Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca êrişa li ser girtîgiha Sînaa, têkbirina aramiya herêma bû

21/01/2025
in ROJEV
A A
Armanca êrişa li ser girtîgiha Sînaa, têkbirina aramiya herêma bû
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Armanc ji êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya ku di 20’ê Çileya 2022’yan de pêk hat, têkbirina aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Herwiha bi berxwedaniya QSD’ê piştî 7 rojan ji pêngava Gurzê Gelan 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û pêngav bi ser ket, di heman demê de 121 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.

Roja 20`ê Çileyê derdora demjimêr 19:30’an çeteyên DAIŞ’ê êrişeke berfireh li ser girtîgiha Sînaa ya li Taxa Xiwêrana Hesekê çêbû, di encama şer û pevçûnên dijwar de ku nêzikî 6 rojan berdewam kir, şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) û hêzên Asayişê êrişên DAIŞ’ê têk birin. Çeteyên DAIŞ’ê piştevaniya xwe rasterast ji Tirkiyê û ji hin hêzên herêmî digirt.

Êrişê çawa destpê kir?

Di 20’ê Çileya 2022`an de, saet 7’ê êvarê êrişeke berfireh û plankirî ya çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sinaa ya li Hesekê ku bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê lê dimînin çêbû. Gelek grupên çeteyan ên xwekujer ji derve tevlî vê êrişê bûn. Di dema êrişê de, destpêkê erebeyeke teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê yê derve hat teqand û ji 3 milan ve jî êrişî ser girtîgehê kirin û di heman demê de jî xwestin ku kontrola girtîgehê bikin da ku hêzên QSD`ê yê ku destwerdanê cihê êrişê bike, derbe bikin. Bi hezaran çeteyên di hûndirê girtîgehê de jî êrişî karmendên girtîgehê û ewlekariya hûndirîn yê girtîgehê kirin. Herweha kamyoneke tije çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê amade kirin da ku girtiyên DAIŞ`ê ji girtîgehê derkevin û bikaribin xwe bi çek bikin. Eger ev plana wan bimeşiya wê êrişî Taxa Xwêran, Taxa Zihûr, hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî bikin. Amadekarî û planê wan li ser vî esasî bû.

Êrişa paijkirinê li dijî DAIŞ`ê

Di çarçova Pêngava bi navê Gurzê Gelan êrişekî paqijkirinê li hember DAIŞ`ê him li derdora girtîgehê û Hasekê û him jî li giştî herêmên wekî Dêrezor û Reqayê hate destpêkirin. Hêzên QSD`ê û Asayîşê bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî çûne ser van grupên çete yên êrişkar û piraniyên wan hatin tunekirin. Di encamê de careke din ev girtî hemû ketin bin kontrolê û derbasî girtîgeheke cûda bûn. Ji bo zerar negihîje mal û canê gel û hemwelatiyên li Hasekê.

Çekdar ji Serêkaniyê û Iraqê hatibûn

Bê guman plana DAÎŞ’ê berfireh bû û tenê ne êrişeke navendî bû. Li gorî agahiyên di destê me de û îtirafên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, beşek ji çeteyên êrişkar ji herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Girê Spî hatibûn. Beşek din ji hêla Îraqê ve hatibûn taqwiyê û esas plan û koordînekirina vê êrişê, li gorî ku hatiye tekezkirin li derveyî sînorên Sûriyê hatibû amadekirin. Ev êriş ji nişkê ve çênebû. Piştî serkeftina Baxozê ya mezin, ji aliyê coxrafîk ve DAIŞ hatibû têkbirin, lê belê DAÎŞ xwe ji nû de ava kir û li gorî şert û mercên nû xwe bi rêxistin kir. Wan her tim dixwest careke din xwe vegerînin hêza xwe ya berê û tirseke terorîzmê li ser civakê û gelên herêmê çêbikin. Her tim hewildanên xwe yên êrişê hebûn, bi taybet li herêmên wekî Dêrezor, Reqa, Şeddadê û li xeta sînorê Îraqê. Ev zêdeyî sê salan e ku têkoşîneke dijwar li hember DAIŞ’ê ji hêla QSD’ê ve tê meşandin. Hêjayî ku bê zanîn jî berpirsiyariya dewleta Tirk ya ji ber êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa û ya bi armanca berdewamkirina DAIŞ’ê, berpirsiyariya herî li pêş bû. Ji ber ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, pê re jî gefên wê yên bi rengekî domdar, di roja îro de jî hem moral dide DAIŞ`ê û hem jî zemîneke ku DAIŞ xwe bi rêxistin bike, nefesê bistîne û wan derxîne holê.

Bîlanço

Wekî encam; DAIŞ`ê carekî din xwest ku rojên tarî û kabûsekî bîne ser gelên herêmê û ji gelek zemîn û aliyan sûd wergirt, lê belê qehremanî, cesaret û wêrekiya şervanên QSD, YPG û YPJ’ê li hêleke din jî hişyarî û girêdana gelên herêmê carekî din bi rûhê salvegera serkeftina Kobanê, bi rûhê berxwedana Kobanê serkeftineke din çêkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê di hundirê girtîgehê de 77 şervanên me yên karmend û parezvanên zindanê bi awayekî hovane hatin şehîdxistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir 40  şervan û 4 ji hemwelatî gihan asta şehadetê. Di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervan bi qehremantiyeke mezin şehîd bûn. Hêjmarê kûştiyên DAIŞ`ê jî 374 bûn.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.