Can Yûsif
Hunermend Nûhad Yûsif .Xwedan dengekî çiyayî û qirika Botanî. Huner stûneke bingehîn e di avakirin û xurtkirina mirov û şaristaniyan de, ew ne tenê derbirîna bedewiyê ye, herwiha navgîneke bi hêz e di pişkdariya avakirin û belgekirina nasnameya çandî ya netewe û gelan de ye.
Bi rêya hunerê civakan dikarîn bi awayekî kûr têkilî û têgihiştinê çêbikin û di navbera kes û çandên cuda de pir û girêdanên xurt ava bikin, bi saya wê mirov dikarin bîr û ramanên xwe bînin ziman. Hunermendên Kurd bi rêya stran û bijartina helbestên xwe beşdarî parastina nirxên netewa Kurd bûne û bi hunera xwe bûne alîkar ku hewlên qirkirina gelê Kurd pûç bikin û çand, huner û nirxên gelê Kurd di rêya huner û stranên xwe biparêzin, hunermend û stranbêj Nûhad Yûsif yek ji stûnên hunera Kurdî tê hesibandin ku rolek girîng di parastina mîrata çandî û folklorî ya Kurdî de li herêma Cezîrê lehîstiye.
Hunermend û stranbêjê Kurd Nûhad Yûsif li bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê, bajarê helbestvan û hunermendan, yek ji navendên folklor û mîrata kurdî ya resen, di 10/1/1976 de ji du dê û bavên Kurd (Yûsif û Lamaa) hatiye dinê. Ew di nav malbateke kurd a neteweyî û kedkar de ku ji huner û folklora kurdî hez dikir mezinbûye, ku ji 12 zarokan (heft kur û pênc keçan) pêk dihat, û ew yê herî mezine di nav xwişk û birayên xwe de. Dibistana seretayî û amedeyî li bajarê Dêrikê xwendiye û ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê xwendina xwe bi dawî neaniye û hîn di temenê ciwaniya xwe de ji bo alîkariya malbata xwe di ked û karên zehmet de xebitiye.
Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ya ji bo stranên kurdî û folklora kurdî di panzdeh saliya xwe de, di bin bandora bapîrê xwe Husên de, ku stranên resen ên folklorî yên kurdî digotin, dest pê kiriye. Wî şiyana(hinêra) xwe ya hunerî zêdetir pêşxiste bi ezberkirina gelek stranên gelêrî yên folklorê Kurdî û di bin bandora dengbêjên mezin ên Kurd ên herêmê mîna (Ebdulezîz Simê, Îbrahîm Bane Qesrî, Reşîd Elanê û Mela Xelîl) de ma ye. Hunermend Nûhad Yûsif di 01.03.1997ê de zewicî û çar kurên wî hene.
Di sala 1998’an de dest bi hengama (mesîre) xwe ya hunerî ya stranbêjî û dengbêjiyê di dawet, şahî û ahengên neteweyî de kiriye. Di sala 2001’ê de ligel komek hunermendên Dêrikê wek (Ednan bavê Hêco, Zîdan Şêx Qasim, Rakan Elanê, Seîd Ebdulbaqî û orkestravan Yakan Bellî) Koma Evîn damezrandine ji bo vejandina aheng û dawetên gelêrî li herêmê. Di sala 2003’an de, wî koma xwe ya taybet damezrand,wek hunermendek serbixwe, ji bo pîrozkirina dawet, şahî û helkeftên neteweyî, ku di nav gelê Kurd de li parêzgeha Hesekê deng veda. Hunermend Nûhad Yûsif yek ji pêşengên strana gelêrî ya kurdî li herêma Dêrikê tê naskirin, ew gelekî nêzîkî hunermend Ednan bavê Hêco bû, ji ber ku wî alîkarî bi wî re kir ku kesayetiya xwe ya hunerî ava bike û gelek stranên xweş û awazên şêrîn pêşkêşî wî kirin.
