Thursday, May 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê roja reş biqede û jiyan kirasê tarîtiyê biçirîne…!

09/02/2025
in ROJEV
A A
Divê roja reş biqede û jiyan kirasê tarîtiyê biçirîne…!
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo


26 sal in ku jêdera ronahî û azadiyê, Rêber Apo di qeydên tarîtiyê de li Îmraliyê rastî sîstema îşkence û qirkirinê tê. Lê bi têkoşîn û ramanên xwe zindan û hişmendiya civakê di serî de gelê kurd ronî kiriye. Lewma jî da ku koletiya cîhanî bi dawî bibe pêwîste roja reş biqede û jiyan kirasê tarîtiyê biçrîne.  

Ji serdemên kevnar ve civak di tarîtiyê de dijî

Wekî tê zanîn di destpêka afrandina mirov de ew bi hev re di çarçoveya jiyana komînal de dijiyan. Lê ev yek ji hêla kesên desthilatdar ve bi şêwazê jiyana malbatî, bajarvanî û sermeyandariyê têk çû. Êdî civaka ku bi rihê komî ber bi ferdiyetê ve çû û her takekesek ber bi meşandina berjewendiyên xwe ve çû. Di serî de van hêzan civak ji hev xistin, cêwaziya maf xistin navbera jin û mêran de, pê re jî hiştin ku mêr bibin amûrek di destên wan de ji bo ku jinê bixin bin hikmê xwe. Li aliyekî xwezaya cîhanê bi sedema hêzên sermayedar û teknîka pêşketî bi kargehên ku zererê dide jîngehê, hat xirakirin. Bi domana demê re ji destpêka avabûna bajaran li ser asta cîhanê xweza û civak ji cewherê xwe dûr ket. Êdî civak û hawîrdorê civakê bi jîngeha xwe ya saxlem têk çû. Ji wan serdeman heta roja îro jî bi sedema hêzên kapîtalîst û hegemon ên ku li ser hîmê netew-dewletê cîhanê li gorî xwe bi rê ve dibin.

Hêzên hegemon bi komplo û îşkenceyê jiyana civakê tarîtir kir

Rêber Apo piştî pilaneke cîhanî ya ji aliyê hêzên komploger û hegemona cîhanî ve ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de hat pêkanîn, di encamê de Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, bi komloyeke navnetewî hate revandin. Herwiha ji wê demê heta roja îro di bin sîstema îşkence û tecrîdeke giran de ye. Ev pilan jî ne dûrî hêzên hegemon û desthilatdar hate meşandin. Lê belê xwesteka sereke ya wan hêzên hegemon û sermayedar bû, di serî de jî dewleta Tirk a faşist. Armanc ne tenê girtina fîzîkî bû, lê belê xwestin ku fikrên Rêber Apo dagir bikin. Lê belê Rêber Apo ji wê roja reş heta roja îro berxwedaniyeke bêhempa dike û xwe teslîm nekir. Mirov dikare bibêje ku bi girtina Rêber Apo jiyana civakê tarîtir bû û desthilatdariya li ser gelan kûrtir bû. Di serî de desthilatdariya li ser gelê kurd, gelê Xeza, Efxanistan, Îsraîl û hwd… Van hêzên komploger dikarîn alûziyan li Rojhilata Navîn û cîhanê kûrtir bikin û ev yek jî dûrî nirxandin û çavên rêbertî hat pêkanîn bû.

Felsefeya Rêber Apo jiyanê ronî dike

Hemû gelên cîhanê rastiya Rêbertî û gelê kurd nas kirine, gelek kesayetên biyanî azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo re dîtine. Gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî di nav pirsgirêk, kirîz û qeyranan de dijîn, Rêber Apo kilîda çareseriya van pirsgirêkan e di serî de doza kurdî. Ev felsefeya ku bangî azadiya jinê û civaka bindest dike, felsefeyeke nimûneyî ye û ne ji rêzê ye. Di çarçoveya xweza û jîngehê de jî Rêber Apo xwedî nerîneke cuda ye, ew her tim li ser jîngeha durst diaxive û dibîne ku girîng e jîngeh di hundirê civakeke azad de were parastin. Eger em balê bikişînin ser jiyana civakê dê bibînin ku Rêbertî dixwaze jiyana civakê ji milê fîzîkî û tewrî ve ronî bike. Li aliyekî, civak bi hişmendiyeke azad bijî û derdora wê ango xweza û jîngeh(Erdîngarî) dûrî atmosfera netew-dewletê, di çarçoveyeke saxlem de bijî. Rast e ku Rêber Apo feylesûfên serdemên beriya xwe xwendiye, tewrî û felsefeya wan feylesûfan naskiriye, lê belê ramana ku wî afrandiye cêwaztir, guncavtir û baştir e ji bo tevahiya gelên cîhanê. Ji ber ku ew biratiya gelan, parastina mafên jinê û civakê di çarçoveya jiyaneke aştiyane û azad de dipejirîne. Herwiha netewa demokratîk bi giştî ji bo tevahiya civakên cîhanê riyeke ber bi jiyana azad ve diçesibîne. Lewma jî fikr û ramanên wî jiyanê ronî dike, demokrasiyê li hemberî faşîzm, serwerî û kapîtalîstiyê bi hemû cureyên xwe ve dike bijartineke sereke.

Êdî divê civak ronahiyê bibîne

Çendîn ku Rêberê Navnetewî Abdullah Ocalan bi dehê salan ji bo gelê kurd, Kurdistanê hem jî azadî û aştiya cîhanî têkoşîn kiriye, lê dewleta Tirk xwestiye vê têkoşînê têk bibe.  Di heman demê de faşîzma Tirk û sîstemên serwer ên cîhanî rê li ber têkoşîna Rêbertî û PKK’ê bigire, pê re jî projeya azadî û demokrasiyê tune bike. Lê ev yek ji destê dewleta Tirk derket û niha doza kurdî û projeya netewa demokratîk di destê gelên cîhan bi serkêşiya kurdan de ye. Îro jî dewleta Tirk li xwe mukir dike ku çareserî li Îmraliyê ye. Lewma jî Erdogan berê xwe da jêdera ronahî û çareseriyê(Gireva Îmraliyê). Çiqasî lîstik û fenên siyasî jî hebin, lê Rêbertî siyaseta faşîzmê fêm kiriye û wê riyên çareseriyê li hemberî van pilanan bi gulên aştî û azadiyê bixemlîne. Herwiha wê cîhanê bi ramanên xwe doza kurdî û pirsgirêkên di navbera hemû gelan de çareser bike. Ji ber vê jî pêwîste roja reş ya 15’ê Sibatê bi dawî bibe, gelê kurd bigihêje mafê xwe û tevahiya cîhanê ronahî û azadiyê bibîne.

Post Views: 122
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.