Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd aştiyê dixwazin

02/02/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd aştiyê dixwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî


Rewşa Sûriyê her ku diçe zêdetir bi girêk dibe û li holê tiştekî bi navê dewlet nemaye. Li aliyekî dewleta Tirk axa bakurê Sûriyê dagir kiriye, bi komên xwe hîne tevliheviya li herêmê kûrtir dike û êrişî bakur û rojhilat dike, li alilyê din Israîl di aliyê leşkerî de di nava axa Sûriyê de ye. Li Berava Welat mirovên ji pêkhateya Elewî di bin navê ku alîgirên rêjîma Esed in bi destê komên selefî û tunderew li kolanan tên kuştin. Li ser ekranên televizyonan û medya civakî jî tehrîkkirina kuştina Kurdan ji aliyê Erebên şofînîst, zilamên rêjîma Baas ên berê û yên niha, çeteyên kirêgirtî yên dewleta Tirk ve, dewam dike. Ev kes eşkere banga kuştina Kurdan dikin ku berê alîgiriya DAIŞ’ê kirin da kurdan ji nav bibin û niha jî kî li dijî Kurdan di tevgerê de ye, pesna wan didin.

Her çiqasî êriş li ser Kurdan hatibin kirin, ev 12 salin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj projeya wan mezintir dibe û bû sîwana hemû pêkhateyan.

Her wiha slogana Rêveberiya xweser jî her ew bû ku divê diyaloga Sûrî – Sûrî pêk were da dawî li êş û azarên gelê Suriyê were, lê rêjîma Şamê seriyek kişand û dewleta Tirk bi riya komên navê wê kiribûn mixalifeta Suriyê dikşand û herdû alî jî pirsgiraka mezin a vî welatî bûn. Piştî ku rêjîma Baas hilweşiya, vê carê HTŞ ket şûna wê. Berê Îran serwer bû, niha dewleta Tirk dixwaze Şamê li gorî xwe bide meşandin.

Fermandarê QSD Mezlum Ebdî beriya demekê ji televizyona Al-arabiya re gotibû ku Îran aliyek pirsgirêkê bû û nedihîşt çareserî hebe. Niha jî hemû alî rola dewleta Tirk a di xirabkirina Suriyê de tînin ziman. Êrişên li ser bendava Tişrînê mînaka vê xerabkirinê ne û heta niha Şamê jî helwestek li dijî kuştina xelkên Sûriyê nîşand neda. Heta niha di bin navê ku ew gurûp ne di bin serweriya wan de ne, dengê xwe dernexistin, lê piştî hemû li dora xwe kom kirin ew ê çi bibe? Ger êriş dewam bikin, wê demê helwesta HTŞ zelal dibe û eşkere dibe ku ew wê li gorî dewleta Tirk tevbigere û şer gur bibe. Hêzên QSD li hember êrişan xwedî amadekariye lê dixwaze aştî bi diyalogê pêk were. Kurd ne bê alternatîvin û têkiliyên wê yên diplomasî li gel hêzên Rojavayî û him jî yê Erebî xurtin. Li ser erdê hêza leşkerî heye û xwedî derfetên aboriye. Di warê rêvebirinê de buye xwedî tecrûbe û projeya wê heye. Ger Şam pêre li hev neke, dibe ku Durzî li Siwêdayê û Elewî jî li Beravê xwe li hêza QSD bigrin. Her wiha derbarê rewşa Kurdan de, Omer Ocalan eşkere kir ku di dema hevdîtina li gel Rêber Apo, Apo gotiye ku derfeta di destê Kurdan de xurte û ger dewleta Tirk bijarteya şer a li dijî kurdan de dewam bike, dibe ku vekşe Anadolê û di wir de dojehê bijî.

Ev mesajên Rêber Apo, pir zelal dikin ku yê dijberiya Kurdan bike, ew ê bi ser nekeve û dibe bihêle Kurd bijarteya serxwebûna erdîngariyê hilbijêrin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.