Ronaz Silêman/Qamişlo
Piştî 5 mehan ji barxwedaniya li dijî hovitiya çeteyên DAIŞ’ê, di kêliya ku hat gotin; “Va ye Kobanê dikeve” gelê Kobanê, şervanên YPJ û YPG’ê bi berxwedaniyeke bêhempa nefes li çeteyan çikandin pê re jî şikandina dîrokî ya çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir. Herwiha di 26’ê Çileya 2015’an de ala serkeftinê li asîmanê Kobanê livlivî.
Berî hatina DAIŞ’ê li Sûriyê
Di dawiya sala 2014’an de li tevahiya herêmên Sûriyê tevliheviyeke mezin rû da. Ew sala sêyemîn a şerê navxweyî bû ku ji aliyê hin dewletan ve dihate rêvebirin. Ji aliyekî ve Tirkiyê bi serokatiya Erdogan hewl dida komên çete yên mîna El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ`ê li dijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê a ku ji aliyê pêkhateyên Bakurê Sûriyê ve bi pêş ve diçû, bi kar bîne û desthilatdariya Sûriyê bixe destên wan. Li aliyekî din jî rejîma Esed a rûxandî bi alîkariya Hizbullaha Lubnanî dixwest çekdarên opozîsyona Sûriyê ji gelek bajarên Sûriyê derxîne. Di nava demên ku Sûriye ber wêraniyê ve diçû û tu hewldanên navdewletî yên rawestandina vê pevçûna bixwîn derneketin. Çeteyên xwedî mejiyên tarî ku ji xwe re kuştin, şewitandin û serjêkirina gelê Sûriyê kiribû awayê desthilatdariyê, diranên xwe tûj dikirin, ew jî çeteyên DAIŞ bûn. DAIŞ`ê ku wê demê ji hejmareke pir kêm pêk dihat, di demeke kurt de qadeke fireh a Sûriyê û Iraqê dagir kir. Di nava çend saetan de bajarên mezin ên mîna Mûsil a Iraqê û Reqaya Sûriyê ketin destê DAIŞ’ê. Di heman demê de mezintirîn baregehên Sûriyê û Iraqê desteser kirin, wê demê aloziya Sûriyê kete pêvajoyeke din.
Kobanê cîhan ji hovitiyê rêzgar kir
Pêvajoya ku bi Bihara Gelan a ku sala 2011’an de, dest pê kir, li Rojava veguherî qonaxeke şoreşgerî. Berxwedana herî sembolîk a vê şoreşê ku bi berxwedana hevpar a gelan pêk hat, Kobanê bû. Kobanê wek cihê destpêkê yê ku çirûska şoreşê lê pêket, bi welatparêzî û dilwêrekiya xwe tê nasîn. Ji salên destpêkê yên Şoreşa Rojava û heya roja me ya îro rastî gelek êrişên dijwar hatiye. Êrîşa herî mezin û giran di 15’ê Îlona 2014’an de pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji her alî ve hatibûn amadekirin, çawa ku bi baweriyeke kor a îslamê ve êrişî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, bi heman şêwazî û bi amadekariyeke xurtir berê xwe dan Kobanê. Xwestin tola binkeftina xwe ya li Şengalê, bi dagirkirina Kobanê re ragihînin û bi vî rengî çirûska şoreşê vemrînin. Lê li hemberî vê êrişa talankirin û dagirkeriyê gelê Kobanê, şervanên YPG û YPJ’ê bi rihekî hevpar berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Gelê Kobanê ku cih û warên xwe bernedan, ji cîhanê re bûn mînaka herî berbiçav ku çawa li dijî hovîtiya DAIŞ’ê tê şerkirin. Berxwedana Kobanê ya ku veguherî berxwedaneke giştî ya kurdan, careke din ji mirovahiyê re bû hêvî. Bi berxwedana Kobanê re hemû gelên cîhanê dîtin ku hîna jî hêzeke dînamîk heye li dijî zilmê û dijminên mirovahiyê şer dike.
