Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ruhê Berxwedana Tişrînê Qonaxek Nû ye!

26/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Dema ku min bala xwe da berxwedêrên vê dawiyê û bi taybetî yên Tişrînê; ruh, hilwest, coş û naveroka gotinên şervan û bi taybetî yên gel, pir bala min kişand

Hema yekser gotin û hilwestên Rêber APO yên hinek demên ku çarenûsa gel di rojevê de bû,  hatin bîra min. Yek jê dema Şehadeta Hakî Karer bû; di 1977an de em li Enqereyê ji semînerek KURTULUŞ’ê derketin û meşiyan.

Rêber APO bi xemgînî belê bi dûrbîniyek kûr, van gotinên dîrokî rêz kir: Bi şehadeta Heqî re, peyama dewletê ev e; me bitirsîne û em dev ji şoreşgeriyê berdin, îca du rê li pêş me ne; devjêberdana şoreşê yan jî bi tolhildana şehîdê xwe, mezinkirina şoreşê! Helbet li ser rêya duduyan meşiya û rêxistina xwe mezintir kir; û di 1978an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava kir.

Ya duyem jî çalakî û şehadeta Mazlûm Dogan bû; di Newroza 1982’an de em li Rojhilata Navîn bûn. Rêber APO li ser vê çalakiyê jî bi xemgîniya xwe re, bi bingehîn biryardariya xwe ya ji pola nîşan da û got: Peyama hevalê Mezlûm, ji bo me ferman e, jixwe bi vê çalakiya xwe êdî ne bi tenê tirs şikand, belê êdî mirin jî li ber çavê me biçûk kir û divê êdî bi amadekariyek gelek mezintir em, vegera welat pêk bînin, encex wisa tola hevalên zîndanê hilînin û em karibin layiqî wan bin! Tê zanîn, çalakiyên zindana Amedê li pey hev dewam kirin; çalakiya Ferhat Kurtay û hevalên xwe, çalakiya nexwarinê heta mirinê ya Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî!

Li ser ruh û peyamên van çalakiyan Rêbar APO, hemû hevalên xwe yên derketibûn Rojhilata Navîn-Lubnan, li ser  wê biryardariya xwe perwerde kirin û bi ruhekî berxwedêr, serhildêr û tolhildêr vegerand welat-Kurdistanê!

Kurteçîroka dîroka vê berxwedana dîrokî ya bi dirûşma berxwedan jıyan e dest pê kir û îro gihiştiye Tişrînê, mirov dikare wisa nîşan bide: Li ser fermana wan pêşengên zîndanê, Rêbar APO perwerda hevalên xwe temam kir û bi rêxistinên nûjen re derbasî welat kir. Bi navê rêxistinên siyasî û leşkerî; ERNK, HRK, ARGK û hwd pêşî bi Komên Çekdarên Propagenda pêngavên mîna 15’ê Tebaxê hat avêtin û paşê pêvajoya şoreşa gelîrî ya demdirêj dest pê kir, dewama wê gihişt Şoreşa Rojava ku ev bû 12 sal in dewam dike!

Îca ew ruh û helwestên şoreşgerî, yên yek bi yek di wan qonaxên dîrokî re derbas bûn ku îroj gihiştine Tişrînê, di kesayetên Bavê Teyar, Menice Heyder û hevalên wan de, helwesta bi giştî ya şervan û gelên herêmê yên Rojhilat û Bakurê Sûriyê, ew gotinên Rêber APO yên şikandina tirsê û biçûkirina mirinê yên di wan qonaxên dîrokî de hatibûn gotin, anîn bîra min.

Lewma mirov dikare bêje di şoreşa me de ev qonaxeke nû nîşan dide, ji ber ku êdî li kêleka şervanan piraniya gel jî, tirs şikandiye û dikare bi wêrekî berê xwe bide mirinê. Ev şoreşa xwedî pêşeng û gelekî wisa serhildêr û berxwedêr e ku ti caran naşike, belê neyarên wan dişkin û pergala wan hildiweşe.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.