Ronaz Silêman/Qamişlo
Lêkolînerê Hunerê Serhed Zana diyar kir ku çand û huner di cewherê xwe de şoreşgeriye, lê sîstemên deshilatdar ew veguhertine bazirganiyê û got, “Temenê Çand û Hunera Şoreşgerî bi Tevgera Azadiyê re hatiye destpêkirin. Di vî temenî de bi hezaran berhem û bi 100’an berdêlên giranbuha hatin dayîn.”
Derbarê girîngiya çand û hungera şoreşgerî, lêkolînerê Hunerê Serhed Zana bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Di cewherê xwe de çand û huner ji bo civakê tê çi wateyê?
Dema tê gotin çand, em behsa mirov dikin, tiştê ku mirov bi destê xwe çêkiriye û pê jiyana xwe didomîne. Mirov bi destê xwe tiştan diafirîne û teşeyeke bi wate dide wê, dibe ku berhemên madî yan jî manewî bin, ji vê re dikarin bibêjin çand. Çand di kurdî de ji çandiniyê tê. Alavên madî û manewî ji malekê heyanî erebeyekê, ji teknîk heyanî alavên cotkariyê, ji ol hetanî exlaq, ji huner heyanî hizir, ev hemû berhemên mirovin, sîwana van re çand tê gotin. Di heman demê de tiştê ku em jêre dibêjin kevneşopî û mejo bi gotinekî din dîrok, sîwana wan çand e.
Huner jî beşekî di nava çandê de ye. Dîroka çandê hem dîroka hunerê muhtemele bi hev re ye. Dema mirov dest bi avakirina çandê kir, pêre jî berhemên hunerî dest pê kir. Huner beşeke çandê herî xurte. Çanda ku civak pê jiyan dike, huner dikare pêşengiya wê bike, sererast, xweşik û hurguliyên wê baştir pênase bike. Huner ji gelek beşan pêk tê, mîna beşê govend ê ku ji kurdan re beşê herî sereke ye, herwiha muzîk jî, ev sedemên xwe sisyolojîk hene. Sîname dibe ku nû dikeve jiyan kurdan, şano ew jî dîroka wê ne kême, di dîrokê de dikarin bibêjin heye, wêne jî, ji serdema şikeftan û heya niha, dibe ku di roja me ya îro de pir ne berbiçave, lê ev beş hemû di çanda kurdan de, an jî de Kurdistanê de dewlemende.
Dema em dibêjin Kurdistan tenê behsa kurdan nakin, ji ber reng, ziman, netew û baweriyên cûda di axa Kurdistanê û Rojhilata Navîn de, jiyan kirine, hem jî, ji hev bandor bûne, di encamê de hunerkî pir dewlemend ku ji gelek aliyan ve têrker û pêşengiya civakê bike derketiye holê, lê pêşengên wê yên sereke ku ev huner belavî Rojhilata Navîn kiriye kurd in. Dema em vê dibêjin em kurdan pir pîroz nakin, lê em behsa rastiya dendika civakê dikin, huner jî dikarin wiha pênase bikin. Di heman demê de huner tê wateya pênaseya sosyolojiya civakî, xeyal û daxwazên civakê, guhertin û veguhertina civakê. Ji bo ku huner bibe huner, jêre armanc, çîrok û naverok pêwîste. Huner jî mîna çand ayidê mirov e. Heger em ji teşetekî re bêjin huner divê em behsa mirov bikin, mîna têkiliya mirov bi xweza, civak, gerdûn û jiyan, bêyî van nikarin hunerê pênase bikin.
-Kengî çand û huner dibe çand û hunera şoreşgerî?
