Amara Baran/Qamişlo
Rojnamevan Evîn Îbrahîm wiha behsa bê hiqûqiya dewleta tirk a li hemberê cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn kir. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanûna 2024’an de dema ku di nav şerê dijwar de bûn dengê berxwedaniya şevanan ji aliyê dewleta tirk ve hatin hedefgirtin.
Dewleta tirk careke din li ber çavê hemû cîhanê kiryarên xwe yên der mirovî li ser cenazeyê herdû rojnamevanan pêk anî û rê neda ku cenazeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan derbasî bakurê kurditanê bibe. Di vê çarçoveyê de Rojnamevan Evîn Îbrahîm ji rojmaya me re axiv.
‘Çapemeniya azad bi şoreşa rojava re xebatên girîng meşand’
Evîn diyarkir ku qada herî pîroz Piştê şoreşa rojavayê kurdistanê bi awayek çalak ket nav kar û xebatê de qada çapemeniya azad bû û wiha domand” di sala 2011 ‘an de bi vekirina rojnameya Ronahi yekem saziya çapemeniyê ku li Rojava bi tevlîbûna hijmarek rojnamevana xebat da meşandin. Roj bi roj qada çapemeniya azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bû, gelek rojev hatin destgirtin û gelek guhertin bi rêya çapemeniyê hatin çêkirin. Bandora wê qadê li ser asta giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi pêşengtiya jinê şoreşa Rojava çêbû, qada çapemeniyê di asta herê jor de xebat dimeşîne.”
‘Nazim û Cîhan bi şoreşa rojava re berê xwe dan kelha berxwedanê’
Evîn bi bîrxist ku Di sala 2014’an de êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedaniya gel û Şervanên QSD,YPG û YPJ’ê ku cara yekem bû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ dihat şikandin gelek rojnamevan ji parçeyên din yên kurdistanê berê xwe dan qada berxwedanê. Û got” pêvajoya ku li kelha berxwedanê ango li Kobanê şer destpêkir hijmarek rojnamavan ji bakurê kurdistanê berê xwe dan rojava yek ji wan rojnamevanan jî Heval Nazim Daşatan bû, bi awayek çalak dengê berxwedaniyê û gelê xwe ji raya giştîre ragihand. Heval Nazim ji berxwedaniya Kobanê heta dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî ruxmê ku metirsî li ser hebûn jî, ji bo ku dengê gelê xwe û binpêkirinên ku ji aliyê dewleta tirk û Çeteyên wê ve dihatin kirin her di nav kar û xebatan de bû. Herwiha Cîhan Bîlgîn jî di sala 2017’an de wek rojnamevaneke çalak ji bakurê kurdistanê berê xwe da Rojava û di qada çapemeniya azad de, di Ajansa Hawarê de kar û xebat da meşandin. Çi êrîşên dewleta tirk li ser Rojava bihata kirin bi cesaret û wêrekiyek mezin kamereya xwe digirt û dişopand, dengê gelê xwe digihand raya giştî. Bi vê cesaret û wêrekiyê gelek xebatên pîroz da meşandin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di hemû beşên çapemeniyê de kedeke bêhempa dan meşandin.”
‘Bi nûçeyên rast şerê taybet yên dewleta tirk vala derxistin’
Evîn anî ziman ku ” di êrîşên dewleta tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê û bi taybet di demên dawiyê de mijarên girêdayî şerên taybet yên ku li ser heremên Bakur û Rojhilatê sûriyê hatin destpêkirin çi bi rêya çapemeniyê be, çi jî bi riya medyaya dijîtal be heval Nazim û Heval Cîhan bê didilî berê xwe dan qadên şer yên ku berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin li bendava tişrîn û karakozaqê. Di pêvajoya ku Dijmin her roj bi rêya çapemeniya xwe digot ku pira qaraqozaq û Bendava tişrînê êdî ji destê şervanên QSD’ê derketiye ku me dagirkiriye bi vî awayê dixwastin bi hestên gel bileyîzin û berxwedaniya ku tê meşandin vala derxîne û bi gef û tehdîdên xwe bêje ku emê tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û gelek nûçeyên bi vî rengê yên derew dihatin belavkirin. Heval Nazim û Heval Cîhan jî ji bo ku çapemeniya şerê taybet vala derxînin û rastiya heyî bi gel re parve bikin berê xwe dan wê qadê. Di demeke ku hemû cîhan li bende bû ku ka ew bendav di destê dewleta tirkde ye an jî di destê şervanan de ye berxwedaniyeke çawa li wê derê tê meşandin li benda wan nûçeyan bûn yên ku bi awayek zîndî nûçeyên berxwedana şervana ragihand, heval Cîhan û Heval Nazim li wê derê bi awayekê çalak kar û xebat dan meşandin û heta hinaseya xwe ya dawiyê û bi rengekî çalak di nav xebatê de cîh girtin û dema ku li ser karê xwe bûn ji milê dagirkeriya tirk ve hatin hedef girtin.”
