Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di du rojan de kilîpa ‘Yekîtî’ amade bû’

08/01/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Di du rojan de kilîpa ‘Yekîtî’ amade bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hunermend Yasîn Botan destnîşan kir ku armanc ji kilîpa ‘Yekîtî’ yekbûna gelê kurd e û wiha got: ” Erka yekbûna kurdan dikeve ser milê her kurdekî de. Ev kilîp ji aliyê 6 hunermendan ve di du rojan de hat derxistin.”

Kilîpa ‘Yekîtî’ ye ji berhemên ku ji hêla hunermendên kurd li Rojavayê Kurdistanê ve hatiye çêkirin. Ev berhem derbarê yekrêziya kurdan li Rojava û tevhaya Kurdistanê ye ku di 2’yê Çile de hat derxistin.

Berhema ‘Yekîtî’ ji hêla Çîmen Osman, Hojî Hêris, Nisrîn Botan, Yasîn Botan, Danîş Botan û Hesen Dêrikî ve, bi derhêneriya Rumet Elî hatiye çêkirin.

Derbarê derxistina vê berhemê hunermend Yasîn Botan ku ew jî cihê xwe di nav kilîpa ‘Yekîtî’ de digire ji rojnameya me re axivî.

‘Di du rojan de kilîpa Yekîtî hat amadekirin’

Yasîn Botan da zanîn ku kilîpa ‘Yekîtî’ di du rojan de amade bû û wiha domand: “Li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî lezgîn hewcedarî ji hejmarek hunermendan hat xwestin ku kilîpeke ji bo yekrêziya kurdî çêkin. Lewma jî di du rojan de kilîpa ‘Yekîtî’ hat derxistin, rojekê li Hunergeha Feysel Hesen hat qeydkirin û roja din dîmen li Navenda Mihemed Şêxo hat kişandin. Me weke 6 hunermendên kantona Cizîrê cihê xwe di nav vê kilîpê de girt û her yek beşekê ji stranê dibêje. Bi kemîreya Rojava TV, tevkariya TEV-ÇAND’ê, montaja Nefel Productionê, bexlemeya Şiyar Kîkî û bilûrvan Kawa Kalê ev berhem amade bû. Herwiha gotin û awaz ê Rumet Elî bûn. Di nav vê kilîpê de me navê tu partiyên kurdî an jî serokên kurdan bibîr nexist, lê tenê me daxwaza yekbûna mala kurdî kir.”

‘Armanc ji kilîpê, yekrêziya kurdî ye’

Botan anî ser ziman ku armanc ji kilîpa ‘Yekîtî’ yekdengiya gelê kurd e û wiha axivî: “Em weke gelê kurd di qonaxeke pir nazik û hestiyar re derbas dibin. Qonaxeke ku yan wê gelê kurd hevgirtî bin li Rojavayê Kurdistanê yan jî wê tune bibin. Îro li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şervanên QSD’ê şerekî lehengî dikin û bi berxwedaniya xwe, destana dîrokî ya sedsala 21’ê dinivîsînin. Ew jî li benda yekîtiya gelê kurd in û şervanên me bi yekîtiya kurdî bihêztir dibin. Lewma jî yekîtiya kurdî di vê qonaxê de gelekî girîng e, ji ber ku dema hebûn û tunebûnê ye. Eger şoreşa me têk biçe ew ê hemû partiyên kurdî jî herin û em ê sed salên din li pêş bibin kole. Çiqasî pirsgirêkên partiyên kurdî hebin, pêwîst dike ku van nakokiyên di navbera xwe de bidin hêlekê. Herwiha gelê kurd li Rojava ji vê qonaxa hestyar derxînin û berê xwe bidin deriyê azadiyê.”

 

‘Erkê hevgirtinê dikeve ser milê her kesî’

Hunermendê kurd Yasîn Botan destnîşan kir ku henû kes erkdarên yekîtiya kurdî û wiha got: “Di roja îro de şervanên QSD’ê li hemû çeperên şer qehermaniyeke mezin dide meşandin. Kêmasî di milê şervanên me û hêzên leşkerî de tune ye. Lê belê kêmasî ji hêla ragihandinê ve tê kirin, nemaze ev berxwedaniya ku tê kirin bi awayekî ku tê xwestin, li ser asta cîhanê nayê ragihandin. Di heman demê de, me ev berhem bi ked û derfeta xwe çêkir, lê belê televizyonên me û dezgehên ragihandinê ev berhem neweşandin. Me tenê li ser malperên xwe yên civakî li ser watsap, feecbook, you tube û hwd… belav kir. Li aliyekî din rewşenbîr, nivîskar û hunermendên me li Rojava di warê piştgiriya QSD’ê û yekîtiya kurdî de kêm mane. Ew xebatekê dikin, lê ne biqasî giranbûna Şoreşa Rojava ye. Lewma jî pêwîste her kes ji bo yekîtiya kurdî û piştevaniya şervanên QSD’ê xebatê bike. Ji ber ku ev yek erkê hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û partiyên kurdî. ”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.