Farûk Sakik
Li Tirkiyê di van demê dawî de bi destpêkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re, gotin û hevokên nijadperestî belav dibin. Rayedarên dewletê kî behsa pêvajoyê dike, bi peyva ‘teror’ dest bi axaftina xwe dike. Bahçelî, Erdogan û hin rayedarên din. Ji bo dilê nijadperestên Yozgat û Çorûmê xweş bikin vê peyvê bi kar tînin. Xema wan nîne ku Kurd bi vê yekê aciz dibin yan na?
Herî dawî axaftina Erdogan a “serdema terorê bi dawî dibe û serdema biratiyê dest pê dike” rojnameya Milliyetê derxist manşeta xwe. Xwişk û biratiya van herdû gelan hebû. Bapîrê we dest bi terorê kirin û ev yekîtiya Kurd û Tirkan berteraf kirin. Piştî Lozanê bapîrên we har bûn. Terora we li ser çand, ziman, huner û nasnameya Kurd roj bi roj zêde bû. Piştî serhildana Şêx Saîd terora ku wan li Kurdistan meşand hed û hesabê wî tunebû. Bi ‘plana îslahkirina Şerqê’ Kurdistan wêran kirin. Bi terora bapîrên we yên guhertina navê bajar, gund û herêman re navê gundê min(F.S.) Zengok we danî Yurecîk. Teror-komkujiyên bapîrên we yên, li Dersim, Agirî li geliyê Zîlan birînên mezin li gel Kurdan çêkirin.
Bapîrê we Mustefa Muglali dema 33 Kurd ê bêsûc û guneh qetil kir, we navê wî li baregehên leşkerî kir. Dema ku di sala 1993’yan de eskerê we li Mûşê li bajarokê Vartînisê ji malbatek 9 kes bi saxî şewitand dengê kenê eskerê we û qîrîna wan zarokan bi hev re bilind dibû. Dema balafirên we li Roboskî 34 zarokên Kurdan qetil kirin, Erdogan pîlotên balefiran pîroz dikir.
Ev çend kiryarên terorîst ê we û bapîrên we bûn. Terora ku hûn li Rojava dimeşînin ji xwe cîhan jê re şahidî dike. Ev Kurd û tevgera Kurdan ya azadiyê, ji bo vê terora we bide seknandin têkoşiyan. Yek rê hebû ku vê terora we bide seknandin ew jî çek bû. Egîd di sala 1984’an de ev yek bi bîra we xist. Min evqas kiryarên we yên terorî bi bîr xistin. Ka hûn jî yek çalakiyek Kurdan a teror were binavkirin bêjin. Rêber Apo û tevgera azadiyê bi salane ji bo ku aşitiyek mayende pêk were têdikoşin. We tirsek di nav civakê de afirandibû; welat were parçekirin. Wê civakê jî bawerî anîbû. Civaka Tirkiyê, ji we nan, edalet, hiqûq nedixwest. Îroj israra we ev yeke. Her tişt li aliyekê hûn çima êrişî Rojava dikin. Ji wêderê berbi welatê we talukeyek biçûk heye gelo? Na. Hûnê vê terora xwe ya li dijî Rojava çawa îzah bikin.
Heger hûn dixwazin ku pêvajoyek nû bidin destpêkirin. Heger we ferq kir ku li dijî Kurdan terorê pêk tînin encam nagire, divê zimanê xwe qontrol bikin. Tu kes vî mafî nade hûn li dijî Kurdan û tevgera Kurdan vê peyva terorist bikarbînin. Li aliyekê bi rêberê vî gelî re hevdîtinên we hene, lê li aliyê dinan jî, di helwesta xwe ya nîjadperestî de bi israrin. Gefa herî dawî ji Erdogan hat, dibêje ‘heger çeka xwe binax nekin wê binax bin’. Hefta bihûrî min nivîsî bû; Kurdan rext û çekê xwe li dîwar daliqandine. Heger terora we dewam bike, Kurd wê neçar bimînin ku dîsa serî li wê çekê bidin. JI bo çek were binax kirin di doza Kurdistan de çi pêş ket? Rêber Apo li ser navê gelan, li wê derê bi were wê dest bi muzekereyan bike. Di demek wiha de şert dayin niyeta xirab îfade dike. Em şiyariyek bidin. Heger hûn dixwazin pêvajoya biratiya herdû gelan bidin destpêkirin, wan bapîrê xwe yên ji Lozanê vegeriyane, teqlîd nekin.