Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bêdengiya Navnetewî hedefgirtina rojamevanan rewa dike’

05/01/2025
in ROJEV
A A
‘Bêdengiya Navnetewî hedefgirtina rojamevanan rewa dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/ Qamişlo

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê diyarkirin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK‘ê rojnamevanên Ragihandina Azad dike hedef, herwiha armanca êrişan qutkirina dengê heqîqetê ye.

Dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya PDK‘ê hertim êrişî gelê kurd dike û bi taybet rojnamevanên ragihandina azad dike hedef. Di derbarê hedefgirtina rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê, rojnamevan Baran Germiyanî û Ibrahîm Êzidî ji rojnameya me re axivîn.

‘Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê rojnamevanan dike hedef‘

Baran Germiyanî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk bi zanebûn rojnamevanan dike hedef û bi taybet jî rojnamevanên jin, ji ber ku jin bi hişmendiya  azadiyê pêşengtiya civakê dike û ew vê yekê ji bona xwe metirsî dibînin, ku bi tu awayekî nikarin îradeya jina azad û jinên di nava kar û xebatên ragihandinê cihê xwe digrin bişkînin. Di heman demê de me dît ku ne tenê dewleta Tirk vê yekê dike, herwiha ev yek bi kevkariya PDK’ê ya bê sînor jî tê kirin. Bi awayekî ku her rojnamevanekî li Başûrê Kurdistanê li ser gendelî, neheqî û îxaneta PDK‘ê kar bike. PDK’ê jî gelek rojnamevan revandin, kuştin û kirin zindanan, an jî sûcên cuda li ser wan barkirin û hewl tê dayîn ku kesayetiya wan bişkînin û nehêlên ku dengê rastiyê.”

‘Divê sûcên dewleta Tirk di asta navnetewîde de bêne belgekirin’

Baran Germiyanî axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo rê girtina van êrişan dikar e gelek kar bê kirin, ji wan jî beriya her tiştî rojnamevanên ku li Başurê kurdistanê kar û xebatê dikin li hemberî kiryarên PDK’ê bi baldarî tevbigerin û hemû kiryarên ku di derheqê rojnamevanan de têne kirin ji raya giştî re eşkere bikin. Eger duh çend rojnamevan hatine şehîd kirin, îro dora wan e, angu dewleta Tirk û PDK’ê nasekinin û hebûna gelê kurd dikin armanc. Herwiha girîng e li dijî vê yekê toreke berfereh a rojnamevanan li dijî êrişî û sûcên dagirkeriya Tirk bê avakirin û hemû kiryarên wê yên dijmirovî werin eşkerekirin.”

‘Endamên ragihandina azad dibin armanca dagirkeriya tirk’

Ibrahîm Êzidî jî girêdayî heman mijarê wiha got: “Di dema ku her kes ji Şengalê direviya û hêzên pêşmerge pişta xwe dan civaka Êzidî, endamên Ragihandina Azad  xwe di nava hemû şert û mercên herî giran de gihandin Çiyayê Şengalê û tiracediya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji raya giştî û cîhanê re eşkere kir. Endamên ragihandina azad gav bi gav li kêleka şervanên azadiyê şer û berxwedaniya bêhempa ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê şopandin û gihandin tevahî cîhanê û bi bandora vê yekê cîhan tev bû şahidê berxwedan û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya tirk û çeteyên wê. Ji bo her êrişeke ku li ser civaka me, endamên ragihandinê xwe berpirsiyar didîtin û ew bûne pira di navbera gel û raya giştî ya cîhanê de. Ev rewşa ku em behsê dikin me bi çavê xwe dît û li Şengalê pêkhat, lê em di wê baweriyê de ne, ne tenê li Şengalê li hemû qadên ku têkoşîna ji bo azadiya gelan hatiya meşandin û ragihandin ev yek hatiye kirin û her tim xebatkarên ragihandinê di asta pêşengtiyê de cihê xwe girtine û her tim dibine armanca êrişan û ji bona ku rastiyê bighînin raya giştî cane xwe jî fedakirine”.

 ‘Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e’

Ibrahîm Êzidî axaftina xwe wiha bi dawîkir:” Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e pêwîste neyê qebûlkirin, dema ku çeteyên DAIŞ’ê êriş bir ser rojnamevanan, ger wê demê cîhanê dengê xwe li hemberî van kiryaran bilind kiribe, di roja me ya neha de jî wê dagirkeriya Tirik cesaret nekiriba ku rojnamevanan bike hedef. Lê dagirkeriya tirk û çeteyên wê ji Şengalê bigire heya Bakur, Başûr û Rojava endamên çapemeniya azad dike hedef, lê tu deng ji saziyên ku xwe wek parêzvanên mafê mirove didin xuyakirin dernakeve. Lê li hmberî hemû êriş û gefên dagirkeriya tirk û çeteyên wê her tim endamên ragihandina azad di nava kar û xebatê de bin û nehêlin ku rastî di tariyê de bimînin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.