Can Yûsif
Hunermend Yara Hebîb xwedan dengekî xweş û hestek nazik .Jina Kurd xwedî dîrokeke kûr a lehengî, xwebawerî û çandê ye û di avakirina civakê de xwedî roleke sereke ye, ji demên kevnare ve jinan mohra xwe li dîrokê xistiye û îsbat kiriye ku ew afirînera şaristaniyan, perwerdekar in ji nifşan re, û sedema sereke ya parastina ziman û çandê ye, keda ku jinan di warê ziman, wêje, huner û muzîkê de pêşkêş kiriye hêjayî pesindanê ye.
Hunermendên jin ên Kurd bi huner û afirîneriya xwe di parastina çand, huner û nirxên gelê Kurd de û di gelek warên jiyanê de rolek mezin lîstine, di hinek waran de ji mêran zêdetir serketine û Jinên Kurd jî weke hilgirên çanda Kurdî û parêzvanên kevneşopî û edetên Kurdan tên dîtin, Jinên Kurd ji bo parastina mîrata çandî ya Kurdî û gihandina wê ji bo nifşên paşerojê kedeke mezin didin.
Hunermend Yara Hebîb yek ji wan hunermendan e ku bi rêya huner, stran û muzîkê hewl da ye ku nasnameya çandî û hunerî ya civaka Kurdî biparêze û karîbû bi ruhekî Kurdî ya resen hunerê çêbike û navê xwe binivîsîne di nav Civaka hunerî û stranbêjiya kurdî bi tîpên zêrîn.
Hunermend Yara bi şiyana xwe ya hunerî ya binavûdeng nîşan daye ku huner ne tenê xweşîbir û şahiyek ji bo mirovan e, lê ew navgînek bihêz e ji bo belavkirina hişyariya neteweyî û bihêzkirina xwemaliya çandî ye. Hunermend û stranbêja Kurd Mehbûbe Hebîb bi nasnavê hunerî (Yara Hebîb) di sala 1979’an de li gundê Sincaqa Seadûn ya girêdayî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, paytexta nivîskar û helbestvanan, navenda folklor û mîrata kurdî ya resen, çavkaniya hunermend û dengbêjên kurd, ji dayîk û bavên Kurd (Ebdul Rahman Hebîb û Xelfa Elî) hatiye dinya yê.
Yara di malbateke Kurd a welatparêz de ku bi ruhê welatparêziyê tije, dilbêj û xemkêşê huner, çand, xembarê welat û nasnameya neteweyî mezin bûye.
Xwendina qonaxa seretayî li gundê Sincaqa Saedûn û asta amadeyî û lîse li dibistanên bajarê Amûdê xwendiye, lê ji ber rewşa siyasî û zextên ewlehiyê xwendina xwe bidawî ne kiriye. Meyla wê ya hunerî û hezkirina wê ya ji bo stranbêjî, muzîka kurdî û folklora kurdî di temenekî biçûk de, dema ku diçû dibistana navîn, di bin bandora bavê xwe ku stranên kurdî yên resen ên gelêrî digotin û xwedî dengekî xweş bû dest pêkiriye.
Li gel şert û mercên dijwar û astengiyan jî serê xwe netewand û weke jineke azadîxwaz û hunerhez di qada huner û çandê de xwe pêş dixist, roj bi roj bi ezberkirina gelek stranên folklorî û netewî yên li ser welat, hevgirtin, azadî û axê, şiyana xwe ya hunerî hîn zêdetir pêşdixist û hewesa wê ya ji bo stran û muzîka Kurdî zêdetir dibû.
Ew bi dengê xwe yê nazik û bi rewaha xwe ya xweş di nav xwendekar û kesên nêzî xwe de navdar bû, bêyî ku serî li ber zilmê daxîne wê hunera xwe hembêz kir û ber bi ronahiyê ve meşiya, ji ber wê jî di sala 1992’an de tevlî koma Bahdîna bû û rolek girîng di wê de lehîst.
