Tekoşîn Amara/Qamişlo
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baas şandeyek ji PYD, li Başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî û partiyên ku îro piştgirî didin Rojava ku ji bo Sûriyeke nû tekoşîn dikin, hevdîtin pêk anîn.
Hevserokê PYD Xerîb Hiso di çarçoveya hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê ji rojnameya me re axivî
‘Projeya Netewa Demokratîk îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
Xerîb Hiso di destpêka axaftinna xwe de wiha got: “Li Mexribê civîneke partiyên enternasyonal ku li ser dû rojan hat çêkirin PYD’e jî cîhê xwe di wê civînê de girt, gelek partiyên ku ji Ewropa, Asya, Kafkasya û ji Efrîqayê beşdarî wê civînê bûn. Di wî civînê de wan jî wek PYD’ê di nav partiyan de wek ber endam cih girt. Ew civîn pişte rûxandina Rejîma Baas hat çêkirin û herkesî rewşa sûriyê pir meraq dikir û bala herkese li ser suriyê bû ku surye di pêvajoyek çawa re derbasdibe. Me jî di nîqaşên xwe de bal kişand li ser rewşa suriyê a 14 salan û rewşa niha ya pişte rûxandina rejîma baas û hatina Colanî a li ser îktîdarê, sîstema projeya netewa demokratîk îradeya gelê bakur û rojhilatê suriyê û anîna projeya di sîstema netewa demokratîk de di nîqaşên xwede bal kişand ser van xalan.”
‘ Bi heft partiyên Başûr re hevdîtin hat çekirin ‘
Xerîb got ku li başûrê kurdistanê bi heft partiyên siyasî re hevdîtin pêk hatin û wiha anî ziman” pişte cîvîna mexrîbê li başûrê kurdistanê jî bi saziyên ku piştgirî didin rojava, rewşenbîr, hûnermend, kesayetên navdar û kesayetên ku di nav civakê de tên naskirin re hevdîtin çêbûn. Kesayetên bi însayatîf yên ku piştgiriya rojava dikin me hevdîtinên xwe biwan destpêkir. Gelek partiyên ku serdana bîroya me kirin biwan re jî hevdîtin hatin çêkirin. Armanca me ji wan hevdîtinan ji bo ku em hin zêdetir partiyên ku li başurê kurdistanê tekoşîn û bandora wan dinav civakê de heye ji bo wan girîngin ku piştgrî bidin şoreşa rojava. Heman deme de hevdîtinek jî bi rêveberiya KNK re çêbû ev hevdîtinên bi giştî erênîbûn, armanc ewe ku piştgiriya rojava û berxwedana QSD, YPG- YPJ’ê divî pêvajoyê de hin zêdetir bê kirin.
‘Di yekîtiya kurdî de rola jin û ciwana girînge’
Xerîb balkişand ser hedefên xwe yên ji bo hevdîtinan û wiha domkir” Di wan hevdîtinan de naveroka nîqaşan li ser esasê parastina deskeftiyên rojava û yekrêziya kurdî ku pir dihat meraqkirin bû. Em kurd çawa bikaribin di nav xwede hem divî pêvajoyê de hem jî pêvajoya ku suriye têde derbasdibe, ji bo avakirina suriyeke nû û rola kurd di suriyeyeke nû de pêwîste bê destekkirin. Mijarên sereke yên ku herê zêde dihat nîqaşkirin û guftogokirin yekrêziya kurdî bû diwî mijarê de wek PYD nêrînên me jî biwan re mişterekbû. Hêviyek hebû ku em di gelek aliyan de bigîhijin hev taybet di aliye yekîtiya kurdîde, tenê ne dinav partiyan de têrê nake, di yekîtiyê de beşên civakê girîngin. Di sîstemên demokratîk de dema ku tifaq û yekîtî çêdibin çi li ser asta partiyên siyasî dibin çi jî rêxistinên jin û ciwanan dibin her kesek dinav yekîtiyê de cîhê xwe digre ancax bi vî şêwazê helwestên yekîtiyên netewî û gelan tamam dibin, ger yekîtiyek çêbibe li ser esasê ku hemû beşên civakê têde cîh bigrin ancax çêbibe.
‘Pêwîstiya Rojava bi piştgiriyê heye’
Xerîb got ku pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê niha bi piştgiriyê heye, lewma hatina ji bo Başûrê Kurdistanê divê demê de gelek girînge û got; “Hatina me ya Başûr ya piştî ketina rejîmê xwedî girîngiyek taybete, me di nav 3 rojan de gelek hevdîtin pêkanîn. Gelê Başûrê Kurdistanê û gelek aliyên siyasî serdana me kirin û xwedî helwestên neteweyî bûn. Niha çavê hemû kesê li Rojavayê Kurdistanê ye, çavê cîhanê li ser Suriyeyê ye, pêwîstiya Suriyeyê jî bi sîstemek demokratîk heye. Emê bi yekîtiya xwe jiyanek azad ava bikin, teror û dagirkeriyê bişkînin. Ji bo ku diyaloga Kurdî baş birêve biçe, deriyê me ji bo hemû kesê vekiriye, herkes dikare pêşniyara xwe pêşkêş bike. Em niha ji bo konferans yan jî komxebatek berfireh kar dikin, ji bo ku em bigihin biryarek bihêz ya di berxwedana niha de, em dixwazin hemû partiyên Kurdî bên Rojava û her kes pêşniyarên xwe bîne ser ziman. Livir jî partiyên siyasî dikarin bihevre kom bibin û rewşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê binirxînin û pêşniyarên xwe ji bo me bikin. Rewşenbîrên Başûr dikarin xwedî helwest bin, hunermend, nivîskar û rêxistinên mafên mirovan, pêwîstiya me hemûyan bihev heye û pêwîstî derdixe holê ku hemû Kurd temamkerê hevin.
‘Di yekrêziya kurdî de em gelek aliyan de asê dimînin’
Xerîb diyar kir ku bi partiyên Başûr re di aliyê yekrêziya kurdî de lihevkirinên wan hene û wiha dom kir: “Di yekrêziya kurdî de em di gelek aliyan de asê dimînin li hemû parçê Kurdistanê de ev xitmandin tê jiyankirin, di yekrêziya kurdî de gelek kes erê dikin lê qismek jî tevlî yekîtiyê nabin. Sedema ne tevlîbuyîna wan ji fikirandina şewazê kevin tê, partiyên ku xwe tênê li pêş dibînin ango xwe wek partiyên civakî nabînin ku bi awayek wekhev ji bo demokrasiye azadî û edaleta civakê tekoşîn bike û esas bigre ev pir kême. Lewêma dema ku mijar dibe yekîtiya kurdî ne qebulkirin heye. Bi derketina pêvajoya nû re sedsala bûrî têk çû û sedsaleke nû ji bo me kurdan destpêdike û li ser vî esasê jî wê hertim tekoşîn û israrame ji bo yekîtiya kurdî hebe. Wek PYD me ji herkese re diyarkir ku deriye me vekiriye ji bo yekrêziya kurdî, çi bê xwestin emê bikin ya muhîm hemû parti ji aliye siyasî ve biryara xwe bikin yek û nehêlin fikir û zîhniyeta berê li pêşiya me nebe asteng. Hişmendiya ku jin ciwan û beşên civakê di nav xweda qebûl neke nikare yekrêziyê jî qebûl bike, hişmendiya desthilatdar bê ku mene bide civakê ew astengiya dixuliqîne fikir û îradeya civakê dixwaze bi xwere belav bike û bê hevî û bê bawerî bihêle. Li Başûr jî heman hişmendî derdikeve pêş.”






