Ezîz KOYLUOGLU
Dewleta Tirk ya dagirker ev demeke dîsa êrîşkariya xwe li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêdekir. Ev erîşkariya wê dagirkirina herêmêye û armanca esasî jî perçekirina Sûriyê ye. Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe bide pejirandin, him bi Rûsya û rejîma Sûriyê, him jî bi DYA re bazaran dike. Li gora hin çavkaniyan tê gotin ku dewleta tirk ji bo Rûsya û rejîma Sûriyê bêdeng bike, Idlibê û alîkariya xwe ya ji bo çeteyan daniye ser masê. Ji aliyekî din jî zext li ser Amerîka dike ku, wê êrîş bike û divê alîkariya wan di êrîşê de bike.
Dewleta Tirk ya dagirker siyasetek pirr alî bi Rûsya re dide meşandin. Di vê plana da rola Rûsya serekeye. Ev demeke Rûsya dixwaze Idlibê ne li gora peymana Soçî ku hebûna komên çeteyan diparast, niha bi dewleta Tirk li pey lihevhatinekêye. Dewleta Tirk û Rûsya niha li pê bazarek nû deye. Rûsya ev demeke bi civînên Astana ve dixwaze zemîna çareseriya Sûriyê ya di çarçova biryara Netewê Yekbûyî 2254’de bingeha wê xerab bike. Ji bo wê jî pêwîstiya Rûsya girtina Idlibê heye. Heta Idlib wek niha bimîne, wê zemîna civînê Cenevê hebe.
Idlib cihê dawî yê didestê komên ji bo xwe dibêjin em opozîsyona Sûriyê deye. Dervî Idlibê cihên komên çeteyan lê dagirkerin, ne wek herêmên didestê komên ji bo xwe dibêjin em opzîsyonin. Herêmê wek Efrîn, Cerablûs, Bab û Azaz bitemamî dibin dagirkeriya dewleta Tirk deye. Ji bo wê komên çeteyên li wir wek oposîzyon nayên qebûl kirin.
Di rastiya xwe de peymana dinavbera Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê jî, liser daxwaze DYA û Ewropa pêk hat. Ji bo vê jî ji dewleta tirk zêdetir ev peyman dinavbera Amerîka û Rûsya debû. Çinkî li gora welatên Rojavayî ger Idlib bikeve destê rejîma Sûriyê û Rûsya, êdî wateya civînên Cenêv nedima. Ji bo wê heta niha di warê siyasî de parastina Idlib’ê kir.
Rûsya bi rêya dewleta Tirk dixwaze bi kevirek du çûkan bikuje. Dewleta Tirk jî ji bo vê amadeye. Dewleta Tirk bi rasdest kirina Idlibê dixwaze hebûna oposîzyona Erebê Sûriyê bitemamî ji holê rabike. Bivê ve girêdayî jî zemîna Cenêv û biryara Netewê Yekbûyî ya 2254 bê wate bike. Ev wê hewldanên Amerîka û Ewropa bi temamî ji dosyaya Sûriyê derbixe. Ev wek siyasetek hevpar yên dewleta Tirk ya dibin dîktatoriya Erdogan û Rûsya de hatiye plan kirin. Komên çeteyan yên mane jî li herêmên dagirker kiriye kom bike û wan metirsî li ser cîhanê bide bikaranîn.
Di heman demê de Rûsya ji dewleta Tirk ya dagirker dixwaze ev komên çeteyan li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bide bikaranîn û hevsengiya herêmê dide xerab kirin. Dewleta Tirk jî ev diberjewendiyê de dibîne. Li gora dewleta Tirk, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, ji Idibê zêdetir diberjewendiyê wê debe. Li gora wê ji Kurdan xelas bibe, xwe bigîhîne cihên petrolê, xazê û xwe li herêmê bicih bike.
Rûsya dixwaze bi vî rengî bi destê dewleta Tirk li Idibê ji çeteyan xelas bibe. Di heman demê de parastina navendê xwe yên li ser derya Spî têxe binewlehiyê. Di heman demê bi rêya Tirkiyê çeteyan li dijî herêmên ji aliyê Hêzên Sûriyê Demokratîk û Koalîsyona Navdewletî ji DAIŞ rizgar kiriye bide şer kirin. Ev hewldanên êrîşkariya dewleta Tirk ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di çarçavo siyaseta Rûsya ya Sûriyê ve tê meşandin. Rûsya dixwaze bi rêya êrîşkariya dewleta Tirk komên wê yê çete, dawî li hebûna Dewletê Yekbûyî Emerîka li Sûriyê bîne. Di dagirkeriya Bab’ê de jî diyar bû ku komên dibin banê dewleta Tirk dene hebûna hêzên Amerîkî qebûl nakin. Ew dem bikeviran êrîşî leşkerên Amerîkî kiribûn û wan neçar kiribûn ji navçeya Raî ya Bab’ê derkevin.
Rûsya ji bo xwe dem kurt van hesaban li ser dewleta Tirk ya dagirker bike jî, soza wê ji Sûriyê derkeve jê girtibe jî, rastiya dewleta tirk eşkereye ku cihekî têkeve dernakeve. Siyaseta dewleta Tirk ya dagirker ji bo Rûsya jî û ji bo Amerîka jî sûdek nayîne. Berovajî wê bi demê re eşkere bibe, wê Rûsya jî Amerîka jî ji vê siyasetê zerarê mezin bibînin.