Şerê man û nemanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bilind kirin
Êrişa DAIŞ’ê li dijî kantona Kobanê di 15`ê Îlonê de dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ’ê li her gundekî berxwedanên bêhempa nîşan dan, da ku welatiyên gundan biparêzin û wan bigihînin herêmên bi ewle. Lê çeteyên DAIŞ’ê hêzeke mezin anîbû. Herwiha Kobanê ji hemû aliyan ve dorpêçkirî bû, lewra DAIŞ’ê di destpêka Cotmeha sala 2014’an de, zêdetirî 300 gund û hinek taxên bajarê Kobanê jî dagir kirin. Di encama êrişê de 300 hezar sivîl malên xwe berdan û çûne bajarê Pirsûs ê bakurê Kurdistanê û li wir mertalên zindî çêkirin, da ku komên çete ji aliyê sînor ve nekevin taxên bajêr. Di vê navberê de gelek ciwan û xelkên bajêr jî li taxên xwe man û li kêleka şervanan şerê man û nemanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bilind kirin. Ji bo şervanên YPG`ê û YPJ`ê ku li hin taxên bajêr çeperên xwe çêkin, tenê yek bijarte hebû; ew jî berxwedanî bû. Bi çekên xwe yên sivik 21 rojan li ber xwe dan û rê nedan çeteyên DAIŞ’ê ku li bajêr bi pêş bikevin, heta ku balafirên hêzên hevpeymanê hatin û çeperên çeteyan yên li bajêr bombebaran kirin. Wê çaxê şervan jî bi pêş de çûn û hin taxên bajêr rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê rastî mertalên zindî hatin
Êrişa li ser Kobanê di demeke de pêk hat ku ji Îraqê bigire heta Sûriyê û heta tevahî welatên cîhanê li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê bê çare mabûn. DAIŞ bêyî ku tu hêzê li pêşiya xwe bibîne diket kîjan bajaran tar û mar dikirin û komkujiyên mezin pêk tanî. Ango ji bo tevahî cîhanê metirsiyeke mezin ava kiribû. Bi vê hêrsê berê xwe da Kobanê. Lê li Kobanê rastî mertalên zindî hat. Rastî berxwedana dîrokî ya şervanên YPJ, YPG’ê û hêrsa gelê Kobanê hat. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê Kobanê ji çar alî ve dorpêç kiribû. Gelê Bakurê Kurdistanê jî li dora Kobanê xelekek ji piştgirî û berxwedanê ava kir. Rojane pêl bi pêl keç û xortên Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdisatnê berê xwe dan vê cenga giran.
Berxwedana Kobanê cîhan matmayî hişt
Li hemberî berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya ji hêla şervanên azadî û aştiyê ve dihat kirin ku nîvê wan jin bûn, cîhan mat mayî ma. Ev berxwedanî dengvedaneke navnetewî di astên fermî û nefermî de çêkir. Kobanê bû sembola berxwedana gelekî li hemberî hovîtî û tarîtiyê.
Di 26’ê Çileya 2015’an de ala serkeftinê li asîmana Kobanê livlivî
Di 26’ê Çileya 2015’an de alên Yekîneyên Parastina Gel li girê Kaniya Kurdan li Kobanê hatin rakirin. Ew dîmen bûn nîşaneya serkeftina Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û piştevanên wê. DAIŞ cara yekemîn li Kobanê têk çû.
Şerê gel li kobanê bi serketinê tacîdar bû
Berxwedana Kobanê berxwedaneke ku gel bi derfetên xwe ava kiribû. Ji 7 salî heta 70 salî gelê Kobanê bi zarokên xwe re bi tevlîbûna li çeperên şer berxwedanê pêş xistin. Tevî ku bi rêxistineke hov a weke DAIŞ’ê re rû bi rû mabûn jî, gelê Kobanê bi şervanên xwe re bêyî kêliyek dudilî bijîn heya ku bigihîjin serkeftinê şerekî bêhempa dane meşandin. Êdî veguherî şerê gel û şerê gel bi serketinê tacîdar bû.
