Friday, May 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hêz û îradeya gelan ji êrişên dagirkeriya Tirk mezintir e’

25/01/2025
in ROJEV
A A
‘Hêz û îradeya gelan ji êrişên dagirkeriya Tirk mezintir e’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Birîndarên bendava berxwedanê ya Tişrînê diyar kirin ku hêz û îradeya gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên dagirkeriya Tirk mezintire û tu carî serî ji dijmin re na tewînin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Yek ji qadên ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser didome bendava Tişrînê ye ku şervanên YPJ, QSD û YPGMê bersivên tûnd didin êrişan. Di heman demê de berxwedana gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê didome. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina îradeya gel, li Bendava tişrînê gel kir armanc û di encamên erişên dagirkeriya Tirk heya niha 140 birîndar û 26 çehîd çêbûne.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedaniya gel li Bendava Tişrînê nûçegihanê Ronahî TV Elî Şernex û Hevseroka Desteya Perwerdê û fêrkirinê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî ji Rojnameya me re axivîn.

Elî Şernex di destpêka axaftina xwe tekîz kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya gelê kurd bişkîn e û wiha got “Ev zêdeyê 46 roje  ku berxwedaniyeke dîrokî li Bendava Tişrînê tê meşandin, her wiha ez jî wekî nûçegihanê Ronahî TV ev heftiyeke ku cihê xwe di nava vê berxwedaniyê de digrim. Weke tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rengekê hovane û bê navber êrişî bendava berxwedanê ya Tişrînê dike, bi hemû cureyên teknîkê û bi taybet bi diron û belafirên şer yên bê mirov bê navber gel dike hedefa xwe. Mixabin heya niha 26 şehêd û 140 birîndarên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li bêndava Tişrînê hatin hedefgirtin çêbûne. Di êrişên dewleta Tirk a dagirker yê herî dawî de jî 3 welatî ji bajarê Dêrikê şehîdketin û 30 welatî jî birîndar bûn. Di nav de jî rojnamevan hebûn, yek ji wan rojnamevana ez bûm, Bê guman tevî hemû erişên hova û dij mirovî jî li Bendava Tişrînê coş û kelecana gel xurt e. Ev tenê bersifa herî mezine ji dewleta Tirk re ku çi bibe bila bibe îrade, hêz, coş û kelecana gel nayê şikandin. Berxwedan wê heyanî serkeftinê berdewam be.”

 ‘Em ne welatekî ku çavê xwe ji dijmin re bişkîne’

Nûçegihanê Ronahî TV Elî Şernex di dawiya axaftina xwe de balkişand ser hedefgirtina dengê rastiyê û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker her êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê bi rengekî bê navber didomîne û heya roja îro jî ev êriş û sûcên şer berdewam in. Dagirkeriya tirk bi êriş û hovîtiya xwe gelek sûc û kiryarên qirêj dide meşandin. Ji bo ku van kiryaran ji xwe re rawa bike û ji raya giştî veşêre, rojnemavana dike hedef. Dewleta Tirk a dagirker dijî dengê rastiyê ye û em şopdarên rastiyê ne, tu kes nikare pênûs û kameraye me rawistîne. Em dengê gelê xwe ne, ji ber vê yekê em ê li ser riya rastiyê bin heya dawî. Dewleta Tirk difikire ku dema rojnamevanan bike hedef wê tirsek di dilê me de bide avakirin, bê guman her ku êriş dike ewqas biryar û tevgera me zêdetir dibe. Em ne welatekî ku ji dengê rastiyê dûr bikevin û çavê me ji dijmin bişke.”

‘Gelê herêmê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet canê xwe feda dikin’

Di heman demê de Hevseroka Desteya Perwerde û fêrkirinê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze ku aramî û ewlehî li herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê were avakirin û wiha got: “Ev 46 rojin ku berxwedanî û tekoşîn li Benadva Tişrînê tê domandin, gel ji hemû bajaran cihê xwe di vê berxwedanê de digrin, ji ber ku axa me rûmet û namûsa me hemiyane. Lewma gel û şervanên QSD û YYP`ê heya dawî wê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk derkevin, her wiha roj bi roj asta berxwedaniyê jî bilindtir dibe. Dewleta Tirk dixwaze kurdan bike pariyek û qir bike, lê bila bizanibe ku ew ê nikaribe vê yekê pêkbîne, ji ber ku gelê kurd ne kurdên berê ne, gelê herêmê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet canê xwe feda dikin û xwîn rijandine. Ji ber vê yekê ev xwîna xort û keçên me ne erzane ku wiha bi hesanî axa me dagir bike û wê nikaribe vê yekê pêkbîne.”

‘Hêza me ji êrîşên dagirkeriya Tirk mezintir in’

Semîra Hac Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, li bendavê nobetê digirin. Ev yek ji bo dewleta Tirk a dagirker giran tê û dixwaze em wekî gel li hemberî êrişên wî yên hovane xwe bê deng û lal bikin. Lê dewleta Tirk xwe dixapîne, vîn û îradeya me ji mirinê mezintire, em gelê ku natirsin û tu carî serî natewînin. An em ê jiyanekî bi rûmet bijîn an em ê her li ser piya bin û daxwaze mafê xwe û parastina axa xwe bikin. Belê wek tê zanîn ku gel ji bo parastina bendavê û di heman demê de ji bo pişgirtiya şervanên xwe li Bendava Tişrînê wê li ber xwe bide. Dewleta Tirk a dagirker gel kir armanca xwe û di encamê de jî birîndar û şehîd jî çêbûn. Ez jî yek ji birîndarên bendava berxwedanê ya Tişrînê me, ez di dawiyê de dibêjim em ji tu kesî natirsin û hêza me ji êrişên dagirkeriya Tirk mezintir e.”

Post Views: 180
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.