Ayşa Silêman/ Dêrik
Li bajarê Dêrikê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun merasîmek navendî ji bo bîranîna herdû hevalan hat li darxistin, di bîranînê de soza berdewamiya şopa wan hat dayîn.
Li Navenda Ciwanan a bajarê Dêrikê merasîmeke navendî bi beşdariya gelê bajarê çil axa, Girkê Legê , Dêrîkê ji bo bîranîna Elî Heyder Keytan û Rîza Altûn hat lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de hemû hazir bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê nameya ku Rêber Apo ji bo şehadeta herdû hevalên doza azadiyê nivîsandî hat xendin.
Di heman demê de li ser navê meclisa malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl axivî û wiha got:” Em di hizûr û bîranîna du têkoşer, qehreman û lehengên ku di dîroka tevgera azadiyê de mohra xwe li ser rûpelên dîrokê nivîsandin de ne. Di şexsê van herdu fermandar û lehengan de em hemû heval û hogirên xwe yên ku di dîroka azadiyê de bûne cangorî bibîr tînin. Van herdu qehremanan ji bo me gelek tişt zelal kirin, gava yekemîn ku dest pê kirin tiştek ked nebû guleyeke vî gelî nebû, lê îro roj keda ku wan daye me ber bi azadiyê û aşîtiyê ve dibe.”
Di berdewamiya merasîman de li ser navê Rêveberiya bajarê Dêrikê Ceger Efrîn sersaxî ji Rêber Apo re xwest û wiha got:” Me wek tevgera Apoyî dest pêkir, bi rihê Apoyî têkoşîn da meşandin û em bi saya felsefeya Rêber Apo ber bi serkeftinê ve diçin. Me bi baweriya gel dest pê kir û îro bi gel re dimeşin û em ê bi gelê xwe re bighîjin serkeftinê. Ev tevgera Apoyî ji roja yekem ve bi fikir, dîtin û xebatên Rêber Apo dest pê kir, yê ku di gotin di latê de gul şîn nade Rêber Apo dar şîn dan. Bi keda Rêber Apo û şehîdan, kurd vejîn bûn û bûn xwedî nav di cîhanê de. Ev her du şehîdên ku îro em wan bi bîr tînin û wan oxir dikin, xwedî kedeke dîrokî ne, ew bûn yê ku ji nebûnê bi Rêber Apo re dest pê kirin û heya dawiyê jî li ser xeta azadiyê canê xwe feda kirin.”
Têkildarî şehadeta her du hevalên bi nirx de heval Hisên Ebû Delîl yê ku bi heval Elî Heyder Kaytan re mabû çend bîranînên wî yên bi qîmet ji haziran re gotin û soza berdewam kirin xeta têkoşîn û azadiyê dan.
Di dawiya merasîman de sinevîzyonek li ser jiyana herdû şehîdên qedir bilind hat pêşkêş kirin.