Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îmralî çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e

15/01/2025
in ROJEV
A A
Îmralî çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Rojnamevan Stêrk Gulo balkişand ser girîngiya hevdîtinên Dem Partî bi Rêber Apo re û wiha got: “Îmraliyê kilîta pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, ger ew çareser bibe wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser bibin.”

Stêrk Gulo balkişand ser hevdîtina DEM Partî bi Rêber Apo ku 28’ê Kanûnê pêk aht û wiha got: “Hevdîtina ku DEM Partî bi Rêber Apo re pêk anî li ser heft xalên girîn pêk hat. Berxwedana ku li Îmraliyê dihat meşandin û pêgava azadiya fîzîkî ,ket sala xwe ya duyemîn de ku tevahî gel bi gelek kesayetên demokratîk ve rewşenbîr û kesên ku xelata nobelê girtine bi vî rengî mesaj dan ku azadiya civak, mirov û jinan bi azadiya Rêber Apo ve girêdyî ye. Di Rojhilata Navîn de gelek guhertinên bilez çêbûn, Rêber Apo bi xwe jî di hevdîtina xwe de dibêje ku “Eger çareserî nebe ew êrîşên ku çêdibin wê bibin wek gêrgêrîkê di bedena civaka Rojhilata Navîn de.” Rêber Apo dixwaze vê çareser bike bi xwe jî got “Ez ji bo çareseriya mayînde çi bê xwestin hêza min jî heye û ez amade me.” Di vê pêvajoyê de hevdîtina bi Rêber Apo re hêza çaresereyeke bingehîne ku herkes bikaribe xwe lê bigre û liser bimeşin. Yên ku herê zêde vê rastiyê naskir dewleta Tirk bi xwe bû ku bi lêz xwestin li Îmraliyê hevdîtin çêbibe. Ger ew vê neke sîstema wî ya heyî û nîjadperestiya ku dane avakirin ber bi hilweşandinê ve diçe. Îro em dibînin ku derdora Tirkiyê bûye agir, ew agirê ku Bexçelî û Erdogan pêxistine ew ê bi xwe jî tê de bişewitin.”

‘Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye’

Stêrk Gilo axaftina xwe wiha domand: “Îmralî îro kilîta aloziya di rojhilatanavîn dê ye, ger ew çareser bibe wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser bibin. Îro ew kirîza ku li Sûriyê, Lubnanê û  heta iraqê jî wê li Tirkiyê weke volkanekê  biteqe, piştî ku biteqe Tirkiyê nikare pêşiya wê bigre. Ji ber ku Tirkiye bi xwe jî li ser sîstemeke yek alî a bi tene hatiye avakirine, ne li ser bingeha demokratîk hatiye avakirin. Ew sîstem  wê  Tirkiyê ber bi xeteriyên mezin ve bibe heta çareserî jî jêre çênabe. Berdewamkirina hevdîtinan li Îmraliyê wê ji bo herkese bibe derman ku rê li pêşiya xwînrijandin û fitneya di navbera pêkhateyan de bigre û tevahî herem bi rengekî demokratîk bi nasnameya xwe  jiyan bike.”

‘Rêber Apo rehîneyek siyasî ye’

Stêrk Gûlo da zanîn ku dewleta tirk bi xwe jî rêya çareseriyê di îmraliyê de dibîne û  wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ew hêza Tirkiyê nîne ku kirîza heyî çareser bike. Bi mîlyonan însan derketin kolanan û bang kirin ku çareserî li Îmraliyê ye. Pêwîste hevdîtinê bi Rêber Apo re vegehûre yasayî ku Rêber Apo wek rehîneke siyasî hat girtin û tu aliye wî yên hiqûqû tunebû, demildest pêwîstî bi azadiya Rêber Apo heye. Wek ku Rêber Apo dibêje “Pirsigirêka min ne pirsgireka kese, pirsgirêka min pirsgirêka hebûn û nasnameya  gelekî ye,”.  Ji bo wê jî li Îmraliyê hewildanên Rêber Apo ji bo pirsgirêka kurd, pirsgirêka jinan û pirsgirêka pekhateyan wê bibe wek mertal li pêşiya kirîza heyî û çareser bike.  Di vî pêvajoyê de bilindbûna dengê jinan jî girînge ku bibe hêza çareseriyê ji bo hemû jinan ku wek netew hevdû bigrin.  Çawa ku herkes Îmraliyê wek rêya çareseriyê dibînin, ji bo me tevahî jinan jî wê bi vî awayê be. Divê ev hevdîtin neyên sekinandin. Wê sala 2025 bibe sala azadiya Rêber Apo.”

