Esma Mistefa/ Qamişlo
Nûnera Meclîsa Sûriye Demokratîk li Waşingtonê Sînem Mihemed ku di rêûresmên sondxwarina serokê DYA’yê Donald Trump de beşdar bibû da xuyakirin ku gelek xebat û têkiliyên wan li Waşingtonê pêş ketin û got “Me gelek pirsyên girîng girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kirin û hemû jî erênî hatin bersivdan”.
Bi van demên dawiyê re gelek geşedanên siyasî û leşkerî li ser asta cîhan û Rojhilata Navîn rûdan. Bi taybet di Sûriyê de guhartinên bingehîn bi rûxandina Rêjîma Esed û hatine hikumeta demkî ya HTŞ’ê re mijarên herî sereke bûn. Bê guman di Sûriyê de herêmêm Rêveberiya Xweser mijareke herî girîng di pêşeroja Sûriyê de ye. Pirojeya Netewa Demokratîk û bi serketina tecrûbeya xwe ya bi salan, dibe hêza çareseriyê ji hemû pirisgirêk û aloziyên Sûriyê re. Rêveberiya Xweser bi paradîgmeya xwe ya Netewa Demokratîk gelek destkeftiyên mezin bi bedelên giran bi dest xistin û zêdetirî 10 sala ye şerê xweparastinê li hember dagirkeriya Tirkiyê ya ku li hember vê pirojeyê dibe asteng dimeşîne.
Di vê çarçoveyê de gelek hewlên Meclîsa Sûriya Demokratîk hene ku bibe dengê Sûriyan li navxwe û derve û li Waşingtonê jî ku Donald Trump careke din dest bi serokatiyê kir, çend civîn û çalakiyên ji aliyê Nûnerên Meclîsa Demokratîk ku beşdarî merasîma vekirinê bûn hatin dîtin. Di vê derbarê de Nûnerê Meclîsa Sûriye Demokratîk li Waşingtonê Sînem Mihemed ku yek ji beşdarvana bû ji rojmaneya me re axivî.
Vexwendina rêûresmên sondxwarina Trump
Sînem di destpêkê de vexwendina wan ji merasîma sondxwarina Trump a ji bo serokatiya Amerîkayê re anî ziman û wiha got: “Em bi awayekî fermî ji bo rêûresma sondxwarinê ya serokatiya Amerîka hatin vexwendin. Ji ber şert û mercên hewayê yê ku gelek sar bû, merasîm bi awayê ku hatiye diyarkirin nehat orgenîzekirin, qaşo merasîm li pêşiya navenda Kongirês wê bihate lidarxistin, lê ji mecbûrî di hundir de hat lidarxistin. Ev bû sedem ku hinek guhartin bên çêkirin ji ber hejmarê kesên amede nêzî 25 hezar kes bû. Li gor wê gelek hol hatin amedekirin û sînevisyon hatin danîn da ku her kes bikaribe merasîma sondxwarinê bibîne. Ev terz jî ji gelek aliyan ve hate rexnekirin. Bê guman beşdarbûna me li wir gelek girîng bû û li ser wê bingehê gelek xebatên me li wir pêş ketin”.
Mijarên ku li Waşingtonê hatine nîqaş kirin- dosyaya koçberan
Sînem bal kişand ser hin xebatên ku li Waşingtonê dane meşandin kir ku yek ji wan jî dosyeya koçberên Efrîn û Şehbayê bû û wiha got: “Piştî rûxana rêjîma Esed, li Sûriyê qonaxeke dîrokî di hemû astan de jiyan kir, û li gorî vê yekê gelek bernameyên me hebûn, bi rêya şandina peyaman derbarê rewşa niha ya Sûriyê, derbarê rêveberiya demkî û gelên herêmê û balkişandina ser wê yekê. Her wiha li ser şert û mercên koçberan, bi taybetî piştî êrişa ku li ser herêma Şehba hat dîtin û koçberiya gelê Efrînê careke din. Name ji Kongrêsa Amerîkî, û ji hemû endamên Kongrêsê re bi ferdî li ser rewşê hatin şandin. Min bi xwe jî bi Neteweyên Yekgirtî re danûstandin kir, bi taybetî bi ofîsa OCHA re ku bi rêya ofîsên xwe yên li Sûriyê alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberan bikin”.
Êrişên dagirkeriya Tirkiyê
Sînem anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijareke girîng di geşedanên li Sûriyê de ye, bi taybet êrişên dawî yên li ser bendava Tişrîn û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyan û got: “Peyamên din jî ji Wezareta Derve û endamên Kongreyê re hatin şandin derbarê bûyerên li bendava Tişrînê û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê berdewam in û metirsiya li ser hemû pêkhateyên herêmê. Hevdîtin bi gelek endamêm meclîsa rûsibiyan re hate pêkanîn, da ku bikevin rastiya bûyerên ku li Sûriyê tên qewmanidin. Herwiha me daxwaz ji wan kir ku hewl bidin êrişên leşkerî yên dagirkeriya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, ku gefê li hemû pêkhateyên Sûriyê, ewlehî û aramiyê dixwe. Herwiha her tim helwesta me Sûriyeyeke nû ne navendî bê avakirin û bi rêya diyalogê bi hikûmeta Şamê re kar bikin, lê mixabin her tim bi riya şer û pevçûnê qirîza Sûriyê dirêj kir.
