Idrîs HENAN
Berê dagirker û neyarên Kurdan dikarîbûn bi riya telegrafekê yan tek civînekê di mesela qirkirina gelê Kurd de biryar bigirtana û demildest pêk bianîna. Ji bo têkbirina raperîn, serhildan û her bizaveke şoreşgerî di nava hevkariya bê sînor de bûn. Ti carî nakokiyên wan di mijara tunekirina gelê Kurd de nebûne asteng. Hemû sedemên nelihevkirinê paşguh dibûn û nola gayê har bi nav çolistan û zeviyên Kurdan diketin. Ne kelepûr û ne çand, her tişta ku digote “Ez Kurd im” singê hevcarê xwe li ber didan û ji kokê ve hildiqetandin. Ji bo wan qirkirina Kurdan cihê şanaziyê ye. Li ser tunebûna vî gelî hebûna xwe ferz dikirin û dawa hebûneke bê kok ku li ser hîmên dizî û talaniya nirxên gelan hatiye avakirin, dikirin.
Ewqas tunekirina vî gelî ji bo wan hêsan û bê mane bû, ku raya giştî û civaka navdewletî jî ti têkîliya xwe pê re nedianî!. Qey te digot qetilkirina Kurdan rêûresmeke navdewletî û her kes li benda xista xwe ya qurbanê ye!. Ji xwe wisan dibû û bûye. Hewldana dewamkirina wê bûyînê jî hîna zindî û gelek beloq e. Ancax tenê yê dilkor vê yekê nebîne yan ji nedîtîve nêz bibe.
Îroj neyar û dagirkerên Kurdan careke din li ser heman maseya gurankariyê “qesabiyê” kom bûne û mesela hebûna gelê Kurd nîqaş dikin. Aloziyên xwe yên kûr-fireh bûne ti carî li hemberî van nîqaşan nabin asteng. Ne jî bêrûmetiya rûbirûyî hev dibe asteng. Dijminekî wisa ne ku; di oxira qetilkirina Kurdan de her tiştî mubah dikin. Pîvan û filan-bêvan di ortê de nîne. Tenê armanc kuştina vî gelî ye. Bê kokiyê ew li hemberî gelên esîl û xwedî çand, bê exlaq û kor kirine ku heya bebekên di zikê jinan de dikujin. Dîroka vê sedsalê û ya îro têye jiyîn çavdijwarî bedxwaziya wan li hemberî hebûna gelê Kurd baş vedibêje.
Ji girîngtirîn rêbazên qirkirinê ku neyar û mêtingerên Kurdan bikar tînin, rêbaza qirkirina çandî ye. Lê ji girîngtirîn alavên pêkanîna vê qirkirinê, ne fûze, top, hawan û balefirên cengê ne, şixulandina kurtêlxwar û ajanên navxweyî ne. Ev rêbaz bi neyarên Kurdan re ku gelê Kurd pê kole hiştine, heya asteke baş hatiye û hebûna xwe heya radeyeke baş dewam kirine. Ewqas ev şêwaz li kêrî dagirkeriyê hatiye ku êdî di xuliqandin û bikaranîna dûvik û pêvekan de hoste bûne. Lê li qiraxa dîtir, ewqas xulamtiya ji neyaran re bê şerm bûye, êdî bi sazî û gewde bûye. Pirsgirêk ne tenê ev e, ya hîna tirsnak ew e ku; ev saz û dezgehên ajantiya li dijî eslê xwe, bûne maşîneyek zayînê ku bi şêwazên cuda yên zanist û teknîkê kesayetên ku dikarin xeta bêrûmet domdar bikin, diafirînin. Jixwe dîroka Kurdistanê vê yekê jî dibêje; ger ne ji vê xeta çelûxwar a kurtêlxwariyê bûya, wê tekez rewşa Kurdan a îro ne wisan bûya. Ji lewre bi bîr tînim; Gelê me îro li ser keviyên azadiyê rojên xwe yên herî bi rûmet dijî. Xwedî felsefe, ideolojî, hêz û siyaset e. Dikare hebûna xwe biparêze. Pêwîste çavên me li şervanên me be, ne li derve be. Bi hevgirtina xwe dikare xeta “Qimsoyê Beko, Oso û Tekkiyên Osmaniyan” têk bibe. Dikare xeta rûmetê ji Efrînê bigire heya Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê biparêze. Îro Kurd xwedî wê hêzê ne ku mûyê hevkêşe û terazûya hevsengiyên navneteweyî ne.






