Ramazan Olçen
Hevsengiya piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanê hatiye danîn diherife, dirûxe. Herkes vê jî dipejirîn e. Ne tenê li Rojhilata Navîn li cîhanê tevahî proseseke bi vî rengî dest pê kiriye. Li Ewrûpa, Amerîka, Asya-Pasîfîk, Afrîka û helbet li Rojhilata Navîn. Ji ber ku guherîn û veguherînên li Rojhilata Navîn rasterast bandorê li me dike, bala zêdetir li herêma me ye. Piştî şerê yekê dîzayna li Rojhiata Navîn êdî nabe ku weke xwe bimîne. Statukoya ku piştî şer hatiye danîn êdî ji her alî ve riziya ye, ji hev de dikeve. Melûm e, piştî şer nexşeya Rojhilata Navîn bi peymana Sykes-Pîcot hat xêzkirin. Li gorî berjewendiyên hêzên hegemon ên wê demê Îngilistan û Fransa ev nexşe xêz kirin.
Bi Sykes-Pîcotê li Rojhilata Navîn jî prosesa netewe-dewletan dest pê kir. Di vê prosesê de ji ber parçebûna Kurdan, ji ber nebûna rêxistin û bîrdoziyeke wan ha hevpar, nebûna tevgereke ku Kurdan hemûyî hembêz bike, Kurd bû statu man. Ketin ber penca qirkirinê. Ev bi Peymana Lozanê êdî hat fermîkirin. Hêzên cîhanî yên serdest Kurdan kirin qurbaniyê ‘aşitiya xwe’. Aştiya wan bû şer, bû êş û azar ji bo gelê Kurd.
Niha îro roj ew hevsengî, ew qedera bixwîn dike biguhere. Dîsa dîzayna herêmê di rojeva hêzên cîhanî de ye. Dîsa ew ê li berjewendiyên xwe bigerin û bipirsin. Lê ji bo Kurdan mirov dikare bibêje ku êdî deriyekî felatê dike vebibe. Bi saya feraset û keda Rêber Apo Kurd li rojhilata Navîn bûne hêzeke mezin e. Xwedan bîrdoziyeke welê ne ku bandore li gelên cîhanê giş dikin. Dirûşma felsefeya Jin Jiyan Azadî li ser zar û zimanê jinên cîhanê tevahiye. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku xwe disperse demokrasiya radîkal, ekolojî û azadiya jinê li akademiyan, li platformên cuda, di nav komelgehan de tê nîqaşkirin. Li Rojavayê Kurdistanê ev paradigm bi gewde bûye. Navê Şoreşa Jinê ya Rojava li cîhanê olan dide. Kurd bi rêxistiniya xwe ya jî nîşan didin ku daxwazê ne tenê ji xwe re ji hemû gelan re dike. Ev li Rojhilata Navîn û cîhanê di vî demê de tekane minak e.
Niha madem rewş bi vî rengî ye, madem Kurd gaveke din bavêjin wê azadiyê bi dest bixin, çima ewqas dilê me çargopal lê dide? Çima destê me lis er dilê me ye, fikar û tirsên me hene. Helbest sedemên vê hene û ev sedem jî ji bo tedbîrgirtinê divê hebin. Erê rast e, Kurd xwedan bîrdozî, rêxistin û Rêbertî ne. Lê di heman demê de siyaseta Kurdî hîn ji bo destnîşankirina çarenûsê bi awayekî yekrêz û yekhewest tevnagere. Ev dibe sedem ku dijmin û neyarên Kurdan ji xwe re hisaban bikin. Ev dibe sedem ku li ser Rojava bombe bikarînin. Ev dibe sedem ku pişta milletê Kurd êriş li gerîlayên azadiyê bê kirin. Ev dibe sedem ku Rêber Apo ev 26 sal in di pergala qirkirinê de bê girtin.
Di vî demî de reş û spî eyan û beyan bûye. Kes dikare fetlê bide xwe û xwe bizivirîne. Yek bi yek hemû Kurd, tevî pêkhayetên li Rojhilata Navîn di dûryaneke dîrokê de ne ku îcar dikarin qedera xwe bi destê xwe binîvîsin. Wêneyên sedsala bihurî li ber çavê me ye û her roj sûretên nû li vê wênêyê mezin dibe. Êş û azar dewam dikin. Pêwîst e, em hemû qerara xwe bidin. Heke biryara me azadî be, heke biryara me jiyana bi nasname, çand û zimanê xwemalî be hingê erk û berpirsyariyên me hemûyan hene.
Gava yekem dive em dest bidin hev, mil bidin têkoşîna azadiyê, têkoşînê mezin bikin û dawî li şerma 26 salan a pergala qirkirinê ya Îmraliyê bînin. Heke Rêber Apo ji wê pergalê bê derxistin hinge, em ê bikaribin bi layiqî bi serbilindî bibêjin ku em azadiyê, aştiyê, demokrasiyê dixwazin. Lê heke em bêrûmetiya, şerma ku bi pergala qirkirinê li me tê ferzkirin qebûl bikin, hinge daxwaza me ya azadî û aştiyê jî wê xwe xapandin be.






