Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi serbikevin’

09/02/2025
in ROJEV
A A
‘Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi serbikevin’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo


Ciwanên ku niha cihê xwe di nava berxwedaniya bendava Tişrînê digirin diyar kirin ku ew ê riya şehîdan bişopînin û gotin: “Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi serbikevin.”

Di 27’ê Mijdara 2024’an de Sûriye bi giştî ket qonaxeke nû ya êrişan. Piştî ruxandina desthilatdariya Şamê, di warê siyasî û diplomasî de ket pêvajoyeke nû. Pê re êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. her wiha dewleta Tirk a dagirker niha dixwaze ku bendava Tişrînê û Qereqozaxê dagir bike û xwe bigihînin Kobanê. Li vir berxwedaniyeke bêhempa tê nîşandan û destan tên nivîsandin. Şervanên YPJ, YPG û QSD`ê  çalakiyên xurt ku li dijî dagirkeriyê û çeteyan pêk tînin û di heman demê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê nobeta parastinê digirin. Heya roja îro ev berxwedaniya dîrokî didome.

Di derbarê berxwedanî û tekoşîna gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê, ciwanên ku niha cihê xwe di nava berxwedaniyê digirin ji Rojnemeya me re axivîn.

Ciwana bi navê Helez xelef di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ez wekî jineke ciwan ev cara 2`emîn e ku têm bendava Tişrînê, em bi qafîla kantona Cizîrê re hatine. Em ê ti carî dev ji bendava xwe ne birdin, ji ber ku em bendavê berdin wê hemî herêm bikeve rewşekî xetir de. em bi hemî hez û israra xwe tekoşîna xwe dewam bikin, em na rawistin ji vê berxwedanî û tekoşînê. Ev ax axa me ye tu heqê dewleta Tirk a dagirker li ser axa me tune ye, çiqas êrişên xwe zêde bike, hêris û kîna me ji li hemberî dagirkeriya Tirk wê zêde bibe. Bila dewlet Tirk a dagirker bizane ku em ne mirovên ku çavê xwe bişkîne ji dijmin re. bendava Tişrînê niha bûye cihê hebûn û tune bûnê. yan serkeftin yan mirin, em jî kesên ku ji minrinê natirsin. Em wekî ciwan erka ku dikeva li ser milê me ew e ku em riya şehîdan bişopînin û axa xwe bernedin, wekê ku Rêber Apo dibêje ‘me bi ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî bi serbikevin’.”

‘Axa me rûmeta me ye’

Di heman çarçoveyê de ciwanek ji pêkhateyên Ermen Sîlva Hosê diyar kir ku bendava Tişrînê bendava me hemû pêkhateyan e û wiha got: “Êrişên dewleta a dagirker ku bi awayekî bê navber li bendava tişrînê tê domandin, ev yek jî ji bo hemî pêkhateyan nayê qebûl kirin. dewleta Tirk hedefa wî kurdin û dixwaze ku kurdan bide tune kirin, di heman demê de difikire ku niha li bendava Tişrînê tenê kurd diparêzin. Lê bila dagirkerî bizanbe ku em hemî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bendavê di parêzin. Niha ez wekî jineke ciwan ji pêkhateyên Ermen, cihê xwe dinava berxwedaniya bendava Tişrînê de digirim û ez bi vê yekê ser bilindim, her wiha em ê heya dawî li berxwe bidin ji ber ku îro ev axa niha li ser êriş tê kirin ya me ye û pêwîste her kes jî tevlî vê berxwedaniyê bibin. Axa me rumeta meye, eger em axa xwe bi îradeya xwe ne parêzin wê dijmin bi rehetî axa me dagir bike. em jî rê nadin vî dijminê hov ku axa me dagir bike.”

‘Hûnê nikaribin bosteke ji vê axa pîroz bigrin’

Ciwanê bi navê Mihemed Îsa eşkere kir ku ew ê axa xwe nahêlin ji dagirkeriyê re û wiha pê de çû: “ev berxwedaniya ku niha li bendava berxwedanê tê ji aliyê gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedaniyeke dîrokiya, di cîhanê giştî de tu gel berxwedaniyeke wiha ji bo axa xwe ne dane raber kirin. Îro Şervanê me yên QSD`ê bûye hêviya gelan. Ji bo parastina destkeftiyên xwe yên Şoreşa Rojava bikin, Divê hemû gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya hêzên xwe bikin. her wiha bi yekîtiyê em ê bibin hêz û karibin dagirkerî vala derbixin, her çiqas xwesteye vê îradeya gelan têk bibe lê li hemberî xwe bi hêzeke ku nayê şikanidn re rû bi rû ye. Em ji hêzên dagirker û ji hemû zihniyetên ku dixwazin îradeya me têk bibin. Em jî dibêjin heyanî ku ciwanek hebe; hûnê nikaribin bosteke ji vê axa pîroz bigrin û derbas bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.