‘Destgehên şerê taybet xwe di şeran de birêxistin dike’

Stêrk balkişand ser hedefgirtina rojnamevan û wiha got: “Di şerê li Rojavayê Kurdistanê de, yên ku li kêleka şervanan di xeta  herê  pêş de bû xwedî ked çapameniya azad bû.  Hêzên hegemon di bin daîra şerê taybet de ku xwe birêxistin kiriye di tevahî şeran de.  Herî dawiyê jî di êrişên çeteyên dewleta Tirk ku 8 kanûnê destpêkiribû li Minbicê Şerê taybet jî pêre ket tevgerê. Dewleta tirk bi rêka çapemeniyê şerê pîsoklojîk li ser gelan dide meşandin.”

‘Li hemberî şerê taybet rola Ragihandina Azad girînge’

Stêrk diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek dezgehên ragihandinê bi agahiyên derew dixwestin serê gel tevlîhev bikin, bi vî şêwazî şereke mezin bidin meşandin û wiha domand: “Li beramberê van êrîşan rola ragihandina azad jî girîngbû ku îro li Kurdistanê li ser hişmendiya derxistina rastiyê û maskeyên qirêj yên dagirkeriyê derxistin ber çavan. 2 rojnamevanên çapeniya azad heta hênaseya xwe ya dawiyê ji bo ku rastiya şerê dagirkeriyê derxînin ber çavên cîhanê bi awayek fedaiyane di çeperên şer de cIhê xwe girtin. Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di vî şerê hovane de gihaştin asta şihadetê. Herdû heval jî şervan û fedaiyên xeta heqîqetê bûn ku di eniya yekemîn de cîh girtin, dema ku êrîşê dagirkeriyê destpê bû herdû heval jî bi israr xwestin ku berxwedana şervanan û ya jinan di xeta destpêkê de bişopînin.”

‘Şehîd Cîhan bû dengê jin û zarokan ‘

Stêrk behsa fedekarî û berxwedaniya şehîd Cîhan kir û got: “Cîhan wek rojnamevanekê 8 salan di dezgehên çapemeniya azad de xebat meşand û tu carî ji xeta xwe venegeriya. Heval Cîhan yek ji hevalên ku destpêkê bere xwe da şoreşa Rojava û xwest bibe dengê gelê azadîxwaz, jin û zarokan tu caran kamereya xwe dananî. Cihê hertim bi riheke çalak tevgeriya. Heval Cîhan di qada çapemeniyê de bi rihê berxwedan û parastinê jiyan dikir.”

‘Şehîd Nazim bi pênûs û kamereya xwe rastiya dagirkeriyê derxist holê’

Stêrk Gulo behsa kesayet û fedekariya Şehîd Nazim Daştan jî kir û wiha anî ziman: ” Şehîd Nazim li Bakurê Kurdistanê di nav malbatek welatparêz de mezin bibû. Ew di şoreşa Rojava da bû xwedî roleke mezin ji bo pêşxistina qada çapemeniyê ku bibe dengê gel. Di berxwedana Kobanê de yên ku bi fotoya ispatkir ku dewleta tirk bi DAÎŞ’ê re hevalbende, heval Nazim bû.  Heval Nazim wek rojnamevan û miroveke kedkar bû. Di jiyanê de hertim lêkolîn dikir û hertim li pey heqîqetê bû. Wî bi xwstek û heycaneke mezin berê xwe da qada şer  hertim rihê wî amadebû. Digot ku çiqas li Kurdistanê dagirkerî hebe em bi pênûs û kamerayên xwe dikarin wî dagirkerî derxînîn holê ku bibin hêz ji bo şervan û gelê xwe. heval Nazim ne tene rojnamevaneke kurdîstanî bû rojnamevanê rojhilata navîn bû.  Wek rojnamevan erka ku dikeve ser mile me kamera û pênûsên wan li erde nehêlin û li ser şopa wan bimeşin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.