidin û wiha got: “Em niha wekî gelê Kobanê li bendava Berxwedanê ne, tu kes nikare îradeya me bişkîne û lawaz bike. Em gelekî berxwedêr in, ev êrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin vê hêza me têk bibin. Ev bû 2 car ez cihê xwe di nava vê berxwedaniyê de digrim, her cara ku ez hatim êrişên dewleta Tirk a dagirker li derdora bendavê û pira Qereqozaqê bi dijwarî didome, her wiha di encama van êrişên hovane de gelek sivîl hatin qetil kirin gelek jî birîndar bûn. Lê dewletên Navnetewî li hemberî van sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê pêk tîne çavê xwe digrin? Dewleta Tirk ewqas komkujî li ser gelê Bakur û Rpojhilatê Sûriyê pêk anîn, lê çime bêdengî li hemberî van sûcan heya. Pêwîste wijdan û mafê mirovahiyê li tevahî cîhanê bikeve nava liv û tevgerê. Edî em dibêjin bese ji bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker re. Bila her kes bizanibe ku çiqas xwe bê deng bikin û li hemberî van sûcên dijmirovî dengê xwe nekin, wê dagirkeriya tirk siyaseta qirkirinê berdewam bike û wê gelê krud jî li hemberî van êrişan li ber xwe bide û destkeftiyên xwe biparêze.
2 meh ji berxwedana bendava şehîdan
Mîdiya Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewletên dagirker ên ku dixwazin tovên faşîzmê bireşîne dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, li vê herêma ku her derê wê bi ked û xwîna şehîdan hatiye bi dest xistin û bûye çavkaniya jiyanê, dagirkeriya tirk rojane komkujiyan li ser gel pêktîne. Li hemberî van êrişan jî gel û şervanên azadiyê xwedî li ax, av û destkeftiyên xwe derdikevin û berxwedana xwe roj bi roj mezintir dikin. Li ser vê erdnîgariyê li dijî dagirkeriyê, cesareta berxwedanê li dijî hemû êrişan her diçe mezintir dibe. Li hemberî van êrişan bi hezaran welatî mil dane hev û li dijî hemû êrişan, ber bi Bendava Tişrînê ve dimeşin.
‘Armanca dagirkeriya Tirk Kobanê ye, ev jî wê bibe xewin jê re’
Di heman çarçoveyê de welatiyê bi navê Mehmûd Xidir da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker Kobanê ye û wiha pê de çû: “Kurd ji bo dagirkeriya Tirk wekî sitiriyekî di qirka wan de ye, dewleta Tirk nikare bi hebûna Kurdan nesefê bikşîne. Her tirsa dagirkeriya Tirk ji kurdan heya, ji ber vê yekê her kurdan dike armanca êrişên xwe û dixwaze wan qirbike. Herwiha di armanca wê de dagirkirina deverên din ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Lê ev yek wê jê re wê bibe xewn û xeyal û em ê heya dawiyê şer bikin û li ber xwe bidin.”
‘Xwîna zarokê me wê bibe sembola serkeftin û rizgarkirinê’
Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li hemberî dagirkeriyê em tu carî na rawistin, niha zarokên me di çeperên şer de ne ku ji bo jiyaneke bi aramî û azad xwîn dirjînin, em jî weke bav û dayikên wan eger pêwîst kir emê jî çek û rext rakin û em tucaran qebûl nakin ku bê romet bijîn û emê heya dawiyê li cem zarokên xwe bin. Ji ber ku QSD`ê gele û gel jî QSD`ê ye. Baweriya me heye ku serkeftin wê ya me be. Îro em ne kurdên berê ne ku zordariyê qebûl bikin, me di bendava Tişrînê de Xwîn rijandiye, ev xwîna zarokê me jî wê bibe sembola serkeftin û rizgarkirinê.”
‘Berxwedan jiyane û jiayn jî berxwedane’
Mehmûd Xidir di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Bendava Tişrînê wê bibe sembola berxwedana gelan û wiha dewam kir: “Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo her tiştî amedena, çi pêwîst kir jî emê li gor wê tevbigerin, her em ê bêjin berxwedan jiyane û jiayn jî berxwedane û berxwedanî wê heya serkeftinê berdewambe.”