Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê di yêkîtiya netewî de bê israr kirin

22/01/2025
in ROJEV
A A
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Di hevdîtina li navbera serokê KDP’ê Mesûd Barzanî û Mazlum Ebdî de şanaziyekî xurt di nav kurdan de da avakirin. Weke pêngavekî ku ji bona yêkrêziya neteweyî hat dîtin û şîrovekirin. Ji xwe ev teqeze ku gelê kurd ji bona yekrêzî û yekîtiyê di nav xwestekekî mezin deye. Rewşenbîr, hunermend, derdorên siyasî û herî girîng jî gel bendewariyekî mezin ji bona yekrêzîyê digire. Ji ber wê yekê ye, ev hevdîtina di navbera Mazlûm û Barzanî de bi keyfxweşî hat pêşwazî kirin.

Hevdîtin û serlidanên di navbera hêzên siyasî û leşkerî yên kurdî de, pêngavên girîngin dibe armanca van yekrêzî û yekîtî be. Ev hevdîtinên wisa pir xwezayi ne û nebûna wan kiryarên balkêşin. Hema bêjin her roj di zimanê me hemûyan de heye ku em dibêjin “Kurd ne kurdên berê ne, kurd hatine rêxistin kirin û xwe perwerde kirine.” Gelê Kurd bi ezmûnên dîrokî jî, wate û giringîya yekrêziyê baş dizane û fêm dike. Dibêje hemû lêgerîn û têkoşîna wî ji ber nebûna yekîtiyê têk çûye. Pirsgirêka yekîtiyê ji bo kesên ku bi têkoşînê re eleqedar dibin û xwedî hişmendiya dîrokî ya hindik in êşek hevpar e. Tê zanîn ku nebûna yekîtiyê her tim dibe sedema windakirinê. Kurdekî ku vê nebêje ne gengaze ku hebe.

Ev teqeze ku dijminê me, heznake kurd bibin yek. Hewildanê dagirkeran herdem li ser dabeşkirin û ne yekrêziya wan e. Ji tê mîsogerkirin jî dîrokê de ev kiryar hertim pêkanîn e. Cûdahiyên weke malbat, eşîr û olî bikaranîne nehiştine  di gelê kurd de yekrêzî û yekîtiyê ava bikin û herdem astengî dana avakirin. Ev tê zanîn ku bi hevre hêz ava dibe. Dijmin jî nakokiyên hindirîn yên ku di navbera Kurdan de agahdar bibû û her kurd bi kurda dida şikandin.

Demên berê Kurd evqasî nehatibûn perwerde kirin û bi rêxistinkirin. Ti demên dîrokî evqas kadroyên xwe yên siyasî ne avakiribûn. Ev qas partî û rêxistin ne hatibûn damezirandin. Her çar parçeyên Kurdistanê jî, bi hevre qut û ne hevpar bûn. Her beş jî, di navbera xwe de jî, hatibû dabeşkirin. Herêm di navbera xwe di rêjeyek mezin tecrîd jiyan dikirin. Hemû serhildanên ku hatin destpêkirin heremî mane û xwe nekarîne bighêjine asta neteweyî. Lê ev rewş niha pir cuda ye, êdî her çar parçeyên Kurdistanê hevdû bandor dikin û agahdarin. Peywendîyên van bi hevre di asta jor dene. Bi hejmarek zêde xwedî dezgehên ragihandin û çapemeniyê ne. Xwediyên xebatê ragihandinê yên têr û dagirtîne.  Ji ber wê yekê em dibêjin Kurd ne kurdên berê ne.

Me nebûna yekîtiya xwe demên berê bi sedemên wekî eşîret, berjewendiyên malbatî û nezaniyê rave dikir. Niha ev hincet bi giranî ji holê rabûne. Gel hişyar e û yekîtiyê dixwaze. Tenê naxwaze, ferz dike û israr dike. Di gel vê yekê, nebûna yekîtiyê çawa dikare were ravekirin? Helbet dîsa bi berjewendiyên malbatî, hizbî û hikûmetê dihate pênasekirin. Bi têkiliyên bi dijmin re û polîtîkayên hevkariyê re. Ji ber vê yekê niha nebûna yek ne ji nezaniyê ye, niha hilbijartinek bi zanebûn heye. Di vî warî de gel kesên ku neyên yekîtiyê rexne dike û şermezar dike.

