Ayşa Silêman/ Qamişlo
Wênesaza jin Jînda Qiço diyar kir ku wênesazî ji bo wê hêviyeke ku bi riya wê re rengê jinê dide diyarkirin û wiha got: “Huner mîna deryayekî bê dawî ye, pêwîste mirov xwe pêş bixe û gavên mezin biavêje”.
Jînda Qiço keça bajarê Amûdê ye lê di 1’ê Pûşbera sala 1983’an de li Helebê jidayîk bûye. Li Helebê xwendin û zarokatiya xwe qedandiye. Beşê Darayî li Hesekê tomarkir lê derfet nebû ku berdewam bike, lewma bidawî nekir. Niha jî li bajarê Qamişlo di Hîlala Zêrîn de mamosteya wênesaziyê ye.
Di derbarê jiyan û astengiyên ku rastî wênesaza jin Jînda Qiço hatine, ew ji Rojnameya me re axivî.
Huner bi şoreşa jinê re dest pêkir
Jînda Qiço da zanîn ku wê ji zarokatiyê ve ji wênesaziyê hezdikir lê ji ber ku qedrê hunerê di bajar de kêm bû û derfet nebû, ew rastî astengiya dihat, lewma wê biryar da ku ew bi xwe xwe fêr bike û bibe mamoste ji bo xwe û wiha got: “Dema mirov xwedî xwestek be wê bikaribe gavên pîroz bavêje û bibe hêz ji bo xwe. Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê tu kesî qedir nedida hunerê û bi çavekî piçûk lê dinêrîn. Lê piştî Şoreşa jinê êdî huner jî dest pê kir û bû xwedî rol di civakê de. Min xwest ez gavekî ber bi pêş de biavêjim û ew wênesaziya ku ji zarokatiyê ve bi min re ye, vejîn bikin û ji derdorê re ragihînim. Dema min xwendina xwe ya darayî rawestand, êdî min dest bi wênesaziyê kir. Min bi hemû hewildanên xwe xwest ku ez di tabloyên xwe de rengê jinê bidim pêş. Ji ber ku jin çiqasî bi hêz û xwedî îrade be jî lê hertim dimîne ya hestiyar, lewma ev hest di hemû tabloyên min de di çavê jinê de tê xuyanî kirin. Di heman demê de hin tabloyên min hene şax têde ne, li cem min şax tê wateya vejînkirin û nû avabûnê, lewma her tabloyek li ber dilê min jiyaneke nû ye.”
Xêzkirina xeyal bi riya hunerê
Jînda Qiço axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Wênesazî ji bo min pir pîroz e, ji ber vê yekê min zarokên xwe jî fêr kirine ku tabloyan xêz bikin û ez hertim destekê didim wan da ku pêş bikevin. Sala 2023’an de ez tevlî pêşengeha wêje û hunera jinê bûm, ez ya sêyemîn derketim ev yek ji bo min bû moral û min ev rê berdewam kir. Ez niha vê hêzê didim zarokan da ku ew jî xeyalên xwe xêz bikin. Di heman demê de ez li Hîlala Zêrîn jî mamosteya wênesaziyê me. Ez bi hêvî me ku rojekî ji roja şagirtên min bibin wênesazên navdar û ez wê keda xwe bibînim. Daxwaza min ew e ku huner deha zêdetir bibe xwedî bingehek hîn xurtir û deha zêdetir destek dayîn ji bo wê were dayîn.”