Nehîr pale
Li Efrînê têkiliyeke di navbera pêkhateya Kurd û Ereb de nêzî 200 salî heye. Destpêkê sala 2018`an û par jî 2024`an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Kantona Efrîn û Şehba dagir kirin.
Malbatên Ereb û Kurd ên gundê Qîbarê yê girêdayî bajarê Efrînê derbasî Şehba dibin. Hinek ji wan malbatên Qîbarê li gundê Um El-Hoş ê Şehba dighîjin hevdû û têkiliya wan a berê 7 salan berdewam dike.
Niha jî hinek ji wan malbatên ji pêkhateya Ereb û Kurd li dibistana El-Rafîdeyn a bajarê Reqayê li gel hev in. Şêxê êla Bo El-Xemîs Elî El-Xemîs anî ziman ku ew li gundê Qîbarê yê Efrînê ji dayîk bûye. Li gundê wan Kurd û Ereb hebûn, Misilman û Êzidî jî hebûn. Hîna kalikên Şêx Elî El-Xemîs derbasî Efrînê bûne û li wêderê bi cih bûne. Têkiliya di navbera wan û pêkhateya Kurd de kevne. Her du pêkhate şêniyên Efrînê ne, fêrî ziman û çanda hevdû bûne. Ne pêkhateya Kurd ditirse ku bibêjin ew Kurdin ne jî pêkhateya Ereb ji xwe şerm dikin ku bibêjin ew Ereb in. Bi salan li heman gundî bi hevre jiyan kirine û dema ku Tirkiyê û çeteyên wê Efrîn dagirkirin wan têkiliya xwe li Şehba berdewam kirin heyanî ku bihev re hatin Reqayê. Jiyana wan bi hevre êdî bûye nirxekî manewî.
Şêx Elî El-Xemîs niha li dibistana El-Farûq berpirsyartiya 13 malbatî rakiriye. Komîna xwe birêxistin kirine û bixwe pêdiviyên xwe pêk tîn in. Têkiliya Ereb û Kurdên Efrînê dûrî nijadperestiyê ye. Rêz didin ziman û çanda hevdû. Efrîn mînaka xwişk û biratiya gelane û ew warê hemû Kurd, Ereb û Ermenên Efrînê ye. Di koka Efrînê de nijadperestî û olperestî nîne. Zarokên li ser wê xakê jidayîk dibin dikarin rêz bidin ziman, çand û olên hev. Pêkhateyên Efrînê bihev re li hemberî dagirkeriyê, şert û mercên koçberiyê têdikoşin.
Ji sala 2018`an û heyanî îro her tim hêviyek wan heye ku vegerin Efrînê. Berî ku pîr û kalên Efrînê bimrin wesiyeta xwe dikin ku wan bibin Efrînê bin ax bikin. Eger li xerîbiyê wefat kirine bila herî kêm wan li xaka wan veşêrin. Ev girêdana wan a bi xaka wan ve diyar dike û destê wan jê nabe.