Ahmet Aktaş
Li gorî fermiyeta Tirikiyê, HTŞ û rêberê wê El Colanî hîn jî di lîsteya terorîzmê de ye, lê Receb Erdogan li gel serokê MIT û wezîrê xwe yê derve, ew bi navê Ehmed Şe`ri û fermî bi statuya serokê dewleta Sûriyeyê pêşewazî kir! Ji xwe Receb Erdogan, frokeyek taybet şandibû ji bo anîna El Colanî û xanima wî Letîfe Durûbî.
Ev pêşwaziya germ, heman dostaniya malbatî û biratiya li gel Beşar Esad û Esma Esad re tîne bîra mirovan. Tê zanîn ku ew dostaniya germ paşê bû dijminatiyek germ û dijwar. Ka gelo ev dostaniya van “malbatan” heta kengî dewam dike? Niha “bila li hev bimbarek bin”! Ji xwe Receb Erdogan dibêje: “kêmzêde me li ser hemû mijaran li hev kir”. Ji bo rêveberiya Talîbana ya nû ya Efxanistanê jî heman gotin kiribû; “ji xwe fikrên me û wan, hema hema mîna hev in” û hwd. Çawa berî her dewletê Tirkiyê çû bi Talîbanan re têkilî xweş kir, bi heman zihiniyetê berî her dewletê çû Şamê jî. Di heman roj û heman seatan de li DYE`yê Trump û Netanyaho jî li hev rûniştin, li ser plansaziya nû ya Rojhilata Navîn xebitîn! Li aliyekî din Hakan Fîdan, ji bo ji vê plansaziyê bê par nemîne tirafîkek bi lez a diplomasiyê dide meşandin. Mînakek ji vê dîplomasiyê ji bo DAIŞ`yan ji girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxe hewldanek balkêş dide meşandin. Dibêje,”em çar dewlet-Tirkiye, Sûriyê, Iraq û Urdun-, ji bo deh hezar DAIŞ`yan ji zindanan derxin, dixebitin! Bê guman armanca wî; DAIŞ’yan derxe; dîsa bi giranî li dijî Tevgera Azadiyê bide şerkirin, weke mînak li Tişrînê û her wiha berê wan bide hinek cihên din jî!
Li kêleka van bûyer û dîplomasiyan, roja pêncşemê, bi al û navê rêveberiya nû ya Şamê komek ji asayîşa Helebê û bi ala Berzaniyan komeke bê nav, çûn Efrîna dagirkirî ya bindestê dewleta Tirk de ye. Lê Ehmedê berpirsiyarê ENKS-Efrînê, pesindariya vê xwepêşandana şovane û karê Weqfa Berzanî ya li Efrînê û herêma vê derdorê dikir! Îca wisa diyar dibe ku piştî Sûriyeyê, Îrane û bi giştî li Rojhilata Navîn, tevlîhevî pir e û wê pêvajo gelek bi jan û gûman derbas bibe.
Gelek alternatîf û projeyên serdema nû hene, lê bi giranî du alternatîf li pêş xwuya dibin.
Yek; projeya nû ya ku xistine rojevê û hez dikin û lez dikin, da ku di demek nêz de, bi berfirehî bixin meriyetê, meşrûiyetê û fermiyetê ya ku bi pêşengtiya El Colanî didin meşandin.
Dudu; projeya ku ji 12 salan û vir ve, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bi rê ve diçe. Ji bilî Tirkiyê, bi piranî daxwaz û hewldan ev in ku, van her du projeyan li hev bikin û bi hev re, bi pergalek nûjen û hemdemî rêveberiyek giştî ya Sûriyê ava bikin.
Heke ev pêk neyê, şensê projeya yekê lawaz e, lê şensê pêşketin û serketina mînaka Xweseriya Demokratîk zêdetir e. Ji ber ku demek dirêj hatiye ceribandin, xwedî serpêhatî û ezmûnek şênber e; pir netewan û pir baweriyan hembêz dike.