Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di salên dawî de 14 rojnameger hatin qetil kirin

09/02/2025
in ROJEV
A A
Di salên dawî de 14 rojnameger hatin qetil kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan


Di salên dawî de herî zêde rojnamger dibin hedef. Di 5 salên dawî de 13 rojnamegerên Kurd ji aliyê DAIŞ, PDK û Tirkiyeyê ve hatin kuştin.

Hêzên desthilat û dewlet di şeran de herî zêde rojnamevanan dikin hedef. Li gorî daneyên IFJ û RSFê di salek dawî de li Kurdistanê û Filistinê 102 rojnameger hatin kuştin. Li gorî daneyên MKG û DFGê di 2 salên dawî de li Kurdistanê 9 rojnamegerên Kurd hatin kuştin. Li gori raporan di salên dawî de li Kurdistanê 13 rojnamevan di êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî de hatin kuştin.

Di lêkolîn û daneyan de tên dîtin ku Tirkiye di êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rojnamegeran dike hedef. Herî dawî di 19ê kanûna 2024an de Tirkiye li Girê Berkelê yê li başûrê Kobanê amûrên Kobanê FM’yê hedef girt û rojnamevan kuştin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bûn hedefa Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk. Dîsa di 27ê Çile de li Silêmaniyê Rojnameger Azîz Koyluoglu bû hedefa SÎHAyan û hat kuştin.

Di êrîşan de 13 rojnameger kuştin

Li ser kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Ajansa Mezopotamya (MA) daneyên 5 salan kom kirin. Li gorî nûçeya MAyê di 5 salan de 12 rojnamevan hatin kuştin. Rojnamevanên ku ji roja ku êriş didomin û vir ve geşedanan dişopînin û dikin nûçe, rastî êrişên SÎHA an jî topan tên. Ji sala 2019an û vir ve tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hejmara rojnamevanên hatine qetilkirin herî kêm 13 ye. Di êrişan de heta niha herî kêm 8 rojnameger birîndar bûne.

* 11 Cotmeh 2019: Rojnamevan Vedat Erdemci di êrişa hewayî ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da.

* 13 Cotmeh 2019: Nûçegihanê ANHAyê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TVyê Mihemed Hisên Reşo di encama bomberdûmana li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan.

* 13 Cotmeh 2019: Li Girê Spî di êrişa SÎHAyê ya li hemberî wesayîta rojnamevanan de Dilovan Gever û Wedat Erdemîc hatin qetilkirin.

* 2019: Endamê Çapemeniya Frî Bor Marîncîr Zîzis Sînke di dema bomberdûmana Til Temirê de jiyana xwe ji dest da.

* 19 Mijdar 2022: Nûçegihanê ANHAyê Îsam Ebdullah di êrişa hewayî ya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest da.

* 23 Tebax 2023: Li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta Jin TVyê hat teqandin. Di êrişê de xebatkarê Jin TVyê Necmedîn Feysel El Hac Sînan jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû.

* 8 Tîrmeh 2024: Li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FMê yên ku li Şengalê nûçe dişopandin, êrişa hewayî hat lidarxistin. Nûçegihanê ÇÎRA TV’yê Mûrat Mîrza ku di encama bomberdûmanê de birîndar bûbû, di 11ê Tîrmeha 2024an de jiyana xwe ji dest da.

* 23 Tebax 2024: Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHAyan hat bombekirin. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

* 19 kanûn 2024: Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dan.

* 27 çile 2025: Kordînasyona Giştî ya YRDê aşkera kir ku rojnameger Azîz Koyluoglgu di 27ê çileyê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyê di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hatiyê kuştin.

Di êrîşên DAIŞ û PDKê de jî rojnamevan hatin kuştin

*8 Tebax 2014: DAIŞê berê xwe da Mûsil û Mexmûrê û êriş pêk anîn. Di erîşên li ser Mexmûrê de Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê kuştin.

* 3 Adar 2017: Pêşmergeyên PDKê li ser rêya navbera Sinûn û Xanesorê ya Şengalê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de rojnamevan Nûjiyan Erhan birîndar kirin û di 22yê Adara 2017an de jiyana xwe ji dest.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.