Dema em behsa çand û hunera şoreşgerî dikin, tê wateya guhertin û veguhertina radîkal. Çand an huner di cewherê xwe de tiştekî şoreşgerî ye. Çand hêdî hêdî tê guhertin, huner yek ji yê ku çandê diguherîne û tiştên cûda lê bar dike, hem jî tiştên ku nema bikêr civakê tê ji derdixe. Di roja me ya îro de, heger em behsa Kurdistanê dikin, em behsa komkujiyan dikin, ji ber dîroka Kurdistanê bi komkujiyan dagirtiye, li erdnîgariya Kurdistanê buhista ku xwîn têde nehatiye rijandin, nemaye. Talan, tecawiz, dagirkerî û mîtîngerî her tim li ser Kurdistanê bi hezar salan heye, bi taybet zilamsalarî xerabiyên pir mezin li ser Kurdistanê pêk anîne. Pîvan û exlaqê civakê ji cewherê xwe hatiye derxistin, ew jî bi talakirina erdinîgariya Kurdistanê re.
Pîvan, exlaq, xeyal, fikir û azadiya civakê bi erdingariya wê re hatiye talankirin, ji ber wê jî çand û hunera şoreşgerî di vir de deha herkbar, bi hêz û xwe bawer derdikeve holê, civakê hişyar, perwerde û ronahî dike, hem jî di parastinê de pêşengiya civakê dike. Civak tenê bi leşkerî, hizir û siyasete nayê parastin, lê ev hemû cûreyên parastinê ne, em a yê ku rola mezin bilîze huner e. Huner di parastinê de rola sereke dilîze, ji ber ku dikare zû xwe bighîne dil û mejiyê civakê û bandorê li ser bike. Heta niha dagirker û kapîtalîst wekî çekekî ji hevxistin û xerakirinê, huner hinekî ji çerxa kapîtalîzmê niha di cîhanê de digerîne, lewra li hemberî hunera kampîtalîzmê û bazariyetê, divê huner asta xwe bilind bike. Dema ku huner asta xwe bilind dike ji bo parastinê, êdî dikeve rewşekî cûda û dibe hunerekî şoreşger. Çand û hunera şoreşgerî ew e ku hem welat, civak û exlaqê xwe diparêze, zindî dike, guhertin û veguhertinan çêdike, ronahî û pêşengiyê dike.
-Rola hunermendan ji bo welat çi ye û çiqasî hunermend dikarin bandorê li civakê bikin?
Nirxandineke Rêber Apo heye ku tê de dibêje “Hunermendên me ew in ku hewce bû agirê azadiyê pêxin û gava gerek kir jî, di wî agirê azadiyê de bişewitin” hunermend rola wî ew e. Di Rojhilata Navîn de tevgerên wisa derketine pêş ku hunermend, fîlozof û wêjevan her tim pêşengî kirine û berdêl jî dane. Weke Tevgera Azadiyê jî, ji sale 82 û 83’an ve bi pêşengiya Rêber Apo komên Rojava hatin avakirin, herwiha yên ku niha em ji wan re dibêjin xeta TEV-ÇAND’ê bi pêşengiya şehîd Mizgîn, şehîd Sefqan, 83 koma Berxwedan li Ewropa pêş ket, 91 li Istembol (NÇM) Navenda Çanda Mezopotamiya, piştre Mêrsînê, Edena û 2001’an jî li Amedê Navenda Çanda Mezopotamyayê hate vekirin. Piştî Şoreşa Rojava û şûn ve, ev qonax berfireh bû, ekademî û navendên çandê vebûn, êdî Çand û Hunera Şoreşger bêtir pêş ket.
-Çand û hunera şoreşgerî kengî bêtir xwe daye pêş û temenê wê çiqas e?
Temenê Çand û Hunera Şoreşgerî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re dest pê kir. Di vî temenî de bi hezaran berhem û bi 100’an berdêlên giranbuha hatin dayîn, da ku çanda xwe biparêzin û qedaxa li ser zimanê xwe rakin, mînaka vê li cîhanê tune ye. Li deverên din dikarin bêjin ji bo çand û hunera xwe, hunermend ewqas şehîd bikevin û fedekariyê bikin, dibe ku hin berdêl dabin, lê bi qasî Kurdistaniyan ewqas berdêl nehatiye dayîn. Dibe ku gelek kêmasî hebin lê bi fedekariyeke pir mezin çand û hunera şoreşgerî heta roja me ya îro hatiye parastin. Em şehîdên xwe yên ku di orixa heqîqetê de şehîd bûne, bibîr tînin û bejan xwe li hemberî wan ditewînin, rê û xeyalên wan berdewam dikin.
