Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Çavkaniya jiyanê ya sereke li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandinî ye. Rêveberê Çavkaniyên Avî li Kantona Cizîrê Mesûd Mihemed diyar kir ku kêmbûna barana îsal zirarek pir mezin dide çandiniyê û got, “Wê berhemê çandiniya îsal bi sedema kêmbûna baranê kêm be.”
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma çandinî ye û çandinî jêdera sereke ya debara bi hezaran malbatan e. Rûbera zeviyên bejî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî 75 e. Kantona Cizîrê bi çavkaniyên xwe yên xwezayê wek depoya xurekê ya welat tê naskirin. Kalîteya herêmê çavkaniyên xwezayî wekî av, ax û oksejîn, kêm dibe.
Xweza û axa herêmê ji çandiniyê re baş e. Lê îsal ji ber derengmayîna baranê û kêmbûna wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandinî dereng dimîne. Ev bandoreke neyînî li aboriya herêmê û cotkaran dike. Bi taybetî ziyan li cotkaran pir dibe, ji ber jêdera sereke ya ku debara xwe pê dikin çandinî ye. Zeviyên bejî li ser barana demsala zivistanê ne û yên avî jî li ser ava bîran, bendav û çeman. Lê îsal eger baran weke sala çûyî kêm be, wê zeviyên bejî bêsûd bin. Guhertina avhewayê hişkesaliyê zêde kiriye.
Kêmbûna qada şînahiyê li herêmê
Serkaniyên tevahî çeman li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ne. Dewleta Tirk ava çeman kêm dike an jî dibire. Di encama vê yekê de rêjeya ava çem, gol û bendavan ku çavkaniyên çandinî û avê ne, gihaştina astên herî kêm. Ev yek jî rasterast dibe sedema bêkalîtebûna axê û kêmbûna şînahiyê. Di heman demê de polîtîkayên pîşesaziyê dibin sedema aloziya avhewayî û bilindûna pileya germahiyê. Vê jî bandoreke mezin li van çavkaniyan kir. Herwiha kiryarên mirovî yên xirab jî, dibin sedema kêmbûna çavkaniyên xwezayî yên avê. Ji ber wê jî bi kêmbûna qada daristanî û şînahiyê, barîna baranê kêm dibe û ax ber bi colbûnê ve diçe.
Qada şînahiyê li kantona Cizîrê ji sedî 17 ye
Li kantona Cizîrê bendav wek çavkaniyên sereke yên avê tên dîtin. Li kantonê 10 bendav hene. Çavkaniyên tevahî bendavan jî ew çem in ku ji Bakurê Kurdistanê tên û dewleta Tirk kontrol dike. Di bendavan de milyarek û 16 milyon m3 av tê depokirin. Li kantonê golek tenê heye, ew jî gola Xatûniyê ye ku 15 milyon metrekab avê depo dike. Li gorî daneyên Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîkî, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şînahî ji sedî 2-4’ê rûbera giştî ya herêmê ye. Li kantona Cizîrê şînahî ji sedî 17 ye. Herwiha 4 milyon darên fêkî û yên din hene. Di salên aloziyê û dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de, gelek dar hatin birîn. Heta niha daneyeke fermî nîn e, lê tê texmînkirin ku nîv milyon dar li Çiyayê Kizwanan hatine birîn.
Kêmbûna ava Xabûrê bandorê li rûberên genim û ceh dike
Kantona Cizîrê beşeke Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku sêyeka wê zuha ye û li pêşberî pirsgirêka şorbûnê re rû bi rû ye. Salane ji 1-2 hezar hektar kalîteya axa wê paş dikeve û ji sedî 85’ê erd di bin gefa çolbûyînê de ye. Çemê Xabûr yek ji çemên sereke yên herî mezin ên li herêmê ye. Li gorî daneyên Gerînendetiya Çavkaniyên Avî ava wî pir kêm bûye. Kêmbûna ava Xabûrê bandorê li nêzî 16 milyon donimên genim, ceh û darên fêkiyan ên li geliyê Xabûrê di herêma navbera kantona Cizîr û ya Dêrazorê de dike. Li gorî daneyên Gerînendariya Daristan û Parastgehan, hejmara darên wekî tû, hejîr û spîndaran gelekî kêm bûye. Gelek ajal jî wek berazên kovî, dirindeyên nêçîrê, masî û xezal êdî xuya nakin.
