Friday, May 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi rihê seferberiya demê tevlîbûna ji pêvajoyê re

01/02/2025
in ROJEV
A A
Bi rihê seferberiya demê tevlîbûna ji pêvajoyê re
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo


Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe nêzî heyvekê ye li ser Bendava Berxwedanê didome. Li hember vê pêvajoyê hemû beşên civakê xwe berpirisyar dîtin û li kêlek têkoşîna şervanên azadiyê bûne mertal. Di belgekirin û zindîkirina vê berxwedaniyê de erka Rewşenbîr, Rojnamevan û Tevgerên Siyasî divê çawa be; hate nirxandin.

Dagirkeriya Trikiyê û komên çeteyên girêdayî wê bi hemû hovîtiya xwe bendava Tiştê, ku di van kêliyan de têne jiyan kirin dîrokeke berxwedanê tê xêzkirin. Ev êrişên dagirkeriyê li hember berxwedanî û destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê têne pêk anîn. Bê guman gelên Bakur û Rijhulatê Sûritiyê bi hemû beş û pêkhateyên xwe ve, çawa ku ev şoreş bi ser xistin niha careke din li hember faşîzmê bûne mertal û li kêlek şervanên azadiyê li ser bendava berxwedanê têdikoşin.

Êrişên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve têne pêk anîn di bin bêdengiya navnetewî û raya giştî de pêk tên. Ev bêdengî ji aliyê gel, rêveberî û hemû pêkhateyan ve hate şermezarkirin û bang li hêzên navnetewî hate kirin ku li hember van kiryaran bibin bend. Di vê pêvajoyê de çapemeniya azad rola herî girîn di belgekirina kiryarên dagirkeriyê û sûcên şer yên ku derheqê giringiya bendava Tişrînê û hedefgirtina sivîlan li ser bendavê kêlî bi kêlî hatin kirin. Herwiha ev berpirsyartî tenê wê li ser milê gel nemîne, bi taybet rola rewşenbîrên Kurd, ragihandin û tevgerên siyasî di dengvedana vê berxwedaniyê de gelek girîng e. Têkildarê erk û misyona wan li hember pêvajoyê, Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran Enehîta Sîno û rojnamevan Delîl Doxan ji rojnameya me re axivîn.

`Erka me mayîndekirina vê berxwedaniyê di rûpelên dîrokê de ye`

Enehîta bal kişand ser rola ronamevanan di belgekirina berxwedana Bendava Tişrînê de û wiha got: “Berxwedana ku ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li ser bendava Tişrînê tê kirin berxwedaniyeke pîroz e û em bejna xwe li hember ew sekna pîroz ditewînin. Bê guman gelê ku li ser hêmên berxwedan û têkoşîna li hember dagirkeriya Tirkiyê mezin bûye , wê her tim biryara wan têkoşîn be. Ji lewra niha li ser wê bendavê kêliyên ji dîrokê tên nivîsandin. Li hember vê berxwedaniyê xwedîderketinek ji hemû pêkhate û beşên civakê tê raberkirin. Lê divê ev berxwedanî tenê li ser mile hêza gel nemîne, hemû civak di parastina van destkeftiyan de berpirisyarin. Ji lewra di asta yekemîn de em weke rewşenbîr xwe berpirisyar dibînin. Lê ya girêng me li hember vê pêvajoyê çi kiriye û çawa nêz bûne ew girîngtir e.

Erka me li hember bexwedaniya gel, em bikaribin vê têkoşînê di nava rûpelên dîrokê de binivîsin û mayênde bihêlin. Bi rihê pêvajoyê re tevgerandin û li ser bingeha parastina vê pêvajoyê tevbigerin. Helbet bi giştî kêmasî û nebesiyên me hene, lê di parstina van destkeftiyan de bi taybet li hember berxwedana gelê ku li ser bendavê têdikoşe em berpirisyar in.”

