Ayşa Silêman/ Qamişlo
Rêvebera Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişlo Roken Mihemed diyar kir ku Hîlala zêrîn Rojana di nava tevgerê de ye û armanca wan ewe ku tevlîbûna zarokan ji nava xebatê re zêde bibe û zarok zarokatiya xwe jiyan bikin û gel dûrî çand û hunera xwe nekeve.
Hejmara giropên mezinan ên ku di Hîlala Zêrîn de ne 10 giropin û 28 giropên cuda jî yên zarokane, di sala 2024’an de HÎlala Zêrîn tevlî 100 bernameyên qenalên TV û radiyoyan yên siyasî û hunerî bûye. Di heman demê de serdana hezar malî jî kiriye û gelek semîner û perwerde li ser fikrê Netewa Demokratîk jî hatine dayîn. Gelek pirojeyên taybet bi jinê jî pêş xistin û bûn pirojeyên cîhanî.
Di derbarê kar û xebatên Hîlala Zêrîn a sala 2024’an de Rêvebera Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişlo Roken Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Xebatên sala 2024’an a Hîlala Zêrîn
Roken mihemed diyar kir ku ji aliyê hunerî zêdetir dixwazin balbikşînin li ser milê çandî ji ber ku hişmendiya netewekî li ser çand û hunera wê tê avakirin û wiha got: ” Çand jî reng, kevneşopî, cil û bergên te dide naskirin. Destpêkê pêwîste em li dîrokê vegerin heya ku wateya navê Hîlala Zêrîn were naskirin. Loma me gelek semîner dan gel û têde şîrovekirina fikrê Netewa derokratîk ya ku bi dîrokê ve girîdayiye. Her wiha çawaniya parastina maf li ser vê axê û bi çand, huner û zimanê xwe rast jiyan bike. Piranî îsal parêznameya sêyemîn û pêncemîn hat xwendin. Di heman demê de semîner, şano û kilîp hatin dayîn li ser tûndiya ku li ser jinê tê kirin, zewaca temen piçûk û du jinî. Bêhtirî xwe me di van perwerdeyan de hişmendî girt dest ji ber ku di welatekî de pêwîste destpêkê mirov hijmendiyê bigre dest. Ji ber ku çand tenê li ser stran û govendekî nayê guhertin. Her wiha em tînin ziman ku zarok pêşeroja me ne, loma me dibistana xwe ya girûpa zarokan hîn berfirehtir kir, her mamosteyek dihat bi şêwazekî cuda wane didan zarokan, me şêwazê wanedayînê kir piroje û xist destê mamosteyan û wan lêkolîn kir. Minhac hat topkirin û li gorî rasta demsala havînê û demsala zivistanî kar û xebatên zarokan dihatin meşandin. Di dibistanê de jî amûrên wek; keman gîtar, alavên ritim û yên nefest û saz hene, di dema pêş de Xebatên zarokan bi awayekî baş hat derbas kir û bi armanca ber bi 1’ê Îlonê ve roja aşîtiya cîhanî ya zarokan de em festîvala zarokan li dar dixin. Armanc ji vê festîvalê ew e ku zarok him di aliyê hunerî de him jî zarokatiya xwe jiyan bikin daku hinekî dûrî teknolojiyê bikevin û cêja zarokatiyê nas bikin. Festîval îsal bêtirî xwe dewlemend bû, ji ber ku zarokan bixwe li amûrên mûzîkê dixistin.”
Kar, xebat û astengiyên sala 2024’an
Roken Mihemed da zanîn ku Hîlala Zêrîn festîvala Şehîd Berçem li bajarê Kobanê lidarxist, ev festîval ser 4 rojan berdewam kir: “Armanca me ji lidarxistina vê festîvalê ew bû ku em çanda hemû pêkhateyan li ser dikeyekî pêşkêş bikin. Ji ber ku belavkirina çanda Netewa Demokratîk û hunera jinan a ku bi fikrê Rêber Apo hatiye rêsandin li ser yek dikê pêşandan xwedî giringiyeke taybete û armanca me ne tenê di milê hunerî de, lê di milê çandî, wêjeyî û şîrovekirinek di milê pênûsa jinê de pêşketine. Her wiha di festîvalê de me xebata karê destan pêşxist, ji ber ku em hertim dibêjin em bixwe aboriya xwe avabikin û pêşbêxin. Di heman demê de gelek piroje hatin çêkirin, hin kes hebû hunera wan karê destan bû, me destek da wan, him pirojeya wan pêşket û him jî sûd jê giritin. Sedemê darxistina vê festîvalê li Kobanê bi armanca ku fikirê Rêber Apo ji wir destpêkiriye û şoreş jî li wir destpêkir. Gelê Kobanê hewcedar bû ku festîvalek bi vî rengî li wir were çêbibe. Ev festîval him manewî bû û him jî wek pirojeyên jin li wir hatin pêşkêş kirin. Di wir de me bal kişand li ser semînera ku çawa Rêber Apo maf daya jinê û pêwîste em vê yekê biparêzin û xwedî li xeta azadiya têkoşîna jinê derkevin.”
Roken Mihemed axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Astengiya ku em rastî wê hatin ew bû ku me dixwest ev festîval bibe festîvaleke cîhanî û hin kes ji derve jî werin û em çandeke azad û hunerekî demokratîk pêşkêş bikin. Loma gelek hunermendan amadekariyên xwe kirin da ku tevlî bibin, lê mixabin PDK’ê derfet neda wan ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û bû kelem li hemberî huner û çanda neteweke demokratîk. Bû asteng li pêşiya herikîna hunerke azad li Rojava. Herwiha di nav kar û xebatên me de me pirojeya Keziyên Sor jî, ji dîroka destpêkirina wê heya îro girt dest, di asta navneteweyî de jî hat belav kirin û li gor wê spasname jî hat dayîn ku tevî van şert û mercên zehmet pirojeyek bi vî rengî hat çîkirin. Ev yek jî vedgere keda bi sedan kes yên ku cihê xwe di nav de girtin. Her wiha gelek kilîp hatin çêkirin û tevlîbûna bernameyên TV yan çêbû, ji bo rojên taybet wek 27’ê Mijdarê, 15’ê Tebaxê, 8’ê Adarê, 4’ê Nîsanê ,21’ê Adarê kar û xebat hatin kirin. Li ser vî bingehî ev nêzî du sala ye kesên ku dihatin tevlî xebatên me dibûn, me bingehê ekademiyê ji wan re avadikir ku ev nêzî 6 sala ye me xebat dida meşandin ku ekademiyeke xweser were avakirin. Ev yek pêk hat û ekademî li bajarê Hesekê li ser asta cîhanê vebû û bidehan kes ji bajarê Qamişlo tevlî bû da ku bibin xwedî bawername û bikaribin xwe bêtir pêş bixin.”
Pirojeyên sala 2025’an
Rêvebera Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişlo Roken Mihemed axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Di sala 2025’an de em ê perwerdeyên xwe yên fikirî berdewam bikin, di 1 û 2’ê Adarê wê festîvala Huner û wêjeya Jin li darbikeve û wê Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê pê rabin. Hewildanên me hene ku em piyano, wênesazî û karê destan jî pêşbixin. Her wiha amadekarî ji bo rojên taybet wê werin kirin wek 8’ê Adarê, 21’ê Adarê, 15’ê Tebaxê, 27’ê Mijdarê û 4’ê Nîsanê. Meha Gulanê wê konfiransa 4’emîn a Hîlala Zêrîn wê li dar bikeve, ji niha ve wê komîte derkevin ji bo sererastkirina rêziknameyê û sererastkirina biryaran.”