Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di sala 2024’an de SZK’ê çi xebat kir?

30/12/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
Di sala 2024’an de SZK’ê çi xebat kir?
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Îsal SZK’ê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî li Rojava 5 berhemên cuda û sûdmend derxist. Di heman demê de 3 bernameyên girêdayî ziman û wêjeyî pêşkêş dike. Li gel dayîna perwerdeyên ziman, SZK’ê beşdarî 3 pêşangehên pirtûkan ên xwecihî û navnetewî bû.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK), li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyeke ku mijûlî hemû warên ziman yê pêkhateya kurd dibe. Ev sazî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatê dike, gelek navendên perwerdeya zimanê kurdî û komîteyên cuda hene.

Berhemên ku îsal ji aliyê SZK’ê ve hatin weşandin ev in:

Berhemek bi navnîşanê “Rêzimana Îngilîzî ji bo Kurmancîaxivan” hat derxistin. Di vê pirtûkê de mijarên rêzimana îngilîzî yên sereke (herwekî: Navdêr, cihnav, hevalnav, hevalkar û hwd… hene. Herwiha ji hêla Mîlad Xezalê û Nêçîrvan Evdilezîz ve hatiye amadekirin.

Berhema “Avesta cildê 3’yem” destnivîsîn ya avestolog Beyhanî Şahînî, ji nav weşanên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) derketiye.

Di heman demê de “Kovara Hawarê” ya Mîr Celadet Bedirxan, bi 57 hejmarên wê ve, di du cildan de hat derxistin.

Ev herdu cild li ber deqa orjînal ji hêla Elî Evdo û Mîlad Xezalê ve ji nû ve hat nivîsîn û naveroka wê ji nû ve hat dîzaynkirin.

Berhema “Zimannasîya Teorîk” ji nav weşana SZK’ê derket ev pirtûk bi destê Ebdilselam Necmedîn û Şêrzad Elî hatiye derxistin.

“Destpêkek ji bo Zimannasîya Pratîkî” ji nav weşanên SZK’ê derket.

Herî dawî berhemek bi serenavê “Destpêkek ji bo Zimannasîya Pratîkî” li ser destê Ebdilwehab Mûsa hatiye amadekirin. Di vê berhemê de, babetên zimannasiya pratîkî hatine pênasekirin û hin pirsên girêdayî kurdiyê (weke pirsa alfabeyê û çawanîya geşedana zimanî), bi nimûneyên têrker hatine nirxandin.

Bernameyên nû yên ku SZK’ê diweşîne ev in:

Bernameya Tevna Ziman, ji hêla Deham Ebdilfetah ve tê pêşkêşkirin.

Pêşkêşkirina bernameya Her Carê Peyvek bi riya pêşkêşvan, Anahîta Êlo.

Bernameya Pirseke Kurdî, ji hêla Bêrîvan Hac Elî ve tê pêşkêşkirin.

Herwiha li gel van bernameyan, bi serenavê Zargotin, Biwêj, Kilasîkên Rojhilatê, Kilîd û Kakilên wekî bernameyên sala bûrî tên pêşkêşkirin.

Têkildarî xebata Saziya Zimanê Kurdî, rêveberê Komîteya Ziman ya SZK’ê, Nêçîrvan Evdilezîz ji rojnameya me re axivî.

Perwerdeyên astan û xebat (SZK Mediya)

Nêçîrvan derbarê perwerdeyên fêrkirina zaravayên kurmancî wiha got: “Komîteya Perwerdekirinê jî cihê xwe di nav SZK’ê de digre. Ev komîte mijûlî perwerdeya zimanê kurdî dibe. Perwerde li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dayîn. Perwerde bi zaravaya kurmancî li ser 3 astan ji bo xwendekaran tê dayîn. Komîteya Ragihandinê jî (SZK Mediya) heye ew hin mijarên ziman dike qada xebata xwe. Bi riya bernameyekê ev komîte derbasî gund û taxên bajarên kurdî dibe û pirsên girêdayî ziman û çanda kurdî ji civaka kurdî tên kirin. Di encamê de jî diyariyek sembolîk ji bo her kesê bersivê dide, tê dayîn. Bernameya din ya peyvên kurdî ye, bi riya vê bernameyê temaşevan û kesên guhdar têgihên kevnar û nayên bikaranîn nas dikin. Herwiha bernameyek din ji bo mijarên zimannasî û wêjeyî tê pêşkêşkirin. Ev bername bi riya soşyal mediya belav dibin.”

Kar û xebata SZK’ê û astengî

Evdilezîz têkildarî kar û xebata SZK’ê wisa destnîşan kir: “Saziya Zimanê Kurdî 3 komîteyan dabeş dibe. Yek jê Komîteya Ziman lêkolînan derbarê zimanê kurdî de dike. Herwiha ev komîte berheman amade dike. Berhemên ku îsal ji weşanên SZK’ê hatin derxistin, 5 bûn. Me li ser nêzî 10 berheman kar kir, lê tenê 5 pirtûk hatin derxistin. Berhemên din jî niha tên amadekirin û dîzayînkirin. Ev berhem jî wê bibin para xebata sala 2025’an. Sedema ku hişt ev berhem dernekevin, gef û êrişên ku tên li ser herêma me bû. Li aliyekî din em di warê kêmpeydabûna kesên bispo ji bo qada ziman astengiyan dikşînin. Lê em hewl didin ku têkiliyan bi zanîngeh û peymangehan re çêkin ku em xwendekarên derçûyî bînin û tevlî xebata SZK’ê bikin.”

Beşdarbûna di pêşangehên pirtûnkan ên xwecihî û navnetewî

Rêveberê Komîteya Ziman ya SZK’ê, Nêçîrvan Evdilezîz girêdayî tevlîbûna SZK’ê di pêşangehên xwecihî û navnetewî de wiha anî ser ziman: “Îsal SZK’yê tevlî 3 pêşangehên xwecihî û navnetewî bû, herjmara pirtûkên ku me di van pêşangehan de beşdar kirin, 10 bûn. Di serî de li Qamişlo tevlî pêşangeha Şehîd Herekol bû. Herwiha em tevlî pêşangeha Firank Fortê ya Navnetewî bûn. Piştî wê jî SZK’ê li Başûrê Kurdistanê tevlî pêşangeha pirtûkan ya Silêmaniyê bû. ”

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.