Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bona aştî, hezkirin, azadî û hunerê em dest bidin destê hev

03/02/2025
in NÛÇE
A A
Ji bona  aştî, hezkirin, azadî û hunerê em dest bidin destê hev
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Wênegirên Sûriyê li ser bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê êrişên hovane yên dagirkeriya tirk û çeteyên wê li ser gelên sivîl yên ku bendavê û xaka xwe diparêzên bi tûndî şermezar kir.

Naveroka daxuyaniyê jî weha bû:

Em rola û berpirsiyariya hunerê di gihandina êş, çand, mîrate û ruhê gelan ên di dirêjahiya dîrokê de bi berhemên ku pêşkêşî wan dikin û ji baweriya me ya gelan û civakan re xizmet dikin û di baweriya ku em weke Yekîtiya Wênekêşên Sûriyê beşeke bingehîn a van huneran in, ji roja damezrandina xwe ve me xwest ku em bigihêjin vê hunerê û divê rola xwe ya berpirsyar li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bilîzin, xizmeta Şoreşa 19’ê Tîrmehê bike û ragihîne. Di nava aloziya Sûriyê û êrîşên rêxistinên terorîst ên curbecur ên li ser herêmê bi desteka rasterast ji faşîzma Tirkiyê re ji DAIŞ’ê re û îro jî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku ji niştimanperwerî û raya giştî dûr e.

Ji bo belgekirina têkoşîna gelên Bakurê rojhilatê Sûriyê bi berxwedan, qurbanîdan û destkeftiyên wan û ji bo van armancên pîroz me di sala 2024’an de çalakiyek kir ku bi rêya wê me karî hevkariyê di navbera yekîtiya me û komeleyên wênegiriyê û wênekêşên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bînin û ew jî bi lidarxistina festîvaleke hevbeş bû, ku me tê de  Karê yekîtî, komele û wênegirên dost ji Misir, Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku tê de wênegirên Misrê, Komeleya Wênekêşên Kurdistanê li Silêmaniyê û Wênegirên Iraqî  beşdarî festîvalê bûn piştî serkeftina wê festîvalê biryar hat dayîn ku her sal di 31’ê meha çile de festîvaleke bi vî rengî lidar bixin da ku bibe hilkeftin û derfetek ji bo pevguhertina berhem û ezmûnan. Lê belê di dema ku em li hêviya hatina roja festîvalê bûn, Sûriye bû şahidê geşedanên siyasî yên mezin, ji ber ku rejîma Esed hilweşiya û komên çekdar ên Heyet Tehrîr El-Şam ketin Şamê, di heman demê de Tirkiyeya faşîst ku Serkêşiya komên terorîst yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê  ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin  û komkujiyan li dijî gelên me yê Kurd pêk tîne û bi darê zorê koçber dike .

Me hemûyan hêvî dikir ku rûxandina rejîma Şamê bibe destpêka aştî û azadiyê û dawiya şeran, lê Tirkiyê rûyê xwe yê dagirker û ya tunekirina gelan, qirkirin û binpêkirina mafê mirovan careke din eşkerekir û bi awayekî hovane bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê tobaran kir û heya niha dike.

Ji ber vê yekê di encama van şert û mercên dijwar ji şerê qirêj ê dewleta Tirk li dijî hemû gelên me û herêmê û şervanê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) seferberiya giştî li dijî vî şerê qirêj hate ragihandin, ji ber vê yekê me biryar da ku îsal festîval li dar nexin.

Em di Yekîtiya Wênegirên Sûriyê de, di dema ku em spasiya komele û wênekêşên Misir, Kurdistan û Iraqê dikin ku sala borî bersiva vexwendina me dan û bi me re beşdar bûn, û em ji wan re rewşên dijwar ên ku ji ber hovîtiya Tirkiyê û terora wê yên li herêmên me, ku îsal rê li ber lidarxistina festîvala me girtin, em jî bang li wan dikin ku li kêleka gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bisekinin û bi erka xwe ya mirovî û exlaqî di eşkerekirin û ronîkirina rastiya terora Tirkiyê de, ku wênegir, rojnamevan û pisporên medyayê ji armanckirina wê dûr neman.

 

Em wek Yekîtiya Wênegirên Sûriyê careke din spasiyên xwe pêşkêşî hevalên xwe yên wênekêş û komeleyên ku bi me re hevkarî kirin, dikin, bi hêviya ku em careke din di nava aramî û ewlehiyê de li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bicivin.

Şehîd namirin  û şîfa ji birîndaran re dixwezin.

 

Na ji barbariya faşîzma Tirk û çeteyên wê yên terorîst re

Ji aştî, hezkirin û hunerê re erê

Yekîtiya Wênegirên Sûriyê

Bendava Şehîdan 3.2.2025

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.