Birûc Resûl/Qamişlo
Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma, diyar kir ku hedefgirtina sivîlên ku parastina bendavê dikin sûcekî dijmirovî ye û bêdengiya cîhanê dibe sedema ku sûcên dagirkeriya zêde bibin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê konvoya gel yên sivîl ku berê xwe didin bendava Tişrînê hedef digire. Di encamê de jî bi dehan welatî birîndar û şehîd bûn. Di vê çarçoveyê de Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cuma ji rojnameya me re axivî.
‘Êrişa herî metirsîdar yên li dijî Bendava Tişrînê ne’
Evîn Cuma di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Êrişên dewleta tirk a dagirker ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî bê navber têne meşandin, di heman demê de hin deverên wekî Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê û di vê dawiyê de jî Minbic jî dagirker, ev hemû sûc û binpêkirin li dijî zagonên mafê mirovane. Di dawiya sala 2024’an de piştî ketina rejîma Baas welatiyên Efrîn û Şehbayê careke din bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin. Piştre êrişên dagirkeriya Tirk ku li dijî Minbicê destpêkir, gelek sivîl ji Minbicê jî koçber bûn. Ên mane jî rastî gelek binpêkirinên wekî dizî, talanî, kuştin û êşkenceyê hatin. Ew sûc û binpêkirin jî bi dîmenan hatin belgekirin û ji bo raya giştî hatin ragihandin. Bêguman êrişa herî metirsîdar a li dijî bendava Tişrînê ye ji ber ku ew bendav çavkaniya jiyanê ji bo Sûriyê bi giştî ye û jêdera kehrebe û avê ye.”
‘Banga parastina bendavê dikin’
Evîn di berdewamiya axaftina de wiha got: “Hilweşîna bendavê wê kareseteke mirovî ji bo herêmê bi giştî û ji bo gundên li ber aliyên çemê Firatê bîne. Ji ber wê jî rojane bi sedan şênî berê xwe didin bendavê da ku parastina wê bikin. Lê ew welatiyên sivîl jî dema ku bi awayekî aştiyane di xwepêşandanan de banga parastina bendavê dikin, ji aliyê balafirên şer û yên bê mirov ve tên hedefgirtin. Gelek alî dibêjin ku li vir sivîl wekî mertalên zindî tên bikaranîn, lê belê ya rastî ne wiha ye. Jiyana wan welatiyan, gund û bajarên wan ji ber hilweşîna bendavê jî di metirsî û xeteriyê de ye. Ji ber wê jî ew bi aştiyane banga rawestandina êrişên li dijî bendavê dikin.”
Li ser gel her roj komkujî têne kirin
Evîn Cuma da zanîn ku dagirkeriya tirk bi êriş û kiryarên xwe sûcê şer pêk tîne û derveyî zagonên mirovahiyê tevdigere û wiha pê de çû: “Dewleta tirk wan kesê ku dengê xwe bilind dikin û rastiya heyî ji raya giştî re radigihînin hedef digire. Her wiha dagirkerî diwaze bêdengî hebe û ti kes van sûcên ku ser gel û axa Sûriyê pêk tîne newe eşkere kirin. Me dît ku çawa rojnamevan jî ji aliyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin û di encamê de jî bi dehan birîndar çêbûn û hin ji wan jî şehad ketin. Mixabin em dibînin ew kesên ku birîndaran rizgar dikin û wan dighînin nexweşxane jî tên hedefgirtin. Ev çend care ku ambolansên Heyva Sor a Kurd ji bo ku birîndaran rizgar bike, tên hedef girtin.”
‘Banga me ji bo rawestandina êrişan e’
Evîn Cuma di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste zagonên navneteweyî hebûna artêşa Tirk li ser xaka Sûriyê ne rewa û ne axlaqî bibîne û wiha got: “Banga me ji bo rêxistinên hiqûqî ew e, ku van binpêkirinan belge bikin, ji ber rewşa ewlekarî zehmetiyan li pêşiya xebatên şopandina sûcan, qurbaniyan û aliyên berpirs derdixîne. Her wiha banga me ji bo rawestandina êrişan û destpêkirina pêvajoya diyaloga siyasî ji bo avakirina Sûriya nû û sazkirina destûreke nû ku tê de sivîl û hemû pêkhate werin parastin.”