Zekî Bedran
Li Sûriyê rejîma nû çawa dê teşe bigire? Welatên Ereb di vê mijarê de hewildan û serlêdanên xwe didomînin. Di heman demê de DYA û welatên Ewropayî jî, xebatên di heman şêvazê de berdewam dikin. Ti kes naxwaze, desthilatiya demkî bibe bela serê cîhanê. Metirsiyek mezin heye, sedema wê metirsiyê jî, HTŞ şaxekê ji çekdarên El Qaîdê ye. Niha jî serkirdeyên HTŞ’ê dibêjin me xwe li El Qaîdê qut kiriye hewildidin baweriya raya giştî bigirin.
Di pişt van hewildanên baweriyê de jî dewleta Tirk heye. Dewleta Tirk hewil dide ku li Sûriyê desthiladariyek ji rejîma Baas’ê hişktir bê avakirin. Hertim tîne li ser ziman û dibêjin Sûriyekî navendî. Sûriyekî bi yek destî di bin desthilatiya HTŞ’ê de, dê her kes li rejîma Baas bigere. Rejîma Baas netewperestiya Ereb derxistibû pêş, lê HTŞ’ê şêwaz guhert û ol jî tevlî kir. Ev dê bibe rejîma qedexeyan û li kêlekê jî, gel û civakê bike xulamê xwe.
Dewleta Tirk çima karê Sûriyê yê hindirîn ji nêz ve têkildar dibe? Çima ji bo ava kirina desthilatdariyek tûndrew û hişk evqas bi israr e? Em bêjin tirsa wan ya sereke kurdin. Pêwiste ev xal teqez bi deng bibe. Tirkiye naxwaze Sûriyekî demokratîk bê avakirin. Sûriyeke nenavendî ji bona xwe weke metirsî û xeteriyekê dibîne. Ji ber ku di Sûriyekê demokratîk û nenavendî de, dê Kurd jî cih bigirin û bibin xwedîyê statû. Ji ber vê yekê jî, pergala netew-dewlet û desthilatiya yekdestî de bi israr e û ji bo rejîmeke li gor xwe bide sazûman kirin. Ji ber ku dide payinkirin ku vê piştgiriya xwe ji bona HTŞ’ê daye diyarkirin ku ev hatiye ser desthilatiyê, ew hesab dike ku ew ê zextê bike û bandorê li rêveberiya nû jî bike. Bandora xwe ya gengaz ne ji bo Sûriyeyeke demokratîk, ji bo rejîmeke despotîk bikar tîne.
Weke ku hat diyarkirin jî, hêzên girîng ên cîhanê bi avakirina Sûriyeyê re eleqedar in. Berjewendiyên wan li gorî berjewendî û xemên wan in. Ev hêz hesab nakin ku gelê Sûriyê çi dixwaze û kîjan modêla rêveberiyê ji bo gelan dê baştir be. Li vir divê em werin ser pirsa rast: Gelê Sûriyê di van mijaran de li ku ye? Gelo hêzên din yan gelê Sûriyê dê biryara çarenivîsa gelê Sûriyê bidin?
Dema desthilatiya Beşar Esad de Sûriye zêdetir hatibû dabeşkirin. Rewşenbîr û aliyên muxalîf hejmarek zêde koçberî derveyî welat bibûn û tevlîhev bibûn. Herêmên xweser ji herêmên din hatibûn qûtkirin. Ji xwe rêjeyek mezin ji xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve hatibû dagirkirin. Li wan herêman li gor xwe rêxistinên çekdarî ava dikirin û didan meşandin. HTŞ’ê jî, li Idlibê bû. Ev rewşa dabeşkirinê ne tene girêdayi erdnigariyê bû. Piranî ji rewşa bîrdozî û siyasî qutbûyin dihate jiyankirin. Di heman demê de, ji ber ku salên dirêj li Sûriyê ji aliyê yek partî dihate rêvebirin çandekî demokratik tine bû.
Niha di rewşa heyî de guhertin çê bû, rejîma Baas ji holê rabû. HTŞ’ê ji Idlibê derket û belavî qadên berfireh bû. Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve hatibûn dagirkirin hîn di bin serweriya komên çete de cih digirin. Ti niyeta hikûmeta AKP-MHP’ê nîne ku dawî li dagirkeriyê bîne û hêzên xwe vekişîne. HTŞ jî, vê yekê ferz nake û naxe rojev. Ji ber vê jî, dewleta Tirk destê wê azad e û dixwaze xwe bispêre herêmên dagirkirî û bixe bin serweriya xwe. Di heman demê de HTŞ’ê ji bona Sûriyekî azad bawerî nade. Weke bîrdozîk jî, dijî pergalekî demokratîkin. Ji neha ve diyar e ku ew ê derfetê bikar neynin ku bandorê li herêmên berfireh bikin û li Sûriyê ji bo demokrasiyê ristekî mezintir bilîzin.
Metirsiya pêkhatineke dij-şoreş û dij-demokratîk a ku ji ber rewşa nû derketiye holê heye. Divê ev yek timî li ber çavan bê girtin. Lê belê, derfet û firsendên rewşa nû jî hene. Ji bo vê yekê ji bo Sûriyekê demokratîk bikar bînin, divê gelê Sûriyê mudaxele bike. Demokrasî dê ji bo kesên ku herî zêde pêdiviya wan bi wê heye bikeve meriyetê. Eşkere ye ku ev gelê Sûriyê bi xwe ye. Feqîr, bindest, jin û rewşenbîr êdî zêdetir in. Pêwistî heye ku bi bandor bin û xwe birêxistin bikin. Pirsgirêk hene, lê derfet jî hene. Niha hemû pêkhateyên ku li tevahiya Sûriyê jiyan dikin, derfetên van hene ku zêdetir xwe bigihînin hev û ji ezmûnên hev sûd werbigirin. Pêwîst e van derfetan baş bi kar bînin.
Ezmûna Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke firsend û modêleke mezin e. Hemû pêkhate, çand û baweriyên Sûriyeyê dikarin di nava şert û mercên wekhev de bi hev re bijîn. Bi pergala komînar xwe bi awayekî demokratîk birêve bibin. Divê ev rêveberî bibe modêla tevahî Sûriyê. Divê hemû herêm bi hev re tevbigerin û xwe birêxistin bikin. Yekîtiyên demokratîk bên avakirin û hevpeymana mûxalefetê ya bi bandor dikare li dijî şoreşê û ferzkirina yekdestî têk bibe. Lê eger gel bi awayekî bi bandor çarenûsa xwe negire destê xwe, wê çarenûsa gelê Sûriyê ji aliyê hêzên derve û dagirkeran ve bê diyar kirin. Ev yek jî li Sûriyê derî ji serdemeke nû ya tarî û pevçûnan re veke.
Ji bo Sûriyeke demokratîk pêwîste di kar û xebatên xwe yêkbûyinê bingeh bigrin. Dewleta Tirk her tim hewl dide Kurdan weke çavkaniya metirsiya cudaxwaziyê nîşan bide. Lê Kurd niha rêza herî bibandor hem di yekîtî û hem jî ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê de ne. Divê gelê Kurd hem li hundir hem jî ji derve rista avaker a ku dilîze bibandor û rast rave bike.





