Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Receb Erdogan çima dilezîne?

12/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Li ser hilweşandina rejîma-dewleta Sûriyeyê, di serî de DYEyê, heme hema bi giştî dewletên hegemonên cîhanê ketine nava hewldanên ku, para xwe ji vî laşê erdê bistînin û bêgûman hemû jî bi lez dixebitin.

Belê ne bi ecêba dewleta tirk. Hema hema hemûyan, ji şêwazên leşkerî pirtir, giranî dane ser rê û rêbazên siyasî û diplomatik.

Lê dewleta tirk a di bin fermandariya ‘Sultan’ Receb Erdogan de ye, ji hemû demên berê pirtir, bi taybetî li dijî destkeftiyên gelê Kurdistanê, giranî daye êrîşên qirkerî û talankerî.

Bêgûman bi hilweşandina pergala Birayê xwe Beşar Esed re, bi çavbirçîbûn û çavnebariyek hîn mezîntir êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojava dike.

Ne bi tinê hêzên leşkerî kiriye armanc, hema hema mirov dikare bêje hemû gel xistiye ber armanca xwe û êrîşî hemû sazî û desgehên jiyanî yên rojane û demdirêj hemûyan dike.

Tê bîra me êrîşa dijî mirovahî ya li ser Elokê, ku çavkaniya herî giring bû ji bo jiyana gelê cezîrê! Nuha ne bi tinê av, êdî hemû navendên hewcedariyên jiyana gel jî, mîna Bendava Tişrinê û hwd.kiriye armanc û bi hemû hêza dewletî êrîşan dajo ser.

Gelo çima ewqas lez daye êrîşên xwe?

Jiber ku dizane û dibînî ku ji mijarên siyasî û bûyerên giring ên li herêmê diqewîmin, bi piranî ew ji derve tê hiştin, ew weke aktorê van projeyan nayê dîtin.

Mînak; salekê berî hilweşandina dewleta Sûriyeyê, projeya IMEC(Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilatan Navîn-Ewrûpa) a  ku bi pêşengiya DYEyê û Israilê; ji Hindistanê derbasî Rojhilata Navîn dibe, bi endamtiya Siûdî û Mirgtiyên Erebên Yekbûyî wê çûbûya Ewrupayê, Turkiye ji derveyî vê projeyê hiştin.(xwedêgiravî TR jî, li dijî vêya bi Iraqê re projeya Rêya Pêşketinê çêkiribû)!

Her wiha di 9.1.2025 de, ji bo çareserkirina pirsgrêka Suriyeyê, li Romayê, wezîrên derve yên Fransa, Almanya Inglistan  û  DYEyê dicivîn, lê Receb Erdogan disa li derve hatiye hiştin.

Îca Receb, van hewldanên tecrîda xwe dibîne û êdî, tirsa wî ne tinê bêpar mayîna ji xenimeta Sûriyê ye, ditirse ku desthilatiya ‘Sultantiya’ wî jî hilweşe. Lewma ewqas bi lez ketiye nava êrîşên bêsînor û da ku berî Trump were ser desthilatiyê û aramî li Suriyeyê pêk were, hema karibe çi bi dest bixe, ew jê re qezenc e tevdigere û êrîşên xwînxwarî yên bê ûjdanî dajo ser gelê me û bi taybetî destkeftiyên Şoreşa Rojava!

Wisa diyar e ku dostê herî nêzî xwe dibîne Mesrûrê Berzanî ye, hema bi lez ji nişkave ew kişand Enqereyê.

Her wiha di heman rojan de ENKSê jî, çû Erbîlê ba Mesûdê bavê Mesrûr!

Li aliyê din di heman rojan de  John Bass ê şêwirmendê siyasî yê Wezîrê Derve yê DYEyê li Enqerê ye!

Hilbet van geran hemû bi hev ve têkildar în û ji gerên berê em nas dikin, gûman heye ku ne ji xêrê re bin.

Belê divê neyê jibîr kirin, tirsa Receb Erdogan a herî mezin jî, ji pêşkeftina deskeftiyên gelê Kurdistanê yên ku di çarçova felsefe û siyaseta Rêber APO de bi pêşengiya Tevgêra Azadiyê ve tê meşandin e.

Post Views: 163
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.