Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî dagîrkeriya Dewleta Tirk gelên Sûriyê bibin Yek

06/08/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Dema we ev nivîs xwend, dibeTirkiye êrîşî Bakûrê Sûriyê kiribe. Ji ber ku Erdogan vekirî gefên dagirkirkirinê dike. Herî dawiyê ji “ABD û Rusyayê“ re got; em derbasî Rojhilatê Firatê dibin. Ew gefene vala nehatine gotin. Beriya dagirkirina Efrînê heman tişt çêbûn. Li gorî gotinên Erdogan tê fam kirin, bê alîkariya ABD û Rusyayê nikare dagîrkirinê bike. Ji ber ku qada hewayî navbera ABD û Rusyayê hatiye parvekirin û bin serweriya wan de bû. Li Efrînê qada hewayî bin serweriya Rusan de bû. Lê Rusan qada hewayî vekir. Efrîn pêşkeşî Tirka kir. ABD got çi ji minre û li dijî dagîrkeriyê bêdeng ma. Bi Kûrtasî ji bo Efrînê lihev kiribûn.

Rusya Dizane, tirs û dijminatiya herî mezin yê Tirkiyê li dijî Kurda ne. Rusya li hember Tirkan wê dişuxulîne, li gora berjewendiyên xwe tavîzan digre. Her wiha ji bo navbera Amerîka û Tirkiye xirabibe Tirkiye dişîne Bakurê Suriyê.

Tirkîye hevalbendên Natoyê ne xema wê ye. Eger xema wê ba fuzeyên S 400 ne dikirî. Her wiha di got êdî Rus û ABD, ji bo Kurdan şer nake. Ji bona wê ez dikarim êrîş bikim, qirkirinê bikim û tişta ku bixwazim ezê bikim, piştî wê ji bo berjewendiyên ABD û Rusan hinek tiştan bikim ezê wê pisgirikê wisa bigrim, hesabê wê tiştî dike.

Hêzên QSD`ê mirovatî li hember hovîtiya DAIŞ`ê parast. 11 hezar şervan şehîd bûn. Dû qatê wê Mirov birîndar û gazî bûn. Bala xwe bidinê heya niha çi deng ji dewletên Avrupa derneketiye. Bi kêmanî dikarin dengê xwe li dijî dagîrkeriya dewleta Tirk bilind bikin. Tişta ku dewleta Tirk dike dijî rêzikên navneteweyî ne. Erdeke dewleteke din dagirkirin hukukê dewletan binpêkirine. Heman tişt ji bo dewletên Ereban jî derbasdare. Dewletên Ereb yên ku Sûriyê dewletek Ereb dibînin heya naha helwestek cidî nedane.

Helwesta Rêveberiya Şamê pir xirabe. Dewleta Tirk hinek erdê Sûriyê xistiye bin dagirkeriya xwe. Nûnerên Sûrî hişyarî didin Tirkan, çima Efrîn girêdayî Hatayê kirine. Efrîn Berçavên herkesî bi dûvaran tê cûda kirin. Rêveberiyên Şamê pêwîste ji bo axên din zêde neyê dagirkirin, seferber bibe. Lê pir arame, her wiha ji bo dewleta Tirk êrîş bike hinek cih erê kiriye.
Şam pêwîste bi mîlyonan însana hemwelatiyê xwe qebûl bike , şûna gel wan cih bigre, ketîye nêzîkatiyek bila bên dagirkirin. Ger em bêjin Şam hevkarê wan êrîşana ne wê şaş nebe. Di Sûriyê de hêzeke bi bandor yek jî Rûsya ye. Rûsya heya erê neke Tirk nikare êrîş bike. Tê xuya kirin di vê planê de Rus jî heye. Rûs jı bo Rêveberiya Xweser tasfîye bike û ABD lewaz bike, berêTirkan dide Rojhelatê Firatê. Lê belê Rûsan ji Rêveberiya Xweser bi Şamê re ji bo çareseriyê nexşeyek rê xwastibû. Hêzên Bakûrê Sûriyê nexşeya rê da Rûsan. Rûsyayê jî qebûl kir û gotibûn, ji bo îknakirina Şamê emê hewil bidin. Lê ne hewildan xuya bû, ne jî hewildana çareseriyê. Rûsan xwastiba dikariya pirsgirêka Sûriyê çareser bikra û yekbûna Sûriyê hatiba çêkirin.

Tirkîye ji bo derketina şerê navxweyê rolek mezin leyîst. Gelek hêz derdora xwe komkir û bi çek kir.

Sînorê xwe vekir bi milyonan mirov kaşê hindir kir. Wan wekî çek bi kar anî. DAIŞ û El Nûsra di navde bi gûrûbên din re îtîfak kir. Bi taybetî ji bo derxistina şerê Kurd û Ereb pir xebitî. Naha jî dibêje ezê Kurda paqij bikim, ezê penaberan bibim wê derê bi cih bikim. Tirkiye vekirî siyaseta qirkirinê dimeşîne. Ji bo bi hêsanî Kurd û Ereban bi hev bide şkandin.

Bakurê Sûriyê di bin gefên dagirkeriyê de ye. Armanca Tirkan bê gûman qirkirine. Li dijî lêstokên dagirkirinê gelê Kurd û Ereb yekîtîya xwe xort bikin.

Yê ku dagîrkeriyê bide sekinandin berxwedan û yekîtîya gelan e.

Her wiha gelê welatparêz û hêzên demokrat yên li Sûriyê jiyan dikin, pêwîste rê nedin dagîrkerên faşîst. Îtîfaqên gelan û yekîtî çêbibe, dagirker binbikeve serkeftin bibe ya gelên Rojhilata Navîn.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.