Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yên ku hêza wan nîn be, nikarin aşitiyê pêk bînin

15/01/2025
in ROJEV
A A
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Dewleta Tirk dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan bênavber didomîne. Çeteyên bi navê SMO (Artêşa Sûriyê a Niştimanî) êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser dike. Çete bi serê xwe nikarin berxwedaniya QSD’ê têk bibin. Di heman demê de, ev şer ne şerê wan e. Di nav van de, diz û yên hatine pişaftin jî hene. Piraniya wan bi netewên weke Ûygûr, Ozbek, Çeçen hwd. her wiha gelek kesên ku ji rêxistinên weke DAIŞ û El Nûsrayê qutbûne jî pêktên. Bajarên ku di aliyê wan çeteyan hatine dagirkirin, ji gelê Kurd re mafê jiyanê nehiştin e. Mal û milkên wan hatin desteser û talankirin. Weke ku tê dîtin ti bîrdozî, fikirandin û armanca wan çeteyan tine ye. Dizî û talan kirin, kirine debara rojane ya jîyanî. Dewleta Tirk wana ji bona berjewendiyên xwe bikartîne, ji ber ku ev komên çete ne bidispilîn tevdigerin û ji bo armancekê şer nakin, nikarin xwe li hemberî QSD’ê ragirin. Ji ber vê yekê jî, dewleta Tirk ya dagirker rêya esmanî ji bona wan vedike û bi alîkariya çekên giran jî şerê tê kirin koordîne dike.

Dewleta Tirk niha jî, ji bona PKK’ê re lihevbike û çekan ji holê rabike desteyek şandine li Îmraliyê. Ev deste bi hemû partiyên li parlementê re hevdîtin pêk anî û der barê projeya çareseriyê ya Rêber Apo de agahdar kirin. Qaşo biratiya Kurd û Tirkan didin avakirin. Lê li aliyê din bi awayekî hovane hewl didin QSD’ê têkbibin û hêza berxwedanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkînin. Bi dijminatiyeke bêhempa hewl dide bi HTŞ û hêzên din re Kurdan ji derveyî pêvajoya çareseriyê bihêle. Zext li ser HTŞ û hêzên din dike ku demildest QSD’ê bê çek bike û bêhêz bixin. Cîhan dibêje ku divê şer û pevçûnên li Sûriyê rawestin, lê dewleta Tirk ya dagirker bi çeteyên xwe êrîş dike û hewl dide HTŞ’ê bi awayekî çalaktir tevlî şer bike. Ew di rastiyê de, hewl didin ku wan radest bikin ji ber ku ew alîkariya HTŞ’ê dikin. Dixwazin HTŞ’ê bixin bin serweriya xwe, li ser Sûriyeyê parêzgeriyekî ava bikin û wê bikin berfirehkirina polîtîkayên xwe. Her wiha ji bo ku Kurd li ber çavê welatên Ereb û hêzên weke DYA nebin xwedî maf, xaçperestiyê dikin. Hemû hewldanên wê li ser astengkirina kurdan û dûrxistina wan ji pêvajoya siyasî ya Sûriyê re xerc dikin.

Tirkiye li şûna ku pirsgirêkên bi kurdan re bi rêyên aştiyane çareser bike, hewl dide rêxistinên wan ên heyî tasfiye bike. Tirsa wan a herî mezin ew e ku kurd hişyar bin û xwe birêxistin bikin. Ji ber ku têkbirina gelên rêxistinbûyî û berxwedanê ne hêsan e. Dewleta Tirk zêdetirî 40 sal in di nava şer de ye. Artêşa mezin a NATO û çekan a ku heye bikar tîne. Wî bi deh hezaran mirov kuştin lê nekarî di şer de bi ser bikeve. Nikarîbû pêkhateyên Kurdan ên birêxistinkirî belav bike. Niha jî bi gotina aştî û biratiyê hewl dide vê pêk bîne. Helbet tenê bi şerê derûnî û lîstokan ne gengaze ku vê yekê pêkbînin. Kurd di vî warî de hişyarin û xwedî ezmûnê kevnarin. Di weşana vê propagandayê de êdî ji her demê bêhtir dîplomasî xistine meriyetê. Ji bo vê jî êrîşên xwe yên leşkerî zêde kirin. Li ser gelê Kurd û hêzên pêşeng ên demokrat û azadîxwaz zextên piralî tên kirin. Neçarin ku gelên ku li Sûriyê jiyan dikin ronî bikin û wana derheqê pêvajoyê de agahdar bikin. Bi şêwaza bisekine û meyze bike kiryar çareser nabin. Hêzên hember ger ku xwe rêxistin û plansaz kir, guhertina wê jî zehmetir dibe.

Di destpêkê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bona herêmên xweser xwedî pergalekî demokratîk bibe pêwîste ji pêvajoyê re pêşengiyê bikin. Ji bo vê jî xebateke xurt pêwîst e. Bêyî xebateke berfireh a çapemenî û dîplomatîk, zehmet e ku mirov li navxwe û derveyî welat bi ser bikeve û piştgirî bigire. Ji bo ku di dîplomasî û siyasetê de bi bandor be û encam bigire, pêwîst e di her qadê de bi hêz be, ango hêza xwe ya leşkerî zêde bike. Ji bo rawestana li hemberî hêzeke wêranker, mîlîtarîst û dagirker a weke Tirkiyeyê, ti rêyeke din nîne. Tirkiye hewildide ku hişemendiya netew-dewletê li Sûriyê avabik e. Rejima Baasê hat rûxandin, lê HTŞ’ê cihê wê girt. Rêveberiya Xweser di bin gef û êrîşeke mezin de ye. Rêveberiyê jî seferberî îlan kir. Li gorî vê divê hêza xwe ya leşkerî zêde bikin û sermayeyên xwe biparêzin. Bêyî ku li qadan bi hêz bin, di qada dîplomatîk û siyasî de ne pêkan e ku encam bi dest bixin. Divê neyê jibîrkirin ku sedema ku QSD’ê ewqasî tê nîqaşkirin, armancgirtin û guftugokirin ji ber ku hêzeke bi bandor e.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.