Şikandina dîrokî ya çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kir
Her kuçeyeke bajarê Kobanê, bi dehan destan tê de hate nivîsandin. Vê destanê tevahî gelên cîhanê herikande qadan û bi sedan ciwanên enternasyonalîst berê xwe dan Şoreşa Rojava. Ango berxwedana Kobanê bû pirek di navbera gelên bindest ên Rojhilata Navîn û cîhanê û ruhekî gerdûnî bi xwe re ava kir. Ruhê ku li Kobanê hate jiyankirin, ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî bû. Ev ruh di kêliya herî kirîtîk û xeter de zafer bi dest xist. Dengê kenê şervanan, dengê stranên lehengan û hêrsa tolhildanê di kêliya ku hat gotin; “Kobanê ket, va ye dikeve” nefes li çeteyan çikandin û şikandina dîrokî ya çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir.
Armanca DAIŞ û Tirkiyê cihê şoreşê tune bikin
Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê xwediyê heman armancê bûn, armanc jî ew bû ku bajarê ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê lê dest pê kiribû, tune bikin, da ku Rêveberiya Xweser di hêla leşkerî û siyasî de bibûya derbeyeke mezin û DAIŞ’ê deriyê sînor ê Tirkiyê jî bixista bin kontrola xwe.
Rêber Apo jî, ji bo êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê ev nirxandin kiribûn
Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 21’ê Mijdara 2014’an de ya bi şandeya Îmraliyê re pêk anîbû, bal kişandibû li ser giringiya berxwedana li dijî DAIŞ’ê û gotibû: “Kobanê di sedsala 21’emîn de mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e, dikare hemû nakokî û şeran çareser bike. Divê Kobanê bê parastin. Li wir berxwedaneke destanî û lehengî tê nivîsandin. Hemû gelên me ku xwedî li wê berxwedanê derdikeve bi hişmendî û rûmet tevgeriyane.
Rêber Apo diyar kiribû ku ji bo siberoja demokratîk a Rojhilata Navîn aştiya herêmê girîng e û ev nirxandin kirbû: “Ez carek din berxwedana rûmeta mirovahiyê Kobanê û hemû gelên li welatên cîhanê ku piştgiriya xwe nîşan dane, silav dikim. Li Kobanê darbeyek tê plankirin. nêzîkatiya erebbûnê di Erdogan de heye û ev gelek talûke ye. Dixwazin Efrîn û Kobanê bi ereban girê bidin. Cizîrê jî bi Başûr girê bidin. Li ser Mûsil û cihên wek wê ketine nava hesabên gelek talûke.”
Rêber Apo di hevdîtina 4’ê Sibata 2015’an de jî serkeftina azadkirina Kobanê pîroz kir û got: “Hevdîtinên me li vir nebûna wê DAIŞ’ê her alî bişewitanda û talan bikira. Min gotibû bi ser Kobanê re dikarin mekanîka darbeyê bixin dewrê. Em ê jiyana azad di şexsê Kobanê de û jiyana nû bi giyanê berxwedana Arîn Mîrkanan ava bikin.”
Gelê kurd dagikerî û teslîmiyetê qebûl nake
Bê guman îro careke din di serî de Kobanê û tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman xeteriyê re rû bi rû ye. Rojane dewleta Tirk a dagirker bi hevpeymanên herêmî û navdewletî êrişan pêk tîne û bingehê êrişeke bejayî amade dike. Dixwaze xwenên xwe yê Osmaniyan pêk bîne, lê gelê kurd bi tu rengî dagikerî û teslîmiyetê qebûl nake, lewra bi ruhê seferberiya Kobanê kar û xebat li kêleka hêza QSD’ê berxwedaniyên dîrokî tê meşandin.