Hunermend Nûhad Yûsif her wiha di xebata xwe ya hunerî de bal kişandiye ser ezberkirina gelek stranên gelêrî yên resen ên Kurdî, ku yek ji zehmettirîn şêweyên strana gelêrî ne, wek (Peyîzok ,Bûlîte, Heyranok, Lavij, û Serûlî).
Di destpêka gerîna xwe ya di cîhana muzîk û dengbêjiyê de rastî gelek zehmetî û astengiyan hat, lê wî karî li hember wan raweste û rêya xwe bişopîne bi îrade û viyana xwe ya xurt .Ji ber helwestên wî yên neteweyî, ew ligel hunermend Cemal Sadûn û mûzîkjen Dijwar Ebdullah ji aliyê desthilata ewlekariya Sûriyê ve hat girtin, bi buhaneya ku wî di daweteke li Dêrik ê de di 4’ê cotmeha 2009’ê de stranên niştimanî pêşkêş kirine, du mehan em li gel hev man di heman qawîşê de li zindana Elaya de.
Ew rastî gef û îşkenceyê hat, lê teslîm nebû, ne jî serî li ber fermanên ewlehiyê daxist, wî karê xwe yê hunerî berdewam kir û gelek stranên rengereng derxistin.
Ji kar û berhemên wî yên hunerî sê albomên stranên folklorî, evîndarî û niştimanperwerî hene. Di sala 1999’an de yekem alboma xwe bi navê (Wey li min dunyayê) derxist û alboma wî ya duyemîn di 2001’an de bi koma Evîn re derxist. Alboma wî ya sêyem di sala 2009’an de derketiye û her albomek ji 12 stranên folklorîk, evîndarî û welatparêzî pêk tê. Piraniya stranên wî ji gotin û awazên wî, û awaz û peyvên hunermend Ednan bavê Hêco û hin hunermend û helbestvanên herêmê ne, wek (Melayê Cezîrî, Diljan Cûdî bavê Ceger, Şevger Mîrza, Melevan Resûl, Cuma Êrisî, Îbrahîm Cangîr, Leşker Bane Qesrî, Dewran Bane Qesrî û Rêzan Şêxo, Ridwan Xorsî û Xalid Mela) ne.
Di nav van stranan de yên herî navdar ev in:
1-Cejna Evînê :Gotin Diljan Cûdî -awaz bavê Hêco.
2-Xanim Xanim : Gotin û awazên bavê Hêco.
3- Zariya gunde: Gotin û awazên Leşker Bane Qesrî
4- Hene hene hinda Şîrînin:Gotin û awazên Ridwan Xorsî.
5-Îro ez bûme Ixtiyar:Gotin û awazên Dewran Bane Qesrî.
6-Ka Tu Bêje : Gotin û awazên Rêzan Şêxo
7-Bi xêr hatî dalala min :Gotin Xalid Mela û awaz bavê Hêco.
8-Riweyda: Gotin û awazên Cuma Êrsî.
9-Bûkê : Gotin Îbrahîm Cangîr, awaz Nûhad Yûsif.
10- Evîna min : Gotin û awazên Şevger Mîrza.
11-Vê Firqetê : Gotin Melayê Cezîrî û awaz bavê Hêco.
12- Anisê: Gotin Melevan Resûl, awaz Bavê Hêco.
Ji bilî vê jî, herwiha wî car bi car stranên takekesî diweşandin
Wî herwiha di van demên dawî de çend vîdyo klîp jî weşandin, di nav de:
1-Dayê: Peyv û awazên Ednan bavê Hêco
2- Xanim Xanim: Gotin û awazên Ednan bavê Hêco
3- Lê Lê Kinê: Gotin û awazên folklora kurdî.
4- Ey dinyayê : Peyv û awazên Ednan bavê Hêco
5- Cejna Evînê: Gotin Diljan Cûdî û awaz bavê Hêco.
