Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêvebera Nexweşxaneya Onkolojî ya bajarê Qamişlo Hediya Ebdullah diyar kir ku ew li gorî derfetên xwe bi nexweşên penceşêrê re dibin alîkar û tedawiya pêwîst pêşkêş dikin. Hedeiya da zanîn ku ji bo ew rêjeya nexweşan nas bikin, wan bi rêya bernameya KOPO dest bi pirojeya serjimariyê kiriye.
Di laşê mirov de hemû lebat ji şaneyan pêk tên. Şane mena herî biçûk ya laşê zindiyane, herwiha bi çavan nayê dîtin, tenê bi riya hûrbînên pêşketî tên dîtin.
Şaneyên bedenê yên bijûn (ji xeynî şaneyên masûlke û tûreya ) xwedî hunera parbûnê ye. Vê hunera xwe bi armanca nûkirina şaneyên mirî û selihandina raçîngên birîndar bi kar tînin. Lê ev hunerên wan jî bi sînor in. Bêdawî par nabin. Di jiyana her şaneyê de parbûnek diyar heye. Şaneyek bijûn dizane ku dê li ku û çi qasî par bibe.
Li hemberî van şaneyên penceşêrê bîra xwe wenda dike, dest bi parbûna bêkontrol dike û zêde dibe. Şaneyên penceşêrê kom dibin û girêdana (tumor, kîtle) pêk tînin. Girêban dikarin raçîngên normal biçewisînin, dikarin têkevin hundirê wan an jî dikarin wan texrîb bikin. Ger şaneyên penceşêrê ji girêbanên pêk anîne veqetin dikarin bi rêya gera xwînê an lenfê biçin deverên din ên bedenê. Li deverên ku diçinê koloniyên grêban pêk tînin û pirbûna xwe didomînin. Şaneyên penceşêrê bi vî şiklî li deverên laş belav dibin ku ji vê re tê gotin metastaz.
Penceşêrên ku di şiklên cuda de, di lezbûnên cuda de mezin dibin, şiklên belavbûnê yên cuda nîşan didin û bersivê didin tedawiyên cuda. Ji ber vê di tedawiyên nexweşiyên penceşêran de li gor cûreyê penceşêrê yên ku hene tedawiyên cuda tê bikaranî.
Nexweşiya penceşerê ji berî şoreşa rojava pir zêde bû, li gorî rêjeya navenda Şamê, piraniya wan nexweşan ji herêma cizîrê bû, piştî şoreşê barê nexweşan zêde bû ji bo çûyîna tedawiyê li Şamê, nexweşxaneya penceşêrê ji hêla Heyva Sor ya Kurd hate vekirin da ku bare wan sivik bikin. Derbarê vê mijarê rêvebra Nexweşxaneya Penceşêrê Hediya Ebdullah ji rojnameya me re axivî.
Sedemên zêdebûna nexweşiya penceşêrê:
Rêvebera nexweşxaneyê Hediya Abdullah ji me re sedemên zêdebûna vê nexweûiyê anî zima û wiha got: “Sedemên nexweşiya penceşêrê wiha ne: Petrol li herêma me heye, ev dibe sedema qirêjiya jîngeh, zêdebûna hejamra jenertor û wesayîtan, sotemeniyên neft û gazê nema weke berê paqije dihêle ku rêjeya qirêjiyê zêdetir bibe, vexwarina çixaran û xwerinên hazir.”
Cureyên penceşêrê li herêma me
Hediye Ebdullah anî ziman ku gelek cûreyên penceşêrê hene û wiha domand: “Li herêma me zêdetir nexweşiya penceşêra pêsîr û ya malzarokê li cem jinan heye. Herwiha ya kolon, roviyê zirav û ya birostatê jî heye.”
Hediye Abdullah balkişand ser jimara nexweşên penceşêrê li herêmê û wiha domand: “Em nikarin bêjin ku hejmara nexweşan zêde bûye ya na, herî kêm sê sal divê lêkolîn bê kirin da ku jimarê diyar bikin, Heyva Sor a Kurd niha li ser bernameya KOPO projeyeke serjimariyê daye destpêkirin, ew ê di sê salan de hejmar herî zêde li kîjan herêmê zêde ye, kîjan cûre ya herî zêde belav bû ye û sedemên wê, diyar bikin.”
