Hemza Sêvo/ Qamişlo
Sekreterê Partiya Demokratî Kurd li Suriye (Partî) Nisreddîn Îbrahîm da zanîn ku civîna fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî gaveke dîrokî û pîroz bû. Herwiha Îbrahîm bang li hemû partiyên siyasî kir ku tevlî kongreya netewî-kurdî bibin.
Di 16’ê vê mehê de fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê PDK’ê Mesûd Berzanî li Başûrê Kurdistanê civînek li dar xistin.
Mijara yekrêziya kurdî di civînê de yek ji xalên sereke bû, girêdayî heman mijarê jî sekreterê Partiya Demokratî Kurd li Suriye (Partî) Nisreddîn Îbrahîm bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Hûn civîna ku di navbera Mezlûm Ebdî û Mesûd Berzanî de çêbû çawa dinirxînin?
Bê guman hevdîtina serok Barzanî û cenêral Mezlûm Kobanê gaveke pîroz û dîrokî bû. Wekî em dizanin Mezlûm Ebdî bi vexwenidineke fermî ji hêla serok Barzanî ve çû Hewlêrê û li Selahedîn civîna wan hat lidarxistin. Di wê civînê de hin mijarên serek hatin nîqaşkirin. Di serî de yekbûyîna mala kurdî, têkiliyên herdu aliyan, rewşa Sûriyê û rêveberiya HTŞ’ê bû. Bi taybet mijara herî girîng a ku herdu serkirdeyên kurd yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû. Ev hemû mijar jî bi berfirehî hatin guftûgokirin û li ser xalên qalind hatin erêkirin. Rojhilata Navîn, Sûriyê û tevahiya Kurdistanê di qonaxên nû re derbas dibe. Guhertinên siyasî yên mezin li Sûriyê, Lubnan, Xeze, Îraq, Yemen û Îranê çêbûn. Di vê rewşa ku Rojhilata navîn û Kurdiatan tê re derbas dibe kurd û tevgerên kurdî hewcedarî yekîtiyeke netewî ne. Herwiha gelê kurd hewcedar e ku li ser asta Kurdistanê û her parçeyekî kongreyeke netewî li dar bixe. Lewma jî di vê rewşa hestiyar de civîna ku di navbera Mezlûm Kombanê û Mesûd Barzanî de çêbû gelekî girîng bû.
Gelê kurd li benda yekrêziya hemû aliyên kurdî ye, çiqasî hûn geşbîn in ku hevrêziya kurdî pêk were û eger pêk neyê dê çi bibe?
Ev dema ku em tê de ne, qonaxa hebûn û tunebûnê ye. Gef û tehdîdên dewleta Tirk ên mezin li ser me hene. Divê nakokiyên berê di rewşa hestiyar de neyên ser maseya diyalogê. Çi tişa hebe biçûk be an jî mezin be, bi diyalogê wê bên çareserkirin. Em niha di yek kolanê û yek xendeqê de ne. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku herêmên me mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Til Rifeetê dagir bike. Erdogan eşkere dibêje em ê kurdan û çekên wan bisipêrin axê. Piştî ew rûniştina pîroz a ku di navbera QSD’ê û PDK’ê de çêbû, kêfxweşiyek di dilê miletê kurd de çêbû. Hêviya me gelekî mezin e ku hevrêzî çêbibe û ew ê pêk were jî. Bi sedema vê civînê gelê kurd li tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê şahiyên mezin li dar xistin. Ev civîn jî wê bandoreke mezin bi erênî li nêzîkbûna aliyên kurdî bike. Di heman demê de ew ê tu aliyên siyasî nikaribe xwe ji lihevkirinê bide hêleke dûr. Ji ber vê yekê banga me ew e ku em li pişta hêza xwe bisekinin, ev hêza ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berevaniya axa Rojava dike. Herwiha em yekrêziyeke kurdî ava bikin ji bo ku em bibin yekdeng û yekreng.
Di vê rewşa ku gelê kurd tê re derbas dibe û piştî hevdîtina Ebdî û Barzanî, pêwîste gavên çawa bên avêtin ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî?
Heta niha hûrguliyên kar û xebatê nehatine diyarkirin, lê di dema pêş de pêwîste gavên cidî bên avêtin. Di serî de danûstandinên PYNK û ENKS’ê yên di sala 2020’an de rawestiyan, dîsa werin destpêkirin. Di heman demê de kongreyeke netewî-kurdî li dar bikeve. Herwiha şandeyeke hevbeş bê çêkirin weke nûnera gelê kurd ji bo ku diyalogê bi hikumeta demkî û hemû aliyên siyasî yên hundirîn û derveyîn re bike. Bi destpêşxeriya PYNK’ê amadekariyên lidarxistina kongreyeke netewî hatine kirin. Komîteyeke amadekar ji tevahiya partiyê siyasî ji bilî ENKS’ê, gelek nivîskar, rewşenbîr çalakvanên sivîl û hwd… li ser asta Rojava cihê xwe di vê komîteyê de girtine. Ji 5’ê vê mehê ve me bi riya şandeke xwe têkilî bi ENKS’ê re kiriye ku wê vexwînin ji bo tevlî vê kongreyê bibin û heta roja îro jî em li benda wan in. Em di wê hêviyê de ne ku wê ENKS’ê û hemû aliyên siyasî di kongreya netewî ya Rojavayê Kurdistanê amade bibin. Armanca me ji kongreya ku were lidarxistin jî ew e ku em yekrêziyeke kurdî pêk bînin û mîsaqekê ji bo maf û daxwazên gelê kurd li Sûriyê binivîsînin. Ya duyem jî ji vê kongreyê şandeke hevbeş ji bo nûnertiya gelê kurd were avakirin.