6- Kanîka Binya Mala: Gotin û awazên folklora kurdî
7- Li min : Gotin û awazên folklora kurdî
8- Siwaro: Gotin û awazên folklora kurdî
9-Kuro Malî: Gotin û awazên folklora kurdî
10-Min bêjinga xwe hejand: Peyv û awazên Nûhad Yûsif
11-Ew Xanim: Gotin û awazên Ednan bavê Hêco
12-Hin hene hinde Şêrînin : Peyv û awazên Ridwan Xorsî.
Nûhad Yûsif dengbêjekî Kurd ê gelekî navdar e, belkî tişta ku vî hunermendî ji hev cuda dike ew e ku jêhatîbûna wî ya mezin di pêşkêşkirina stranan de bi awayekî ku dilan xweş dike û hestan geş dike. Şarezariya wî ya hunerî tenê bi stranbêjiyê re sînordar nema, ji ber ku wî ji bo gelek stranên xwe awaz çêkirin û gotin nivîsandin û xwe fêrî lêxistina ûdê kir.
Ji stranên wî yên taybet yên herî navdar :
1-Ez Poşmanim.
2-Bes xwe bihejîne.
3-Dêrik çi xweşe.
4-Kejê faye tê.
5-Gundê me bi dare.
6-Min û dilê xwe.
7- Mihemed Beg.
8- Yadê çi xweşe navê te.
9-Cîrana min.
10-Dilbera mê Kew.
11-Yar mişmişe
12-Niqşa li ser dilê min .
Hunermend Nûhad Yûsif di gel hêjmarek hunermendên Dêrikê çend stran bi rengê kom û duet pêşkêşkirine, wekî:
1- Strana “Dêrik Dayika Mine ” ji bo sersaxiya hunermend Cemal Sadûn.
2-Strana “Ey Rojava” ji gotnê Diljan Cûdî “bavê Ceger” û awazê bavê Hêco.
Her wiha ligel hunermend Rojda Haco ew beşdarî di strana (Dilberê Îro Seher) de bûye ji gotinê melayê Cezîrî û awazê Nûhad Yûsif. Hunermend Nûhad Yûsif yek ji qurbaniyên serjimêriya nerewa bû ku di sala 1962’an de li parêzgeha Hesekê li Kurdistana Sûriyê pêk hat û tê de bi sed hezaran Kurd ji hemwelatiya Sûriyê bêpar man, û heta îro jî bê belge maye. Ji ber şert û mercên şer, wêranî û kuştinên ku Sûriyê tê re derbas bû û têkçûna ewlekarî, ewlehî û aramiya herêmê ji ber êrîşên komên çekdar û hêzên tarî (DAIŞ û Cebhet El-Nusra) li ser herêmên Rojava û wêrankirina binesaziyên welat, ew di dawiya sala 2012’an de neçar ma ku bajarê xwe Dêrikê terk bike û derbasî Ewropayê bibe û di gel malbata xwe li Danîmarkayê bi cih bû ye. Ji sala 2018’an û vir ve ji ber rewşa xwe ya tenduristî dev ji şahî û dawet, aheng û helkeftên netewî berdaye û di van demên dawî de jiyana xwe terxan kiriye ji bo berhevkirina stranên gelêrî yên kurdî, ezberkirina wan û parastina wan ji windabûnê û dem bi dem weşandina hin klîb û stranên folklorî û hunerî yên kurdî dike.
Hunermend Nûhad Yûsif bi dengê xwe yê çiyayî ku hemû guh û çêjan şa dike navdar e, wî bi stranên xwe yên folklorîk deng daye heta ku bûye yek ji hunermendên kurd ên herî girîng li Sûriyê û gelek stranên kurdî yên netewî, folklorî û dildarî pêşkêş kirine.
Bi stranên xwe yên hêja hunera Kurdî dewlemend kiriye, ez jê re saxlemî, serkeftin û afirîneriya zêdetir dixwazim û ku zû vegere li şahî û dawetan.