Sedema ku em vê rastiya dîrokî vedibêjin ew e ku em nas bikin ka çima hevdîtina Barzanî û Mazlûm wiha balkişand. Lê divê rêxistinên kurdan her tim bi hev re bicivin, hevkarî bikin û piştgiriyê bidin hev. Çima tiştek bi wiha asayî di nav me de eleqe û kelecanê çêdike? Her wiha di vê hevdîtinê de ne aliyên Kurdî lihevkirine, yekîtî û hevparî jî pêk nehatiye. Her wiha bi salan e ji bo yekîtiya neteweyî xebat tên meşandin û gelek civîn û komxebat jî hatin lidarxistin. Lê divê raya giştî û derdorên siyasî zêdetir bipirsin ka çima tevî van lêgerînan yekîtî pêk nayê?

Beriya niha bi salan li Hewlerê ji bo yekîtiya neteweyî civînên xurt hatin lidarxistin. Hemû Kurdistanê digot, “Ev qediya, vê carê yekîtî pêk tê”. Rêber Apo ji bo serokatiya kongreya netewî jî pêşniyara Mesûd Barzanî kir. Lê Barzanî ev kar berbelav kir û maseya yekîtiyê hilweşand. Sedem jî ew bû ku Leyla Zana wek hevserokê wî hat pêşniyarkirin. Bi gotina, “Hevserokatî pergala PKK’ê ye, ez wê yekê napejirînim û tevlî jî nabim” Ji bo yekîtiyê ne hewce ye ku partî û rêxistin xwe hilweşînin û bernameyên xwe biguherînin. Yekîtî bi parastina cudahiyên di nava pirdengiya demokratîk de pêk tê. Ji hev fêmkirin bes e. Ji bo bidestxistina armanceke mezin a weke yekîtiya neteweyî pêwîste her kes gav biavêje û xwe nêzî hev bike. Ji bo yekîtiyê ne hewce ye ku partî rêxistinên xwe hilweşînin û bernameyên xwe biguherînin. Yekîtî bi parastina cudahiyên di nava pirdengîya demokratîk de pêk tê. Ji hev fêmkirin bes e. Ji bo bidestxistina armanceke mezin a weke yekîtiya neteweyî pêwîste her kes xwedî li hev derkeve û xwe nêzî hev bike. Ya girîng ew e ku li ser xalên bingehîn li hev bikin. Bi rastî, her perçeyek xwe birêve dibe. Hemû partî kar û xebatên xwe tevî hemû astengiyan didomînin. Di vî warî de, tu kes ne girêdayî kesekî din e.

Di van salên dawî de Barzanî ti beşdarî xebatên yekîtiyê nekiriye. Li derveyî hemû nîqaşan û goftûgoyan man. Li dijî Rojava ewqas êrîş hatin kirin, heta ku ji destê wan hat dûr man û polîtîkayên xwe li ser  wek alîgir û piştevanê dewleta Tirk a dagirker dan meşandin. Rojekê jî êşa gelê Rojava parve nekirin, sersaxî jî ne xwestin. ENKS’ê ku girêdayî wan bû, bi tevahî di bin sîwana Tirkiyê de siyaset kirin. Piştî ku rejîma Baas hilweşiya jî, di nava hevpeymana bi navê SMO ya ku êrîşî Rojava kir de cih girtin. Tevî daxwazên gel û welatên rojavayî jî bi israr xwestin ku cuda biçin Şamê. Gel êdî hêviya xwe ji yekîtiyê winda kiribû. Di rewşeke wiha de hevdîtina Barzanî û Mazlûm pêk hat. Ji ber vê yekê jî hevdîtin gelekî bal kişand

Pêwîste her pêngava ku ber bi yekîtiyê ve tê avêtin, were piştgirî kirin. Zivirandina ji her zirarê serkeftine. Eger hevdîtina Barzanî û Mazlûm deriyên yekîtiyê veke, ev dê bibe pêşketineke baş. Em hêvîdar in ku di wî warî de pêşketin çêbibin. Lê hê rêyeke dûr û dirêj heye. Di vî warî de divê em pirsgirêkan çareser nebînin. Divê derdorên hestiyar piştgiriya yekîtiyê bidomînin û giraniya xwe bidin pişt.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.