Ya din hevdîtinêm me bi endamê meclîsa rûsipiyan Sînatorê Demokrat birêz Van Holên û Sînatorê Cumhûrî Lênsî Graham yek ji kesên herî nêz ji Trump e ye hatin pêkanîn. Daxwaza me ew bû ku yasayek hebe da ku Tirkiyê êrişên xwe rawestîne. Hejmarek ji endamên kongirê yên demokrat wan jî biryarek ji meclîsa nuneran derxistin ku êrişên Tirkiyê şermezar dikin û divê bên rawestandin”.
`Bersivên pirsên me bi awayekî erênî ji aliyê Wezîrê Derve ve hatin nîqaşkirin`
Sînem xuya kir ku di xwendina nameyên wezîran de, wan jî nameyek ji wezîrê derve re rêkirin da ku di kongirê de bê xwendin û wiha pê de çû: “Dema ku Trump hatiye ser serweriyê hinek wezîr nû hatin erkdarkirin, yek ji wan wezîrê karê derve her wiha yê parstinê û gelek kesên din. Heyanî ev werin erkdar kirin jî ji aliyê kongirês, meclîsa nûneran û rûsipiyan ve pirs têne pêşkêş kirin her wiha li wan tê guhdarkirin û li gorî bersiv û nîqaşên wan tên erêkirin. Dema me ev yek bihîst, min jî di vê derbarê de hin pirs ji bo wezîrê karê derve re nivîsî. Yek ji mijaran jî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha mayîna hêzên Emerîkî û nêzîkatiyên wan ji QSD’ê re û piştgiriya wan ji Rêveberiya Xweser re. Me ev yek ji wan re şandin da ku di rûniştandina kongirês de bêne nîqaşkirin. Dema hatin nîqaşkirin bi awayekî erênî hatibûn nirxandin. Bi taybet wezîrê derve got ku divê mafê gelê Kurd bê parastin û ew hêza yekeme ku li hember DAIŞ’ê şer kiriye.
Niha hikumet hêj nû ye, têkiliyên me yên nû jî pêş dikevin. Têkiliyên me bi hin wezîrên nû yên ku wê di dema pêş de rol bilîzin hatin pêşxistin. Bi taybet bi awayekî fermî me nameyek vexwendinê ji cîgirê Wîlayeta Rîzona yê ku bi eslê xwe hemwelatiyekî Sûrî ye Îbrahîm Hemede re hate şandin ku di demên pêş de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Herwiha hevdîtinên me bi navenda xwendinê li Waşingtonê re çêbû derbarê siyaseta Trump ya nû de”.
`Hêvî ew bû ku Sûriyê nebe cihê terorê`
Sînem diyar kir ku her kes daxwaza aşîtiyê di Sûriyê de kir û wiha got: “Bê guman Serokê DYA’yê Donald Trump di xîtaba xwe de eşkere kir ku wê siyaseta wî li tavahî cîhan û Rojhilata Navîn li ser esasê aşîtiyê be, û ew weke zilamê aşîtiyê ye. Em jî vê yekê hêvî dikin ku tavahî cîhan di nava aşîtiyê de bi hev re jiyan bikin. Lê tişta ku me ji wezîrê derve jî bihîstiye ku ew daxwaza aşîtiyê di Sûriyê de dikin, lê tirsa wan ji wê yekê heye ku Sûriye nebe xaka ya gihandina terorê û belavkirina wê li cîhanê. Ev xaleke gelek girêng bû. Em jî wê yekê ji hikumeta nû ya Sûriyê hêvî dikin, ku li ser bingeha aramî û aşîtyê; gelên Sûriyê bi rêve bibe”.
Xebtên dîplomasî yên demên pêş
Herwiha Sînem bal kişand ser kar û xebatên wan yên demên pêş û wiha got: “Bê guman wê di demên pêş de gelek xebat û têkiliyên me derbarê rewşa me di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werin pêşxistin. Heyanî niha me daxwaza hevdîtinê bi endamên Kongirês, Encûmena Rûsipiyan, Komîteya Tîkiliyên Derve û hwd re şandiye û em li benda bersivê ne. Piraniya xebat û têkiliyên me wê ji meha Sibatê ve dest pê bikin. Herwiha wê gelek hevdîtinên me bi sefaretên Erebî û Ewropî re li Waşingtonê werin çêkirin û me dest pê kirine. Di heman demê de wê hin semîner li ser Bingeh û îdeolojiya Rêveberiya Xweser di hin zanîngehan de werin dayîn”.