Hafiz Ahmet Turhalli
Dewleta Tirka hov, piştî têkçuna Beşar Esed, li dijî Kurdan êrîşên xwe dijwartir û girantir kirin. Weke ji Ereba fêr buye û di dîroka xweya xwînrêtiyê her dem pêk aniye “El Fursetû Xenîmetun”. Firsend xenîmete, lewre Esed têkçû û ezê Kurdên ku hêza wan têrê nake, ji holê rabikim. Dewleta Tirk li ber çavên cîhanê mirovên sivîl û bê guneh bi frokeyên şer dikuje.
Piştî reva Beşar, berê xwe û çeteyên xweyê dizê mirîşkan, dan ser cîh û warên Kurdan. Til Rifet û Şehba kû niştecîhên wî penaberên Efrîna brîndar bun, carekî dinê kuştin û malwêranî li ser wan penaberan ferz kirin. Kurdan wek her carî xwestin bê xwîn çareserî li ser xaka Surî pêş bikeve. Lê Kujerê Kurd yê sereke dewleta xwînmij û qirker, diranê xwe lihev seqandin, kuştin û şer li ser Kurdan ferz kirin.
Em îro dibînin ev zêdetirî mehekiyê kû bi hemû hêza xwe li dijî Kurdan ketiye nava liv û tevgerê. Çete û dewleta Tirk, li ber bendava Tişrînê bi destwerdana QSD hatin seknandin û xuyaye rewşa wan jî nebaşe. Hakan Fîdanê kurmê darê, ketiye nav liv û tevgerê, li çar hêlê dinyayê digere û dibêje: Hawar; alîkar û hevkariya me bikin, em Kurdan têk bibin, hûn çi bixwazin emê pêk bînin. Ji bo Kurd werin tune kirin, hemû derfetên xwe bikar tînin û anîne. Tiştê xuya dike, dewleta hov, li hemû cîhanê baweriya xwe wenda kiriye. Tu dewlet bi sîyaseta wan û peymanên wan nebawerin. Di nav xwede jî aboriya wê gellekî qels buye, qelîta wî ya zanyarî û pêşketinê jî, her diçe lawaz dibe.
Ger henekî amurên şer yên dij balafiran bi destê qehremanên Kurdan bikevin, hevsengiya şerê neha biguhere, dê dewlet Tirk ji binîve hilweşe.
Ger weha were berdewamkirin, ewê şerê Rojava bibe sedemê têkçûna dewleta kujer. Kurd jî bi hemû nêrîn û Baweriyên xwe, her diçin nêzê hev dibin, ber bi yekîtiyê ve diçin.
Dewleta Tirk, dixwaze HTŞ û çekdarên wê sor bike û bi ser xaka meya pîroz de bişîne. Ger HTŞ vê şaşiyê bike, dê aqubeta DAIŞ ’ê li serê wê jî were. Karê heta neha bi rêberiya dewleta kujer HTŞ pêk tîne, xeterî û tehlîkeyên di nava xwe de dihebîne. Nêzîkbûna HTŞ’ê ji bo Elewiyan, Durziyan û kême Netewan zingilê xirabiyê lêdide. Ger bi rêberiya dewleta Tirkan HTŞ xwe bikar bike, divê vê gotinê, bi bîra xwe bîne: “Kesê Rêberê wî Qijek be, dê bêvila wî ji nava pîsiyê dernekeve”.
Kesê guhdarê van kujeran be, wê tim û tim kuştin û malwêranî para wan be.
Divê hemû niştecihên Rojhilata navîn bi giştî û yên xaka Surî bi taybetî, xwe ji dewleta kujerên zarok û jinan dûr bigrin. Ji ber ev dewleta bê xirabî û malwêranî tu tiştek pêş nexistiye.
Ger em bixwazin li ser xaka xwe, bihevre di nava aşitî û aramîyê de bijîn, divê em van kujeran bi yek carî têk bibin. Ev jî ne tenê karûbarê Kurdên Rojavaye, karê me hemû Kurdane, lewra dûvê Dêlegurê dê di Rojava de qut be. Serkeftina Kurdan li Rojava, hatina aramî, aşitî û dadweriyê. Haydê Kurdo: Dîrokê rol daye te, rola xwe pêk bîne û kujeran têk bibe.