Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bavê Teyar: “Em ji we natirsin”

22/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Her tişt di sla 1991’ê de dema Sedam berê artêşa xwe da Kuweytê dest pê kir. Dewletên ku heta wê rojê komkujiya Helepce, Enfal û hovîtiya Sedam di bin bêdengiyê de temaşe kiribûn, dagirkirina Kuweytê ji bo mirovahiyê talûke dîtin û berê xwe dan Iraqê. Dema ku hatin Iraqê Şerê Sêyem ê Cîhanê êdî dest pê kiribû.

Bi salan re gelek eniyên şer çêdibûn. Li deverek hên şer bi dawî nebûbû li deverek din dest pê dikir. Di sala 2011’an de ev şer derbasî eniya Sûrî bû. Herkesî û her hêzê berê xwe da Şamê, lê dewleta Tirk a dagirker berê xwe da hêrêma Kurdan. Bi DAIŞ’ê û hin hêzên din encam negirtibû. Di sala 2018’an de di 20’ê Çileyê de bi artêşa xwe, bi balafir û çekên xwe berê xwe da Efrînê.

Li Efrînê berxwedanek ku wê 57 roj dewam bike dest pê kir. Lê komkujî û êrişên li dijî sivîlan derket radeyek wisa ku Meclisa Efrînê neçar ma biryara terkirina bajêr da. Hatin li Şehbayê bi cîh bûn. Bi hêviyên ku wê rojek vegerin Efrînê têdikoşiyan. Di vê pêvajoyê de, di Şerê Sêyem ê Cîhanê de eniyek nû vebû. Di dawiya sala 2024’an de HTŞ’ê ji Îdlibê bi rê ket li ser Helebê de derbasî Şamê bû û li wê derê bu desthilat. Dewleta Tirk jî parçeyek vê planê bû. Sozê ku li Astana dabû; wê çeteyan li Îdlibê di bin kontrolê de bihêle, dabû aliyekê, di şevekê de Îran, Rûsya û Beşar Esad firotibû. Ev hêz ji herêmê kişiyan bûn û HTŞ bê midaxele hatibû Şamê. Tirkiye parçeyek vê planê bûyina xwe bi fotografê Îbrahîm Kalin ê li Şamê li gel Colanî îtiraf dikir.

Çawa ku di sala 2011’an de hemû hêzan berê xwe da Şamê lê wan jî berê xwe dabû herêma Kurdan, evcar jî  heman tişt kirin. Herkes ber bi Şamê bi rê ketibûn, lê wan berê xwe dane Şehba û li Til Rifatê. Metirsiyek komkujiyên mezin ji bo koçberan hebû. Ji bo vê yekê  koçberên Efrînê derbasî heremên bi ewle kirin.  Lê dewleta Tirkiyê ya dagirker bi vê yekê jî qaîl nebû, berê xwe da Minbicê. Li ser Minbicê li hevkirinek çêbû.  Dema ku li Şamê statuyek hên zelal nebûbû wan xwest derbasî rojhilatê Firatê bibin.

Li bendava Tişrînê eniyek şer a nû hebû. Dewleta Tirk bi hêz û çeteyên xwe bi hovîtiyek mezin êriş dikirin. Di vê pêvajoyê de li vêderê berxwedaneke dîrokî dest pê kir. Şervanên, QSD, YPG û YPJ’ê bi darbeyên giran bersiv didan van êrişan. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker, ev berxwedan dît, hêz û leşkerên xwe, da alî û çete da pêş. Di demek wiha de vegeriyan û ji nû de pêvajoya bi Rêber Apo re dabûn destpêkirin-seknandin, ji nû de xistin meriyetê. Heyet şandin Îmraliyê.

Di nav raya giştî ya cîhanê de ev berxwedan dengek mezin vedabû. Herkesî behsa mafdarî û lehengiya Kurdan dikir. Lê mixabin bi tenê daxuyanî. Tu kesî midaxle nedikir. Dema ku di qada navnetewî de midaxle nahat kirin. li Tişrînê berxwedan derbasî merheleyek nû bû. Gel-sivîl bi rihê şerê şoreşgerî berê xwe dane Bendava Tişrînê. Li kêleka şervanan dest bi nobeda berxwedanê kirin. Di 17’ê Çile de me dît hunermend-şanoger Bavê Teyar û kurê xwe jî li ser bendava Tişrînê, tevlî vê berxwedanê bûne. Bavê Teyar li vê derê şanoya xwe ya dawî ya bi nave ‘Lawo, welle em ji we natirsin’ lîst û di encama erîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Post Views: 216
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.