-Teybetmendiyên hunermend çi ye, bi taybet hunermendên Kurdistanê?
Ger em behsa teybetmendiyên hunermend bikin û di Kurdistanê de jiyan dikin, bi taybet em di nava Şoreşa Rojava de ne, divê cûda bigirin dest. Hunermendekî derveyî Kurdistanê dibe ku derdê wî ne azadî, welat, parastin û komkujî be, lê ji bo Kurdistanê pêvajoyên ku Kurdistan tê re derbas bûn, helbet hunermendên di vî welatî de jiyan dikin û bi komkujiyan re rû bi rû tê, li dijî wê têkoşîn erkê wî sereke ye. Dibe ku derfetên me kêm bin jî, lê çîrokên ku di vê têkoşînê de, bi hezaran qehremanan derketine pêş, her qehremanek serpêhatiyên wî yên cûda heye, hemû dibin destan. Li hin welatên cîhanê, çîrokên wan ên qehremantiyê tune ne, çîrokên wan li ser desthilatdariyê ye, îro jî Rojava û Rojhilatê Navîn dibe qurbanê vê yekê.
kesên ji Kurdistanê di nava dagirkerî û mîtîngeriyê tên dinyayê, dibînin ku çawa xweşik, bira, dê û bav ji mirovên rêzê dibe qehreman û vî welatî diparêzin, heger hunermend vê yekê nebîne, wê behsa çi bike, heger buhistek axa te azad tunebe çiqas dikarî behsa tiştên cûda bike, lewra rast destgirtin girîng e. Armancê hunerê derxistina derdê civakê û rastiya welat. Hunera ku nebe malê civakê, wê guhdarkirina wê demkî be. Her tim ez vê dibêjim heta di serê hunermendên Kurdistanê de, Kurdistaneke azad ava nebe, Kurdistan ava nabe, heger azad jî bû, wê Kurdistanekî zuha be, ji ber avakirina xeyalên Kurdistaneke azad ayidê hunermende. Di Rojava de gelek romanên ku hîn nehatine nîvisandin, an jî stran û şanoyên ku hîn nehatine çêkirin, ji ber wê jî divê hunermend xwe berpirsyar vê bibîne. Em di rojên dîrokî re derbas dibin, ji bo van rojên dîrokî re mirov, pêşeng û hunermendên dîrokî pêwîstin.
Hunermend mirovên bi wijdanin, mirovên bê wijdan nikarin hunerê bikin. Modêla ku niha li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê çêkirin, dikare bibe modêla Sûrî giştî û cîhanê, ev yek hatiye isbatkirin, ruxmê ku rojekî li Rojava şer nehatiye rawestandin, mirov jê model girt, ji bo wê helbet dikare bibe modêla Sûriyê, Rojhilata Navîn û Cîhanê, lê yê ku vê modêlê bi cîhanê bide naskirin, parastina wî bike û serferberî ragihîne, hunermendin. Rêber Apo got “Ez dixwazim bibim dengek ku were bihîstin û min wêneyek çê kir, dixwazim were dîtin” ê ku bihêle dengê Rêber Apo bê bihîstin wê hunermend bin. Di şexsê hunermendan de proja Rêber Apo bê dîtin, eger her mirovek bibe deng, reng, çav û xeyalên Rêbertî wê rojên azad û xweştir li pêş me bin. Em bi hezar salan bi hêviya vê azadiyê ne, lewra bi hezar salan têkoşîna wê dikin, cara yekê ye ewqas sîstemekî piralî derdikeve û dibe modêlekî ji bo Rojhilata Navîn ne.