Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi durşmeya “Beşdarbûna Jinan Di Avakirina Sûriya Siberojê De Pêdiviyeke Sereke Ye” bi beşdarbûna 30 jinên çalakvan, rojnamevan, lêkolîner û siyasetmedar Konferansa Jinan bi pêşengtiya Pilatforma Jinên Navnetewî ji bo Azadî-Aştiyê û Komeleya Şaoşka hat lidarxistin.
Bi beşdariya gelek jinên siyasetmedar, jinên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û tevgerên cihêreng bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferans li ser asta du rojan li Hola Burcê Ekaş a bajarê Qamişlo hat destpêkirin.
Ev konferans yek ji xebatên projeyên Pilatforma Jinên Navnetewî û Komeleya Şaoşka ye. Di destpêkê de Rêvebera
projeyan, Nalîn Eseed di konfreansê de û dektora Zanîngeha Parîsê Semîra Elmubeyid bi riya onlayînê proje nasandin.
Piştre jî Andêra Welîka armanc û xalên konferansê vegotin, herwiha li ser van xalan konferans dest pê kir:
Xala yekê li ser bingehê geşedanên siyasî li Sûriyê û destwerdana Netewên Yekbûyî di dosiya Sûriyê de.
Lêkolîner Sewsen Zekzek bi riya onlayînê ve, xala yekem bi rê ve bir, di nav re jî kesên amade helwestên xwe anîn ser ziman.
Xala din jî girêdayî beşdarbûna jinê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê, bi taybet di Meclisa Istîşarî ya Jinê û Desteya Destûrî de.
Li ser heman mijarê jî rewşa Sûriyê di dema heyî de, hewldanên jinan ji bo bidestxistina mafê xwe hat nirxandin.
Semîra Elmubeyid û rêvebera Pilatforma Aştiyê Stêr Qasim ev xal bi rê ve birin, di heman demê de kesên hazir jî pirs û nîqaşên xwe kirin.
Xala siyem têkildarî rola jinê, nêrîn dîdbariya wê di siberoja Sûriyê de, bû. Nîqaşên vê xalê ji aliyê dektor Ebîr Hesaf
û rêvebera Cîbicîkar di Rêxistina Pêşenga Aştiyê ya Reqayê Sefaa Taha bi rê ve çû.
Herî dawî têkildarî xala siyem, jinên amade nerînên xwe anîn ser ziman.
Herwiha wê nêrîn, xwestek û daxawzên hemû xalên konferansê bibin mijarên bingehîn di daxuyaniyekê de.
Hêjayî bibîrxistnê ye ku wê sibe konferans bê bidawîkirin, di encamê de jî wê daxuyaniyek ji hêla Pilatforma Jinên Navnetewî ji bo Azadî û Aştiyê û Komeleya Şaoşka bê dayîn. Herwiha wê di rojên pêş de du insiyaîf li Qamişlo, insiyatîfeke din li Hesekê û yeke din li Reqayê bên lidarxistin û du






