Medenî FERHO
Kurd, di gelek serdemên tarî re derbas bûne, vê jî di dîroka Kurdan de gelek valahî derxistine holê. Piştî şerê yekemîn yê cîhanê û parçekirina Kurdistanê, di mêjiyê Kurdan de jî qutbûn+parçebûn+jibîrkirin çêbû; vê jî ronahiya jiyana rojane korîk kir, zîrekîtî û enerjiya civakî qels kir.
Şûrê zilma li dijî Kurdan navneteweyî dest pê kir, li herêmê bû daqoqê himandî û hîna dewam dike.
Lewma, fişeka pêşî ya 15ê Tebaxê, li gel dagirker û mêjiyê xerabûyî yê Kurd, li dijî peymana Lozanê hate teqandin. Bi fikir û pêşengiya Birêz Ocalan, bi têkoşîna 40 salî, gelek valahiyên dîrokî hatin dagirtin:Yek ji wan jî fêmkirina peymana Sykes-Pîcot e. Birêz Ocalan peyman vegot, nirxand û eşkere kir ku, xaka Kurdistanê bi vê peymanê hatiye parçe kirin.
Balkêş e, intelijansiya Kurd, hîna parçebûna xaka Kurdistanê bi Peymana Lozanê ve girêdide. Di salvegera Peymana Lozanê de, gelek qelemşorên Kurd, ev şaşîtî kirin. Nivîskariya quncikên rojname û malperan jî berpirsiyariyê dixwaze. Eger intelijansiya şaşîtiyên bi vî rengî bike, wê çawa diraribe “riya sêyemîn” ku di rojeva Kurdan de ye, rast binirxînin û şîretkariya civakan bikin?
Sykes Pîcot di navbera Ingilîstan û Fransa de (16 Gulan1916), hate imze kirin; Rusya jî peyman erê kir. Peyman 6 xal in, xalên 1, 2, 3 parçakirin û parvekirina Kurdistanê ye.
Peymana Lozanê, inkara nasname, aîdiyet, netewe û cografya Kurdan e; sazkirina statuqo û sîstema dewşirmetiya Turk-î Islam e. Li Iran, Iraq û Suriye, înkara gelê Kurd, ziman û aîdiyetê nebû, Tirkên dewşîrmê li van dewletan jî, li dijî Kurdan yekparêzî û faşîzm pêşxistin.
Sahih e û teqez e, fişeka pêşî ya 15ê Tebaxê, li dijî Peymana Lozanê hate teqandin.
Peymana Lozanê, di şerê cîhanê yê duyemîn de jî, derfet nedane Kurdan, îro jî derfetan nadin ku Kurd li dijî sîstema inkara dewşirmeyên Turk-î Îslam serketinê bidestbixin. Rusya jî roja pêşî ve rolek bêexlakî û rûreş dilîze. Divê Intelijansiya Kurd, ji qulwarên dagirkeran derkeve û formên Kurdî zemt bike û fêm bike, ji qulwarên dagirkeran derkeve; fişeka pêşî ya 15ê Tebaxê li dijî Peymana Lozanê, paşverûtî û statuqoparêziya navneteweyî hate teqandin.
Iraq, bi Konferansa Sen-Remo, di 16 Nîsana 1920an de, Suriye, di sala 1919an de bi Kral Faysal, piştre bi Konferansa Parîsê, di sala 1920an de weke netewe-dewlet hatin avakirin.
Îbnî Haldun dibêje, “mirovahî karwanekî ku di heman riyê de diçe ye”, ev ne rast e. Çûn û hatina karwanê gelan, bi rêzan, serdar û rêberan tê guhertin. Îradeya mirov heye, dema rêxistinî dibe, wek enerjiya civakî, bi hiş û raman, felsefe û îrade dibe, dibe enerejiya abad, serketin jî teqez dibe.
Wajî gotina Ibnî Haldun, Kurd di riyên berê de nameşin.
Birêz Ocalan û şagirtên wî, bi rêbazên klasîk nêzîkî buyer û pêşkatinan nabin. Abdullah Ocalan riya “aqil”, têgihştinek modern ya parzunkirina ji dîrokê, bi zanistiya felsefîk zemt kir û danî holê. Ev jî bû, bingeha sîstema alternative ya li dijî statuqopareziya netewe-dewletê.
Netewe-dewlet, bûne çavkaniyên faşîzm û diktatoran, hêzên global jî riyek alternatif nedîtin, bihara gelan dest pê kir, erhejek çêbû, dîse çareserî ne hate dîtin; ta kî, xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriye derkete holê…
Dewşîrmeyên Turk-î Îslam di statuqoparêziyê de diqerêsin; bextreşî û çepeliya berjewendiyên siyasî û bazirganî, bêbextî û siyaseta dirû, li cîhanê jî, bi karaterekî cûda li dijî guhertinan derdikevin.
Balkêş e, di avakirina sîstema netewe-dewletê de, demokrasî parçe kirin û gelek nav lê kirin; piştî Hîtler û Naziyan, bi armanca meşrûkirina faşîzm û diktatoriyan, navên cûda kirin vizyonê.
Hemberî ku menendê faşîzma dewşîrmeyên Turk-î Îslam li cîhanê nine, navek lê ne kirine.
Sîstemek bukelemunî ye û li ser çar şelîtan canbaziyê dike.