Berferhiya zeviyên çandiniyê li Cizîrê 2,33 milyon hêktar e
Li gorî amarên fermî berfirehiya zeviyên çandiniyê li herêma Cizîrê 2,33 milyon hêktar e. Her wiha xaka istismarkirî 1,605 milyon hêktar û rêjeya 68,8 ji xaka herêmê dibe, jê 477 hezar hêktar bi avdana bîran û bendavan tê kirin û berfirehiya xaka bejahî milyonek û 128 hezar û 100 hêktar e.
Çavkaniyan avê li herêmê ji çeman e ew jî jî çemê Xabûr, Ceqceq û Dicle. Golên heyî jî gola Xatûniyê ye û berfirehiya wê 3 km2 . Bendavên heyî jî bendavê El-Basil, bendava 8`ê Adarê, bendava 7`ê Nîsanê, bendava El-Sifan, bendava El-Zexîrê, bendava El-Cîrahiyê, bendava Çilaxa, bendava El-Hekîmê, bendava El-Borzê û bendava Meşûqê.
Hejmara bîrên çandiniyê ya herêma Cizîrê gihaşt 53 hezar û 108 bîr, jê 21 hezar û 215 bîr istismarkiriye, jê 143 hezar û 252 hêktar tê av dan, lê bîrên din ne mustesmirin ji ber sedemên girêdayî rewşê.
Baran dereng maye û erd hîna sor e
Her sal di dema çandiniyê de cotkar dest bi karê xwe yê çandiniyê dikin û li hêviya hatina baranê dimînin, lê dema baran nebare û zevî bejî be cotkar bê hêvî dibin. Îsal jî baran ne bariyaye û erd hîna sor e.
Derbarê kêmbûna Baranê û bandora wê li ser çandiniya sala 2025’an Rêveberê Çavkaniyên Avî li Kantona Cizîrê Mesûd Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Mesûd Mihemed diyar kir ku îsal baran dereng ma û wiha got: “Îsal barîna baranê dereng maye, zirara wê jî li ser çandiniyê mezin, zirara wê jî ew e ku genim, ceh û nîs berê serê salê derkeve baştire, ji ber qeşa zirarê naghînê. Barana ku heya niha hatiye nêzî 50 milîmî ye, ji ber ku çend caran baran bariya lê rêjeya wan 5 an 6 milî bû, tenê barana dawiyê ku bariya 16 milî bû. Zirara ku îsal li çandiniyê hatiye geleke, dema ku baran li ser çandiniyê di demê xwe tê, ew çandinî rehê xwe vedide, lê îsal heya niha şînahî hîn derneketiye, ev yek tenê bandor li zeviyê bejî nekiriye, di heman demê de li yên avî jî dike. Wê demsala îsal a çandiniyê ji sedî 30-40 zirarê bibîne.”
Demên gunçaw ji bo çandinî û çinînê
Mesûd Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de demên gunçaw û baş ji bo çandiniyê anî ziman û wiha got: “Demên baş ji bo çandiniyê ew e ku di 15 Mijdarê ye, dibe ku hin cotkar berî vê demê jî dest pê bikin, mîna herêmên aliyên Başûr ew ji 20 Cotmehê dest bi çandiniyê dikin, ji ber ku çandinî li wê herêmê bi lez çêdibe, herwiha çinîn wan herêman jî zû tê çinîn, jêre tê gotin istiqrara 5’emîn û 4’emîn. Lê li deverên din yên xeta 10 ku jêre istiqrara yekê û 2 wan tê gotin di 15 Mijdarê dest bi çandiniyê dikin û 20 Gulanê çinîna ceh dest pê dike, piştre ya genim tê kirin.”
‘Wê berhemê çandiniya îsal bi sedema kêmbûna baranê kêm be’
Mesûd Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Li kantona Cizîrê ji sedî 10 zeviyên bejî derneketiye, piştî vê demê jî ku derkeve gelek dereng ma, di heman demê de berhemê îsal ê çandiyê wê kêm be. Şînahî incex di meha Çile an Sibatê derkeve, ji meha Sibatê heya dema çinînê ku di meha Gulanê de ye, gelek bandoriyên xwe hene, mîna germbûn û sermbûnê.”