‘Rojnamevan dibin hedefa dewleta tirk û çeteyên wî’
Evîn anî ser ziman ku” Hevrêyên me Nazim û Daştan rojnamevanên bi bandor û xwedî kedbûn û rolek mezin di qada çapemeniyê de leyîstin û bi taybet di demeke ku li bendava tişrîn û qaraqozaqê êrîşên hovane dihatin meşandin. Dewleta tirk dixwest bi rêya çapemeniya xwe li ser gel şerê taybet bide meşandin, rastiyên ku heval Cîhan û heval Nazim ji raya giştî re parvekirin ji dewleta tirk re bû cihê nerazîbûnê ku herdû heval hedef girtin, di encama êrîşa hewayî de heval Nazim û Cîhan di 19’ê Kanûna 2024’an de li ser kar û xebat ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin hedef girtin, ji destpêka şoreşê heta roja îro bi dehan rojnamevan ji aliyê dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê ve hatin hedefgirtin ji ber ku qada çapemeniyê qadekî pir hestiyare ku dengê gel û dengê berxwedaniyê û li hember şerê taybet têkoşîn dike. Ji bo wê jî rojnamevan bi awayek hovane tên hedef girtin. Şehadeta herdû hevalan ji bo me di asta herê bilind de cihê xemgîniyê bû. Em wek rojnamevan dizanin ku çawa hestên xemginyê û hêrsa ku li hember dijmin derdikeve di kar û xebata xwe de bi cih bikin û bibin bersiv ji bona rêhevalên xwe. Carek din me soza xwe bi heval Cîhan û Heval Nazim re nû kir ku emê mîrasên wan yên ji me re ma ye berdewam bikin. Xewn û xeyalên wan yên ku dixwastin kurdistanek azad û gelek azad ava bikin bimeşînin.”
‘Dewleta tirk kiryarên dermirovî li hember cenazeyan pêk tîne’
Evîn îbrahîm di dawiyê de wiha behsa kiryarên dewleta tirk a li hemberê cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn kir û got” Dewleta tirk a dagirker dema ku herdû heval hedefgirtin daxwaziya malbatê ew bû ku cenazeyên zarokên xwe derbasê bakurê kurdistanê bikin. Di destpêkê de ji malbatan re hate gotin ku dê cenazeyên herdû rojnamevanan li Deriyê Sînor ê Nisêbînê radestî malbatan bêne kirin. Li ser vê yekê malbat hatin ber deriyê sînor ê Qamişloyê lê cenaze nehatin dayîn. Piştre jî hate destnîşankirin ku cenaze dê ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê de ye bên teslîmkirin. Malbat û heyetek ji rojnamevanan 3 roj li ber deriyê sînor sekinîn, lê cardin rê nehat dayîn ku derbasê bakurê kurdistanê bibe ku malbat bikaribe biçe ser tirba zarokên xwe. Ew bê hiqûqiya ku dewleta tirk dimeşîne li ber çavê raya giştî hat kirin rûxmê wî jî hemû cîhan û raya giştî li hemberê wan kiryaran bê deng man. Em wek rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên dewleta tirk şermezar dikin û em bang li raya giştî dikin ku li hemberê van kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin. Dewleta tirk bi xwe rojnamevanan hedef digre û carekdin bi erkeke ne exleqî rabû derbarê rê li pêşiya cenazeyên wan girt û bi vî awayê xwastin ku bi malbat û cenazeyên herdû rojnamevanên şehîd îşkence bide kişandin.”