Wê di sala 1994’an de bi tevlîbûna koma Agirî dest bi kariyera xwe ya hunerî kir û beşdarî gelek çalakiyên neteweyî, şahiyên herêmî û cejnên Newrozê bû.
Di sala 2005’an de hunermend, helbestvan û derhênerê Kurd Zakariya Efrînî nas dike û bi hevre dizewicin û sê keç ji wan re çêdibin (hunermenda ciwan Firîşte û du keçên jêhatî Surişta û Buhişta).
Hunermend Yara demeke dirêj bêhna laşê zarokên kizirîn yên di sotgeha Sînemaya Amûdê, kevnartiya şûnwarên Orkêş û henasa dîroka wê di bîra xwe de hiştine.
Wê karîbû bêhna pêmayên (xirbeyên) Amada û Şermola bi bêhna nîşangehên Nebî Horî û En Dara re tevlîhev bike û bêhna şaristaniya Girê Mozan û Şixar Bazarê bi bêhna Bendava Meydankê û kevnartiya Şikefta Doderî re bike yek, û bîhna Deşta Simbilan bi bêhna şaxên zeytûnê tevlîhev bike, bi stranên xwe yên xweş, bi hestînên xwe yên xurt û bi hestên wê yên nazik .Ji berhemên deştên Simbilên genim li Cizîra Keskîn û zeviyên çiqilên zeytûnan li Çiyayê kurmênc, sê gulên bedew (Firîşta, Surişta û Buhişta) li çarmedorên Rojavayê Kurdistanê derketine holê .
Şarezayiya wê tenê bi stranbêjiyê re sînordar nebû, ji ber ku wê li ser muzîkê dixwend, bi zimanê kurdî helbest dinivîsand, gelek awazên stranan çêkirine û bi zaravayê soranî jî stran gotine, ew niha amadekariya dîwaneke helbestan a bi zimanê kurdî dike ku tê de gelek helbest hene û dê di demek nêzîk de çap bike.
Her wiha Yara di gelek çalakî û kiryarên hunerî, çandî û (karê jinan) de xebitiye û bi çend hunermend û stranbêjên Kurd li Rojavayê Kurdistan, Herêma Kurdistan û Iraqê re stranên hevbeş bi rengê dukes (duet) û komên stranbêjiyê strandiye û piştî lêkolîn û xebateke dirêj, beşdarî gelek karên hunerî bûye:
1-kilîpeke hevbeş ya bi navê (Qêrîna Hunermendan) ku bal dikşîne ser hevrêzî û yekrêziya gelê Kurd.
2-Kilîpek li ser etnîkên Iraqê li paytextê Iraqê Bexdayê hat amadekirin û bi gelek ziman û zaravayan hat pêşkêşkirin.
3-Kilîpa “Efrîn Kelha Pola ” ku êş , kul û derdên Efrîniyan tîne ser zimên û bibeşdariya gelek hunermendan ji Ewropa, Başûrê Kurdistanê, ji Rojava û Helebê .
4-kilîpa Siwaro ya wê ya taybete ku stranek gelêrî ye bi stîla xwe xwendiye.
5-Kilîpa Rêwiya min ya wê ya taybete ku rêwîtiya jiyanê bilêv dike.
6-Kilîpa Meryem Can ku wê û hunermend Mistefa Hoger bi du zaravan ( Soranî û Kurmancî) gotine .
7-Kilîpa strana (Çar Elî) li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatiye kişandin û pêşxistin Û weke dî beşdarî gelek fastîval , pêşengeh û ahengan bûye çi li başûrê Kurdistanê û çi li Rojavayê Kurdistanê .
8- Bi dengê xwe beşdarî belgefilma bi navê” Efrînê Evînê ” jî bûye .Ew beşdarî gelek helkeftên neteweyî, şahiyên herêmî û cejnên Newrozê bûye û ji stranên wê yên herî navdar ev in:
1-Strana “Rêwiya min” ji gotin û awazên Zakariya Efrînî
2-Strana” Çar alî ” ji gotin û awazên Zakariya Efrînî
3-Strana “Siwaro” ji folklora kurdî
4-Strana lawiko, ji gotin û awazên wê.
