Friday, May 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Daxwaza gelên Siwêdayê jî pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser e’

05/02/2025
in ROJEV
A A
‘Daxwaza gelên Siwêdayê jî pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo


Yek ji endamên şandeya MSD’ê ji bo Siwêdayê Fewzî Şingalî da zanîn ku armanc ji civîna ku MSD’ê li Siwêdayê lidar xist, xurtkirina têkiliyên di navbera gelên Sûriyê de bû û got, “Daxwaza gelên Siwêdayê û piraniya aliyên ku me ew dîtin jî pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser e.”

Meclisa Sûriyaya Demokratîk(MSD) bi armanca xurtikirina têkiliyan, pê re jî pejirandina sîstemeke guncav ji bo pêşeroja Sûriyê di 28’ê Çileya 2025’an bi rûspî û oldarên Siwêdayê re hevdîtinek pêk anî. Têkildarî armanc û xalên civîn jî sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê ku yek ji endamên şandeya ku serdana Siwêdayê kiribû Fewzî Şengalî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Heftiya bûrî hûn bi rûsipî û oldarên Siweyedayê re civiyan, gelo armanc ji vê civînê çi bû?

Weke her kes dizane bi dirêjahiya 14 salan gelên Sûriyê ji hev qut bûbûn, ev yek jî bi sedema desthilatdariya ku rêjîmê dimeşand û kirîza ku tê re derbas dibû. Derfet tune bû ku xelkên Sûriyê, tevger û siyasetmedarê wê li hev bicivin û bi hev re biriyarekê bidin. Herwiha di dema rêjîmê de gelên  Sûriyê li gelek deveran weke hev dihizirîn û daxwaza wan yek bû, lê nikarîbûn têkiliyan bi hev re ava bikin. Piştî ku rêjîma Beas rûxiya û desthiltdariya Şamê ya nû hat, êdî derfeta pêkanîna ger, têkilî û danûstandinan çêbû. Li ser vî esasî jî me li gel şêx û oldarên durziyan peywendî ava kirin û bi wan re civîn li dar xist. Li gel wê jî li Şamê û hin deverên din têkilî bi hêzên muxalefetê yên kevin û kesayetên serbixwe re hat kirin. Di dema heyî de li gelek deverên Sûriyê hevdîtin, komcivîn û civînên aliyên siyasî, rewşenbîrî, civakî û hwd… li pêş dikevin. Wekî em dizanin ku di vê rewşa ku em tê re derbas dibin ev hevdîtin gelekî girîng in ji bo yekhelwestî û nerînan. Di heman demê de weke gelê kurd û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewcedariya me bi van hevdîtinan ji bo diyarkirina daxwazên me heye. Em jî weke MSD û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya van danûstandinên xwe bi hemû aliyên Sûriyê re dixwazin bigihêjin çareseriyekê ji bo Sûriya siberojê.

-Xalên ku di vê civînê de bi giranî hatin nîqaşkirin çi bûn û çi encam jê derketin?

Naveroka civîna ku li Siwdayê hate çêkirin li ser guhertina rêjîmê, hatina rêveberiya Demkî li ser desthilatdariyê û pêşeroja Sûriyê bû. Pê re jî destnîşankirina serokê Sûriyê, hem jî guhertina berleman û meclisan hatin nîqaşkirin. Li aliyekî din nîqaşa kongreya Netewî tê kirin, me tekez kir ku pêwîste ev kongir bi beşdariya hemû aliyên siyasî, civakî û olî bi hemû pêkhate, baweriyên sûrî bê lidarxistin. Herwiha ev kongir bibe gavek ji bo çêkirina desteyek di warê sazkirina destûrekî nû de ku xebatê ji bo Sûriyeke demokrat bide meşandin. Bê guman jî em gelekî girîngî didin wê yekê ku divê hemû alî bi rengê xwe ne bi rengekî ferdî tevlî kongreyî bibin. Herwiha destûrk bê avakirin bi beşdariya hemû gelên Sûriyê û ev destûr bibe gerentorê hemû aliyên Sûriyê di pêşerojê de û hemû gelên Sûriyê mafê xwe di vî destûrî de bi dest bixe. Encamên ku ji vê civînê jî derketin ew bû ku me herdu aliyan li ser van xalan erê kir. Di rastiyê de em neçûn Siwêdayê ku peymanan çêbikin an jî biriyaran bidin, lê belê xalên guncav ji bo Sûriya siberojê û gelên Sûriyê hatin pejrandin.

-Ji bo ku sîstemeke guncav ji bo rêvebrina Sûriyê pêk were, pêwîste çi gav bên avêtin û di dema heyî de daxwazên piraniya gelên Sûriyê çi ne ji bo Sûriyeke demokrat û aştiyane?

Daxwazên biraderên me yên Siwêdayê û gelê durzî jî mîna daxwazên me ne, ew jî mîna me Sûriyeke pirreng, demokratîk û nenavendî dixwazin. Wan jî dan diyarkirin ku eger ev yek li Sûriyê pêk neyê, Sûriyê vegere weke serdema rêjîma Baasê û dewleteke yek netew, yek al û yek ol dûrî ilmaniyetê û demokrasiyê ava bibe wê tevlîheviyeke pir mezin çêbibe. Di encamê de wê şerê navxweyî li pêş bikeve û Sûriyê ber bi parçebûnê ve biçe. Di van hevdîtin û têkiliyên ku me bi gelek aliyên Sûriyê re çêkir gelek kesan digot gelê kurd li Bakur û Rojhialtê Sûriyê xebateke mezin û bêhempa di van salên şoreşê de da meşandin. Van aliyan xweziya xwe bi pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser li herêmên xwe anîn ziman, herwiha digotin we dikarîbû xwe bi rê ve bibin, hêzeke xwe ava bikin û li ser asta dîplomasî xebatê bidin meşandin. Hemû aliyên ku me hevdîtin bi wan re çêkirin, Sûriya sîstema Rêveberiya Xweser pirreng dipejirand ji bo Sûriyê giştî. Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyek sûrî ye, divê hemû sazî, partî, hêzên leşkerî û hwd… hevdîtin û têkiliyan bi hemû aliyên Sûriyê re çêbikin, divê ev têkilî jî ne tekane bin. Niha hemû gelên Sûriyê daxwaza wan ew e ku di Sûriyeke nenavendî de, mafê wan bên parastin  û hêviya gelan ji rêveberiya nû ew e ku daxwazên wan bi cih werin.

Post Views: 93
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.