Qasım ENGÎN
Em rojên fermana gelê me yê Êzîdî dijîn. Birînên ji ber qurbaniyên fermana 3’ê tebaxê û ji ber jinên ku hatine desteserkirin hîna tazeye.
Hîna dema ku me êş û azarên vê fermanê dijiyan, dagirkirina Efrîn û koçberiya Efrînê bi tevahî êşên xwe ketin rojeva me. Em hîç behsa bi sedan jin û ciwanên kurd yên ku di jêrzemînên Cîzre hatibûn şewitandin nakin. Em qala êrîşa li ser Kerkûk û desteserkirina wê jî nakin. Dîsa pêwîstî nîne ku em li ser dagirkirina başûrê welatê me biaxivin.
Bi kurtahî; welatê me bi êş û azaran her roj rû bi rûye. Kengî ev eş û azar rawestin ne diyare. Ne diyare, ji ber ku li tenîşta me hêzek dagirker û Kurd ne nenas heye. Dagirkeriyek ku ger derfet bibîne me Kurdan di nav kevçiyek av de bixeniqîne.
Bila were bîra me, beriya sed salan jî gelê me yê Ermen, Sûryan-Keldan, Rum, Çerkez û her wiha gel û civakên din jî êş jiyane.
Lê ger em bi baldarî lê bimeyzînin, emê bibînin ku hemû êş û azarên ku çi gelê me, gelê cîran û gel û civakên dîtir jiyane. Çavkaniya vê ji xwe neparastina xwe û ne rêxistina xwe girtiye. Dibe ku her tim her êrîşek nehatiye ser me. Lê em bizanin ku ewqas hêzên mêtinger me Kurdan him dijminê xwe dihasibînin û him jî xwe re genîmet dibînin. Ji ber wê jî kengî derfet û konjonktur guncav bibe, wê êrîşa bînin ser me. Çawa ku li dîroka kevn û nû de anîne.
Ji ber wê jî, em wek gel nikarin bêjin; bila marê ku bi me venede hezaran salan bijî. Pêwîste em bizanin ku dema ew mara derfet bibîne yê rojek were û teqez li me bide. Li gel vê em dizanin ku mêtingerên ku welatê me dagirkirine, bi hezaran caran li maran xetirtirin.
Ger rewş wiha bibe, gelo tişta ku em bikin çi ye? Em gerek çawa tevbigerin? Em ê çi bikin ku; ferman li ser me rabin, em neyên enfalkirin, em neyên revandin, em di jêr zemînande neyên şewitandin, em neçar neyên hiştin ku welatê xwe biterikînin?
Dermana ewqas ferman, êş û azaran yek e, ew jî; xwe parastine. Xwe wek yek gewde û wicûd rêxistin kirine. Her malek û komûnek xwe wek yekîniyek ango şaneyek amadekirine. Bi gotinên Rêber Apo xwe li gora Rastiya Gelê Şerker çêkirine, avakirine û amadekirine.
Em bîra nekin ku piranî êş û azarên gelê me jiyane, di nava aloziyên şerê cîhanê de me jiyaye. Êşên berî sedsal şerê cihana yekem bû. Êşên Komara Demokratîk a Kurdistan ango Mahabad şerê cîhanê yê dûyemîn bû. Niha jî em di şerê cîhanê ya sêyemîn de derbas dibin.
Di şert û mercên şerê cîhanî de Rastiya Gelê Şerke çi ye ?
Tuyê him di nava şer de bibe him jî di nava jiyana xwe ya asayî de.
Tu him cotkare him leşker.
Tu him memûr him mîlîs.
Tu him mamostaye him asayîş.
Tu him dayîke him fermandar.
Tu him bavike him parazvan.
Tu him siyasetmedare him pêşeng.
Bi kurtahî: Dîrok ji me tenê tiştek dixwaze ew jî: Parastina rûmeta xwe ye.
Namûs jî rûmet jî; di parastina axa welat de derbas dibe.
Bi hêviya ku carek din em êşa nejîn!






