Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana Bendava Tişrîn û Qereqozaqê!

15/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di dawiya sala 2024’an de Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) navê berê Cebhet El-Nusra ku li ser lîsteya terorê ya navdewletî bû, li Helebê dest bi êrişa girtina Helebê kir. Hêzên Artêşa Sûriyê xwe li ber êrişa çekdarên HTŞ’ê ne girtin û di nava çend rojan de Heleb ket destê wan. Piştî Helebê bajarên Sûriyê yek li pişt yekî ket destê çekdarên HTŞ’ê, herî dawî Serokê Berê yê Sûriyê Beşar El-Esed reviya û desthiladariya Şamê ket destê çekdarên HTŞ’ê.

Bi vî rengî piştî zêdeyî 53 salan ji desthilatdariya rêjîma Baas pêvajoyeke nû li Sûriyê destpê kir. Dewleta Tirk beriya her kesî xweset ji vê rewşê sûdê werbigre. Ji lewra bi dehezaran çeteyên xwe yên ku hejmarek mezin çeteyên Ozbek, Tirkistan, Çeçen û her wekî din xistin dewrê û di bin sîwana HTŞ’ê de ew herêm xist bin kontorla xwe.

Li aliyê din çeteyên xwe yên di bin navê “Artêşa Niştimanî” li dijî Kantona Efrîn-Şehbayê xistin dewrê û êrişeke berfireh dan destpêkirin. Rêveberiya Xweser di rewşa guhertin û veguhertina bi lez çêbû, ji bo parastina sivîlan, demil dest koçberên Efrînê ku ji sala 2018’an de li Şehbayê bi cih bibûn, anîn herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser.

Dewleta Tirk û çeteyên wê xwe wiha nîşan dan wan serkeftinên mezin bi dest xistine. Îcar êrişa xwe ber bi Minbic û Bendava Tişrîn, her wiha Pira Qereqozaq ve jî anîn. Piştî berxwedaneke dîrokî û bi navbênkariya Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka agirbest li Minbicê hate destpêkirin. Lê dewleta Tirk û çeteyên xwe ku wiha xeyaldikirin wan bayê serkeftinê li bakiriye û wê koka Rêveberiya Xweser û QSD’ê bihejîne.

Li gorî plana wan ji Çiyayê Kizwanan û Tebqayê jî êriş kirin û xwestin bi yek hêzê li hindir jî şaneyên DAIŞ’ê û komên girêdayî xwe bixin tevgerê. Wiha xeyal dikirin, çi li serê rêjîma Beşar El-Esed hat, wê li serê Rêveberiya Xweser bînin.

Ema di vir de Berxwedana Bendava Tişrînê hemû hesabên wan vala derxist. Şervanên YPG, YPJ/QSD’ê li Tişrîn û Qereqozaq û beriya li Kizwanan û Dêrhafirê evsaneyên dîrokî nivîsandin. Derbeyên mezin li êrişkaran xistin û êrişên wan vala derxistin.

Dewleta Tirk piştî têkçûnê giranî da Bendava Tişrîn û Qereqozaq û hemû hêza xwe xist dewrê ku wan herêman dagir bike. Ema şervanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû êrişên wan têk birin. Tevî metirsiya hilweşîna Bendavê dewleta Tirk hîn jî bi balafirên şer û hemû cûreyên çekan êrişên xwe didomînin. Berxwedana şervanan û têkbirina êrişan didomînin.

Bi vê berxwedana şervanan û kombûyîna gel ku mertalên zindî li bendavê çêkirin, hemû hesabên dewleta Tirk û çeteyên wê dan guhertin. Hêzên navdewletî û herêmî êdî ketin ferqê bêyî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mumkine aloziya Sûriyê çareser bibe. Heger di nava çend rojan de em dibînin xebateke diplomasî ya mezin li herêmê heye. Heger em dibînin Berdevkê Serokê PDK’ê Mesûd Berzanî hatiye serdana Rojava, heger mafê kurdan di Sûriyê de bûye mijara sereke ya hemû saziyên ragihandinê û şandeyên tên Sûriyê, ew encama berxwedana Bendava Tişrînê û şervanên wê ye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.