Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd çeka xwe nadin destê kesî

19/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd çeka xwe nadin destê kesî
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî

Dewleta Tirk a dagirker, bi hemû aliyan re di nava tevgerê de ye, ji bo tenê dawî li tevgera rêxstinkirina Kurdan bîne. Çi li başûr, çi li bakur û çi jî li Rojava bi her awayî êriş dike û ev êriş jî bi salan e dirêj kirine û hîne jî dewam dikin.

Di demekê de ye ku Rojhilata navîn li ber zayîna nû ye, dewleta Tirk êrişên xwe li ser Kurdan zêdetirkirine. Tirsa wê ew e Kurd bibin xwedî statû ku ev jî mêjîyê wan ranake. Ji ber bi salaye hemû derfetên aborî yên dewletê xistine şerê rê girtina li Kurdan lê nekarîn Kurdan tune bikin. Bi taybet di Rojavayê Kurdistanê de pêşî bi komên çete û paşê bi DAIŞ’ê dewleta Tirk xwest Kurdan biqedîne, lê di encama siyaset û şerkirina Kurdan li hember terora cîhanî, roj bi roj Rojava mezin bû û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû hembêz kir.

Her wiha piştî pêvajoya têkbirina DAIŞ’ê, dewleta Tirk bi xwe rasterast li Efrîn û Serêkaniyê ket dewrê da ku kurdan qir bike, piştre dît ku nikare encam bigre, vê carê xwe avêt bextê rêjîma Şamê û xwest tenê bi Esed re hevdîtinekê bike da tev de li dijî Kurdan şer bikin, lê Esed qebûl nekir û got ku dewleta Tirk hêzeke dagirkere. Vê carê dewleta Tirk bi her awayî zextê li desthilata Şamê ya Ehmed El-Şerie dike da li hember QSD’ê pêvajoyeke leşkerî bide destpêkirin û çeteyên xwe yên weke Hemzat û Emşat xistine dewrê û zêdetirî 25 rojin êrişî bendava Tişrînê dikin. Ev çeteyên ku êrişî bendava Tişrîn jî dikin, hemû berê endamên DAIŞ’ê bûn û niha jî bi navê ‘artêşa Niştîmanî ya Sûriyê’ tevdigerin. Ev êrişên li ser Rojava ku dewleta Tirk pêk tîne, armanca wê ya sereke dagirkirina bendava Tişrîn heta Kobanê ye, ku dixwaze herêmên dagirkirî wekî gava destpêkê bighîne hevdû û paşê hemû herêmê dagirbike, lê helwesta milet û berxwedana şervananên QSD’ê, plana wan heta niha têk biriye.

Dîsa ji ber guhertinên li Rojhilata navîn wê Turkiyê jî bixe nava xwe, MHP’ê di nava tevgerê de ye û dixwaze Kurdan di bin navê biratiyê de bîne aliyê xwe, lê li ser erdê bi her awayî êriş dikin. Derbarê vê helwesta dewletê de û bangên serokê wê Erdogan ku dibêje ew ê Kurdan tevî çekên wan bin ax bike, Hevserokê Konserya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji televizyona Stêrk tv re axivî û bersiveke zelal da. Cemîl Bayîk diyarkir ku dewlet bi her awayî û hemû cure çekan êrişî Kurdan dikin û ji Kurdan re dibêjin çekên xwe deynin.

Lê eşkere ye ku di van şertûmercên niha de, kî karibe xwe li ser piyan biger, çekên di destê xwe de herêmên xwe biparêze, rêxistina xwe ya civakî zêdetir xurt bike, ew ê li herêmê bibe serkêş. Yên berovajî wê jî ku bê çek û rêxistina civakî ne, ew ê li ber lingan herin û her alî bixwaze ji xwe re bi kar bîne. Kurd li her çar parçeyên welat hevgirtî ne û dikarin xwe hîn zêde bighînin hevdû. Lewma hevdîtina di navber Serokê PDK’ê Mesûd Berzanî û Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî di vê çarçoveyê de girîng tê dîtin.

Post Views: 163
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.