Hêjmarek stranên wê yên hazir hene ku ji aliyê Zakariya Efrînî ve hatine awaz kirin û nivîsandin, lê ji ber lêçûna aborî û nekarîna wê ya tomarkirinê ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê, nekarî wan tomar bike û bike kilîp. Bê guman tundiya koçberiyê û koçberkirina bi darê zorê ji Efrînê û nebûna alîkariya aliyên peywendîdar, hin xewn û daxwazên wan ji holê rakir, lê wan hemûyan nekarîn biryar û îradeya wan bişkînin.
Gelek stranên wê yên hazir û ne tomar kirî hene, di nav de:
1-Baran Baran
2-Çelengê Bedewê
3-Tîrêjên Rojê
4-Ezim Taca Zerîn (ji bo zarokan)
5-Di xew de hiştin lorîka min.
Stranên wê stîlê hezkirina welat û xwezayê û her wiha stranên resen ên mîrate û folklorî yên kurdî wergirtine, wê ji bo welat û xwezayê, ji bo yekîtî û berxwedanê, ji bo azadî û şehîdan jî stran gotine. Tevî wan şert û mercên dijwar ên ku malbata wê tê re derbas bûye, koçkirin û gera li çend bajarên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û Iraqê, wê dest ji xebatên xwe yên hunerî bernedaye û xwendina muzîkê berdewam kiriye û demeke dirêj li bajarê Bexda yê di Komela Hunerî ya Dicle de xebitiye û hîn jî di warê huner, dengbêjî û muzîkê de gavên baş diavêje.
Mixabin ji ber koçberiya bi darê zorê di dema dagirkirina Efrînê de, malbata wê koçberî Cizîrê bûye û li bajarê Qamişlo bi cih bûye û di şert û mercên jiyanê yên dijwar re derbas bûne, rewşa wan gelekî hate guhertin û ji ber rewşa siyasî û windakirina ewlekarî, ewlehî û aramiya welat di encama şer, wêranî, koçberî û guhertina demografî de, bi taybet êş û azarên koçberên Efrînê ku ji malên xwe derketin û rastî çarenûseke ne diyar û gelek kêşe û astengiyan hatin, tevî van hemû şert û mercan jî vê malbatê dest ji xebatên xwe yên hunerî, çandî û nirxên xwe yên Kurdewarî bernedaye.
Digel van helwest û demên dijwar de tevî hevjînê xwe hunermend û derhêner Zakariya Efrîn û keça xwe ya hunermenda ciwan Firîşte Efrîn bi huner, stran û muzîka Kurdî re eleqedar dibe.
Herdu zarokên wê (Bihuşta û Surişta) fêrî amarên mûzîkê bûne û bi hev re wek komek hunerî kar dikin û ew bi hemû derfetên xwe yên hunerî û çandî, bi pênûsên xwe yên zêrîn, bi tîpên xwe yên watedar, bi dengên xwe yên şêrîn û bi stranên xwe yên xweş xizmeta gelê xwe û doza xwe dikin ji bo pêşdixistina qadên huner û muzîka Kurdî .
Ji bo derxistina berhemên hunerî yên nû yên afirîner gelek amadekariyên wan hene û roj bi roj di warê huner, stran û muzîkê de hewl didin xwe bi pêş bixin û pêşdeherin.
Hunermend Yara xizmeta huner û stranbêjiya kurdî kiriye, kete dilê girseyên kurd û hezkiriyên xwe û hewl daye ku di nav hezkirên xwe de cihê xwe yê girîng biparêze.
Wê ji gotinên helbestvanên mezin stran gotine û bi stêrên hunera kurdî re stran gotine, stranên wê karekterek netewî, kevneşopî û akademîk standine û ev yeka wê ji gelek hunermendan cuda dike û ev yek jî kir ku bi xurtî bikeve nava dilê bi hezaran gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Ez ji wê û malbata wê re di karê hunerî de serkeftin, afirînerî û geşbûnê dixwazim.