Ji bo tedawiyê nexweş neçar diman biçin Şamê
Hediya Ebdullah wiha domand:” Ji ber tunebûna tu xeste an navendeke ji bo tedawiya nexweşiya penceşerê li herêma me, nexweş neçar diman ku berê xwe bidin Şamê, vê yekê bare wan girantir kir. Ji bilî rêya seferê û mayîna li wir, derman pir buha ye, mîna ku li nexweşxaneya Beyrûnî ya Şamê derman bûye ji sedî 90 tê frotin. Gelek zehmetî bi xwe re dianî ji milê pîskolojîk û madî ve.”
“Ev heye nêzî salekê Heyva Sor a Kurd xesta erkolojîk vekir da ku barê van nexweşan sivik bike, çûna dervî herêmê hem di eynî demê de dîtina bijşkan lêhurbûn, îko. Dermanê kîmwayî nêzî serê sedî 70`ê cûreyên wê hatin peyda kirin, bê dirav. ”
Peydakirina dermanan
Hineke cûreyên penceşêrê hene dermanê wan pir zehmete ku bên peyda kirin, li gorî derfetan em ê hewil bidin wan peyda bikin, ji ber ku ji nû ve xeste hatiye vekirin û tu destek dayîn nehatiye pêşkêşkirin. Her kes dizane ku deman û tedawiya nexweşiya penceşêrê pir giran û buha ye, hin dermanên kîmawî hene bi 100$ ye, li gorî xeta tedawiyê ya ku bijîşk ji nexweş re tê dayîn, li gorî vê yekê dibe ku tedawî 1 caran dermanê kîmawî bê dayîn an kêmtir.
Hêjayî gotinê ku li nexweşxaneyê tedawî b giştî ya nexweşiya penceşêrê bê dirave.
Kengî kîmawî pêwste:
Li gorî rêvebera nexweşxaneya penceşêrê Hediya Abdullah, dema ku girêka penceşêrê tê emelyatkirin pêwistî bi kîmawî heye. Du cureyên tedawiyê heye ya kîmawî û radyasyonê, ji xwe cîhazê radyasyonê tune ye û derbaskirina wê zehmete ji bo herêmê, tenê bi kîmawî tedawî tê kirin. Di dema pêş de ku derfet hebe wê ev daxwaz bê peyda kirin.
Hediye Abdullah wiha got:”Tu temenekî diyarkirî ji bo vê nexweşiyê tune ye, bi her kesî re çêdibe, çiqas mirov xwezayî be û dûrî tiştên nexwezayî bikeve ewqsî wê tenduristiya mirovan ji hemû milî ve baş dibe û parêza xwe ji penceşêrê bike.
Nîşaneyên penceşêrê:
Nîşaneyên zanîna nexweşiyê ji nexweşekî ji bo yê din cuda ye, hin jê nayê zanîn heta bighêje asta dawî ku nexweşî di laşê mirov de belav dibe.
Hejmara nexweşan di nexweşxaneyê de nêzî 330 nexweş hatin pêşwazî kirin ji destpêka vekirina nexweşxaneyê.
Li naxweşxaneya nexweşeke bi navê Îsa Musa 35 salî ye diyar kir ku ev saleke li nexweşxaneyê xwe tedawî dike, lê berê li nexweşxaneya beyrûnî dima, piştî vekirina nexweşxaneyê ji hêla Heyva Sor a Kurd li Qamişlo, min êdî li vir xwe tedawî kir. Barê me pir giran bû, ji bilî çûn û hatinê û mayîna li otêlan û dermanan, li nexweşxaneya penceşêrê barê me sivik bû, derman tê peyda kirin, tenduristiya min her ku diçe baş dibe, her du hefteya carekê têm ji bo tedawiyê.