`Dem dema bilindkirina dengê yekgirtina gelê Kurd e`

Enehîte derbarê girîngiya yekirina dengê tevgerên siyasî û wiha got: “Bi hemdemiya ku gelek geşedanên siyasî û leşkerî di asta Sûriyê de hatine çêkirin re û piştî rûxîna rêjîma Essed, erka li ser tevgerên Siyasî û bi taybet li ser Rêveberiya Xweser girantir bû. li hember vê yekê gelek xebatên berfireh di oxira yekrêziya Kurdî de hatin destpêkirin, bê guman ev gav wê guhartinên cidî di pêşeroja Sûriyê de bide avakirin.

Xebatên partî û tevgerên siyasî divê tenê li ser esasê xwemayîndekirina di Sûriyê de nebe. Ya girîng divê dengê tevgerên siyasî li hember dagirkeriya Tirkiyê daha xurtir be û xebatên wan di vê çarçoveyê de pêşbikevin. Êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên ku bi sala ye li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne pêkanîn ne tenê hebûna rêveberiya Xweser digire hedef, ev êriş li hember tavahî gel û îradeya gelê Kurd tên pêkanîn. Ji lewra divê tevgerên siyasê bi taybet li hember pilanên dagirkeriyê şiyar bin. Dem dema yekgirtina gelan û bilindkirina degê yekbûna gelê Kurd e. Em ancaq wisa xwedî li berxwedana ku ji 14 salan ve tê kirin derkevin.”

Bi rihê pêvajoyê re şerê gelê şoreşgerî

Rojnamevan Delîl Doxan jî da zanîn ku berxwedana bendavê berxwedana şerê gelê şoreşger e û wiha got: “Gel di vê pêvajoyê de bi rihê seferberiya demê tevdigerin, berxwedaniya ku îro li wir tê meşandin tam em dikarin bêjin di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de tê raberkirin. Ji ber ku du wê derê de him şervan şer dikin û him jî gel bi şêwazê xwe li kêlek şervanan şer dike. eger kesek dixwaze şeê gelê şoreşgerî nas bik, fermo bila berê xwe bide bendava berxwedanê û rihê ku li wir tê raberkirin nasbike. Ev rastiya ku li wir tê raberkirin bi rastî jî ne li gorî dilê dagirkeriya Tirkiyê ye ji ber rojane dibîne ku gel bi çi biryarê berê xwe dane têkbirina hemû pilanên qirkirinê û biryara mayînê dane. Bi rastî jî di vê pêvajoyê de gel êdî nabêje hebûn û nebûn, her dibêjin emê bimînin û rûmeta xwe biparêzin”.

`Ragihandina navnetewî ker, kur û lal e`

Delîl bal kişand ser bêdengiya çapemeniya navnetewî û wiha pê de çû: “Xala herî girîng ya ku divê em ji bîr nekin ew jî bêdengiya ragihandina navnetewî ye. çapemeniya navnetewî li hember sûc, kiryar û êrişên dagirkeriyê Tirkiyê yên ku di bendava Tişrînê de tên kirin ker, kur û lal e. raya giştî û hêzên navnetewî weke ku di Sûriyê de hemû pirsgirêk çareser bûne, tu êriş û hovîtî êdî di xaka Sûriyê de nayên pêkanîn nêz dibe. Ev yek ne raste, li hember gelê ku tenê tiloiyên wan yên serkeftinê radibin, hemû çek û teknîkên qirkirinê tên bikaranîn”.

`Eger bi pîvan dixebitin, bila berê xwe bidin Bendava Şehêdan`

Delîl di dawiyê de eşkere kir ku eger ragihandina navnetewî bi wîjdan dixebitin bila berê xwe bidin bendava şehêdan û wiha got: “Li bendava Şehêdan kiryarên dijî mirovahiyê tên kirin, mafê gelê sivîl li wir tê binpêkirin. Em weke ragihandina vî welatî ji ragihandina navnetewî re viya dibêjin, eger ragihandina navnetewî bi navê mirovahiyê bang dike û bi wîjdan kar dikin, bila berê xwe bidin bendava şehîdan. Ji bilî wê êdî karê wan derveyî pîvan û nirxên mirovahiyê ne û di çarçoveya ragihandina rastyê de em nikarin bi nav bikin.”

Post Views: 104
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.