Hakki Tekin
Li Sûriyê di 8’ê Kanûnê de rejîma Baasê hilweşiyaye û qonaxeke nû dest pê kiriye. Niha wekî gava destpêkê, ji bo ku li Sûriyê şerê navxweyî bi dawî bibe û ev pêvajo bi agirbesteke berfireh veguhere aştiyeke mayende xebat tên meşandin. Piştî ku ev pêvajo bi pêş bikeve, di mijara ku wê şiklê nû yê dewleta Sûriyê û rêveberiya wê çawa bibe, rejîma siyasî û civakî çawa şikil bigire de wê nîqaşên berfireh werin meşandin.
Di rewşa heyî di Sûriyê de, komên îxwanî, cîhadîst û selefî ku dewleta Tirk destekê dide wan, bi zêhniyeta xwe ya heyî, ti pêşeroja wan tine ku pêşkêşî Sûriyê û herêmê bikin. Hebûna wan a li Sûriyê, wê bibe sedema kaos, tevlîhevî û malwêraniyê. Tê zanîn ku ew ê li welatekî wekî Sûriyê gelek çand û bawerî lê dijîn, bi feraseta xwe ya yekperest û navendîperest pergaleke şerîatê ava bikin. Fikr û feraseta wan a dewlet û civakê ev e. Her çendî şertûmercên niha yên navneteweyî derfetê nadin vê jî, mejî û zêhniyeta wan tenê têra vê dike. Li ti derê nehatiye dîtin ku Îslama Siyasî û Îxwanî li gorî zêhniyeta demokratîk bimeşe, tenê dikarin bi şiklekî pragmatîst tevbigerin. Ji ber vê yekê, armanca HTŞ’ê ew e ku tengasiya heyî derbas bike. Aşkere ye ku ev zêhniyet û rewş ne tenê ji bo gelên Sûriyê wê bibe kareset û felaket, ew ê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî bibe felaketeke mezin. Sûriyê ji aliyekî ve ji bo ku ji dîktatoriyekê xwe xelas bike têkoşîn dimeşîne, lê ji aliyê din ve bi xetereya modêla dîktatorî ya bi dehan rêxistinên cîhadîst ên mezin û biçûk re rû bi rû ye. Her wiha dîktatoriya Baas’ê li Sûriyê têkçûye lê vê gavê li Sûriyê valahiyeke mezin heye. Ev jî nîşan dide ku nîqaşa bi hev re were meşandin û modêla pergala siyasî û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê di çi astê de girîng e.
Ji bo Sûriyê, feraseta pergala siyasî ya herî rasteqînî modêla pergala konfederal demokratîk e. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya şoreşa 13 salan de danehev û tecrubeyeke mezin hatiye bidestxistin. Dîsa modêlên demokratîk ên li cîhanê pêşketine jî hatine lêkolînkirin û di rewşa heyî de ew derfet derketiye holê ku li gorî xweseriya Sûriyê, modêleke nû were pêşxistin. Ji vê cudatir, pêwîst e ji tecrûbeyên pergalên federalî, eyalet û xweseriyê ku li cîhanê wekî modêlên rêveberiyê bi pêş ketine jî sûd were girtin. Ji ber ku pêkhateya civakî, demografîk, coxrafîk û etnîk, û pêkhateya wê ya pirrengî ya baweriyên heyî, lêkolîna li ser tecrûbeyên li cîhanê jî dabû hewcekirin. Mînak welatên ku li wê derê gelek etnîsîte hene yên wekî Belçîqa, Îspanya, Kanada, Endonezya û Bosna Hersek, bi şiklekî federalî, xweser û pergala eyaletê tê bi rêvebirin. Pergalên federatîf û eyaletê, li welatên wekî DYE, Almanya, Brazîlya û Awûstûryayê, sînorên coxrafîk esas digirin û li gorî wê tên birêvebirin. Pergalên federatîf, xweser û eyaletê, li welatên wekî Swîsre, Îspanya, Kanada, Çîn û Hindistanê li gorî ku rengîniyên etnîkî û coxrafîk bigihînin hev bi pêş ketine. Van welatan, faktorên wekî etnîsîte, bawerî û coxrafîk li ber çav girtine û modêlên hê berfireh ku rengên cuda li cem hev dihewîne bi pêş xistine.
Bi têgînên wekî federatîf, xweserî, eyalet û rêveberiyên xwecihî, armanc ew e ku modêlên cuda yên xwe dispêrin etnîsîte, bawerî û faktorên çandî yên cuda werin naskirin. Dîsa li gelek welatan li cem pergalên federasyonê, eyalet hene; di pergalên ku xwe dispêrin eyaletan de jî, çendek pêkhateyên federe hene. Ev balkêş in. Ev tecrûbe, dikare bi feraseta demokratîk konfedere re hev bibîne, modêleke konfederalîzma Sûrî ya xweser û demokratîk were pêşxistin. Ev modêl di pêvajoya nû ya Rojhilita Navîn de di asta pêşengiyê de wê bibe mînakek sînerjî û pergalê. Eger em karibin vê modêlê bi civaka navneteweyî baş bidin naskirin, dikare destekê bistîne. Modêla ku em ê li şûna feraseta cîhadîst, îxwanî û selefîst pêşniyar bikin, dibe ku ji cîhanê re hê balkêştir were. Îro hebûna vê zêhniyeta cîhadîst, ji bo ku em vê modêlê bidin qebûlkirin, derfeteke destdayî pêşkêşî me dike. Çawa ku Bakûr û Rojhilatê Sûrî di encama têkoşîna li dijî zêhniyeta cîhadîst û îslama Siyasî çêbûyîbe, modêla demokratîk konfederal îro jî li beramberê hêzên xwediyê heman zêhniyetê bi şiklekî mayende, dikare veguhere modêla rêveberiya hemû Sûriyê. Eger ne îro be, ma kengî? Ev ne xeyalek e. Her wiha nayê taloqkirin û niha ye.