Argêş Vîyan/Qamişlo
Kesayetê navdar yê olî û rûspiyê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Dr. Murşid Xiznewî bibîrxist ku ev dem ne demê derbasbûye ye, û di heman demê de wiha got; ” Hêza girtina mafên gelê Kurd di yekgirtinê re pêkan e.”
Piştî hilweşandina Rejîma Baas hikûmetek demkî ya bi rêveberiya wê bi piranî HTŞ’ê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk pêktên hat avakirin. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bona Kurd bikarin mafê gelan biparêzin û nûnertiya gelan bikin di nava hewildanek mezin de ne. Komxebatên yekrêziyê û civînên gel tên çêkirin û nêrînên gel tên girtin.
Derbarê xebatên ji bona yekrêzî û hevgirtina gelê Kurd ku tê meşandin û rista kurdan ya di nav Sûriya pêşerojê de, Kesayetên navdar yên olî û rûspîyê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Dr. Murşid Xiznewî ji rojnameya me re axivî.
‘Emê hewildanên xwe yên ji bona yekrêziyê bidomînin’
Dr. Murşid Xiznewî diyar kir ku serdemeke nû li Rojhilata Navîn ava dibe û pêwîste kurd biryarekî
xurt bidin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di meha Berfanbara 2024’an de serdemeke nû ava bû. Rojên li pêşiy me rojên dîrokîne û ji nûve têne nivîsandin. Pêvajoya em tê re derbas dibin gelê Kurd dibe alîkar û piştevaniyê ji bona avakirina Sûriya nû tê dayin û ancax sistema Netewa Demokratîk ji bona tevahî Sûriyê riya çareseriyêbe. Lê mixabin Rêxistin û partîyên me yên sîyasî ne yekin û nêrînên wan ji hev cûda ne û bi hevre ne yekin. Ev dê bibe sedem ku dema gotûbêjên di aliyê pêşeroja Sûriyê tevahî de werin kirin, qelsbûn û lawazî di navbera aliyan de were jiyan kirin. Ev wisa berdewam bike dê metirsî di nava civaka Kurd tevahî de çêbibe. Ji bona yekrêzî jî xebatên me di asta partiyên sîyasî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî pêkhateyan cihê xwe di nav da digirin didom e. Di çarçoveya goftûgoyên heman mijarê de, li gel rêvebirên ENKS’ê jî nîqaş hatin meşandin. Nêzikbûnên wan erênî bûn, lê hin nakokiyên siyasî jî hebûn û hêviyên xwe ji bona derbaskirina wan di dema pêş de anîne ser ziman. Pêwiste civaka me bibe yek û Tevgera me ya sîyasî jî piştgirî bide vê yekê. Kar û xebatên xwe yên li gel hikûmeta demikî wê çawa bimeşînin li ser wan mijaran civînên gel amade bikin û nêrînên hemû aliyan bigirin. Ev pirsgirêkên di navbera aliyên Kurdî de, em dikarin di navbera hev de bi nîqaşên erênî çareser bikin. Astengiyên herî mezin danûstandinên kurdî-kurdî ne. Nûnerên Tevgera Kurd dikarin piştî çareseriyê li Kobanê, Qamişlo û Efrînê wan pirsgrekên xwe çareser bikin.”
‘Hêviyên me xurtin û dê xebatên me jî berdewam bikin’
Dr. Murşid got wek rûspiyekî û kesayetekî oldar ji bona yekrêzî û yekîtiya Kurdan çi erk bikeve li ser milê wî dê pêk bîne û axaftina xwe wisa domand: “Wek gelê Rojavayê Kurdistanê me pir ezmûn bi dest xist. Dema ku em li dîrokê meyze dikin, serhildan û şoreşên Kurdan di demên berê de dest pê kirin e, gelek şoreşger û kesayetên serhildêr di nava civaka Kurd de derketin û ji bona mafên xwe bidest bixin gelek têkoşîn dane meşandin. Di van serhildanên ku hatine meşandin, Kurd her tim ji ber xiyanet û neyekbûna di nav wan de têk çûn. Bi demekê nêrînên min hatin guhertin û çapemeniya şerê taybet ya bi navê ORÎENT di wê demê di hevpeyvînekê de navê min wek kesayetên oldar yên piştgirî dide şoreşa Sûriyê derbaskir. Li dîjî desthilatiya Baas û piştgiriya şoreşa Rojava min xebat kirin. Ji ber ku di wan demên şoreşê de em ne yek deng bûn, me ne dikarî destkeftiyên xwe ji milê fermî ve bidin pejirandin. Em bi tevgera xwe, bi xebatên xwe ve hêza herî bingehîn ya Rojhilata Navîn û cîhanê ne. Ji ber em nedibûn yek dijminê me ji vê yekê sûd werdigirt. Pêwîste ji bona dîrok xwe dubare neke, em di pêşeroja Sûriyê de bibin xwedî maf û em yekrêzî û yekîtiya xwe pêk bînin.”
‘Nakokiyên siyasî bila nebe asteng pêşiya serkeftina Kurdan’
Dr. Xiznewî bibîrxist ku ev firsendeke dîrokî ye, em nekin qurbanê nakokiyên kesayetî, siyasî û wiha axaftina xwe qedand: “Di sala 1957’an de yekemîn partiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin. Bi rihê welatparêzî û niştîmanî hemû kurdên li Rojava piştgrî daan wê tevgerê û gelê Rojava wek rêveberî û nûnertiya xwe radestî destê wan kir. We çi pêşniyar û nêrîn dan gel we pêşwazî kir û pejirand. Ji ber wê hûn û em deyndarê gel in. Nakokî dê bib e sedem ku em di cihê xwe de bimînin û tu gavan pêşde navêjin û gelê me jî wê vê rewşê qebûl neke. An hûnê li cem gelê xwe bin û nûnertiya wî bikin, an jî hûnê bibin sersebebê ku destkeftiyên bi xwîna hezarê şehîdan hatiye avakirin ji holê werin rakirin. Bi serkeftinên ku li ser erdê pêkhatine û destkeftiyên ku me bi dest xwe ve anîne, hêviyên me hêzên me yên parastinê QSD’ê dêne, herwiha kar û xebatên ku ji bona yekîtiyê cihê şanazî û keyfxweşîyê ne. Em bangî ENKS’ê jî dikin bila dest ji nakokiyên xwe berdin û tevlî komxebatên PYNK’ê bibin.”






