Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Akademiya Civaka Demokiratîk; cihê xwenaskirin û zanistê ye

29/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Akademiya Civaka Demokiratîk; cihê xwenaskirin û zanistê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Di pêşxistin û rêxistina civakê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rola Akademeya Civaka Demokratîk sereke ye.  Dı anava salekê de 1500 kes tevlî perwerdeyên girtî yên Akademiya Civaka Demokratîk bûn, herwiha 200 kes jî tevlî perwerdeyên demkî û vekirî bûne.

Akademiya civaka demokiratîk di 6`ê miha 2013’an de hat vekirin. Kongireya yekemîn bi navê Nûrî Dêrsimî li bajarê Amûdê hat lidarxistin.Piştî konfiransa wê ya yekemîn navê wê hat guhertin û ji navnenda Nûrî Dêrsimî bû Akademiya ronakbîrî û ramanên azad. Piştre bi navê Akademiya Civaka Demokiratîk hat ragihandin û tespîtkirin. Şaxên akademiyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin.

Akademiya Civaka Demokiratîk ji dema damezrandina wê heya roja îro li ser bingeha civakeke exlaqî, siyasî û di bin diruşmeya ronîkirin û azadkirina civakê hatiye avakirin. Akademî bi perwerdekirin û avakirina kesayetên civakê hatiya avakirin. Li ser vê bingehê jî kar û xebatên ku akademî dide meşandin ew e ku tevahî civak, pêkhate, endam û kesayetên xwende û nexwende yên di nava civakê de di perwerdeyê re derbas bike û wan li ser remanê azad pêşbêxe. Herwiha zanebûn û perwerdekirin bingeha avakirina mirovan ne. Ji dema destpêkirina Şoreşa Rojava heta roja îro Akademiya Civaka Demokiratîk roleke pir girîng di nava civakê de lîstiye. Ev pêşketin jî bi çavan tên dîtin û di nava civakê de guhertinên ku hatine çêkirin di milê pêşxistina hizrê ku bi salan di serê civakê de hatibû rûniştin û guhertina wê pêkanîn. Hişmendî û fikirê netewperestî, olperestî, nijadperestî ewqas di nava civakê de hatiye rûniştin, bi saya Şoreşa Rojava ya ku li ser bingeha azadiyê hatiya avakirin, Akademiyên Civaka Demokiratîk dikarîbûn vê rolê bi awayekî serkeftî bilîze.

Armanca avakirina Akademiyên Civaka Demokratîk

Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinkirin û amadekirina gel ya Şerê Gelê Şoreşgeriy e. Ev akademî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine vekirin. Demên perwerde gorî derfetên ku rewşa herêmê tên guhertin. Bi vekirina akademiyan de, demên perwerde gor xweseriyên cih tên plansazîkirin. Ji bo rêxistinkirina hemberî hişmendiya mêrê serdest û xwe parastina her cûreyê tûndiyê perwerdeyên xweser tên vekirin. Zimanên perwerdeyê li gor pêkhateyên herêmê jiyan dikin tê xuyakirin.  Gorî hejmarên ne zelal 1500 kes di sala 2024‘an de perwerdeya akademiya Civaka Demokratîk yên girtî derçûn e. Di heman demê de, 200 kes jî perwerdeyên demkî û vekirî de derbas bûn e.  Kovara bi navê Akademiya Civaka Demokratîk her sal tê weşandin. Akademîyê de beşa lêkolîn û parastinê jî tê rêxistin kirin. Mijarên ku kovarê tên weşandin jî mijarên nîqaşên ku perwerdeya Civaka Demokratîk û pirsgirêkên rêxistin buyina civakê ye. Beşa lêkolînê jî, li ser jinên şoreşger û partiya netewperest ya BAAS’ê jî lekolînek stratejik hatkirin.

Xebatên Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Cizîrê

Di asta Kantona Cizîrê de Akademiya Şehîd Rûken bi 45 rojan perwerde dide şagirtan. Navenda perwerdê li bajarê Hesekê ye. Zimanê perwerdê yê resen Kurdî û Erebî ye. Li kampên koçberên Serêkaniyê (Waşokanî) jî 3 akademiyên Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin dike. Ev akademî bi navê Şehîd Ebd Remezan, Husam Selena û Şehîd Zêrîn xwe bi rêxistin dike. Perwerdeyên ku li wan beşan tên dayin perwerdeyên vekirîn e. Di akademiyan de jî perwerdeyên birdozî tê dayin. Di bajarê Dirbêsiyê akademiya Şehîd Berçem di heman bingehê de xwe rêxistin dike û şagirtan perwerde dike. demên perwerdeyên akademiya Şehîd Berçem 30 roj in. Perwerde bi vekirî û girtî gorî derfetan tên vekirin. Li bajarê Amûdê akademiya Şehîd Sûûd hey e. li wê derê demên perwerde destpêkê 45 roj bûn,  bi sedemên êrişên dewleta dagirkeriya Tirk demên perwerdê 25 rojan hatin diyarkirin. Perwerde ji bo gûndên derdorê Amûdê jî tên dayin. Ev perwerdeyên akademiya Şehîd Sûûd demkî yanî vekiriy e. li bajarê Qamişlo jî akademiya Şehîd Lokman di heman şêwazî perwerde tên dayin. Li Qamişlo jî perwerdeyên demkî tên dayin. Li vir jî du zimanan perwerde tên dîtin Kurdî û Erebî. Li Bajarê Qamişlo bi kelecanekê mezin perwerde tên dayin û di heman demê de tên rêxistin kirin. Li navçeya Tirbespiyê xebatên akademiya bi navê Şehîd Nejbîr xwe rêxistin dike, xebatên xwe di heman bingehê de dimeşîn e. Bajarê Dêrikê jî, akademiya Şehîd Xelil Dêrik heye. Li bajarê dêrikê jî perwerdeyên demkî, girtî û yên xweser jî tên dayin. Bajarên pêkhateyên Ereb tê de jiyan dikin weke Til Hemîs, bi navê akademiya Şehîd Rêzan xwe rêxistin dik e. perwerdeya bajorkê Til Hemîs zimanê Erebî tê dayin. Ev perwerde 30 rojan didom e. Bajarên weke Til Koçer, Cezaa, Hol jî di bin sîwana navende Til Hemîs perwerde li wan bajaran jî tên dayin. Li Cezaa akademiya bi navê Şehîd Mihemed Ebas, di heman demê de akademiya xweser ya ji bo jinên herêmê tê birêvebirin bi navê Rojbîn Ereb hatiye vekirin. Ev akademî pirsgrekên jin û civakê nîqaş û çareser dike.

Xebatên akademiya Civaka Demokratîk Kantona Firat

Li bajarê Reqa akademiya Eziz Ereb kar û xebatên perwerdeya desteyê dimeşîn e. Perwerde bajarê Reqa 2 mehan didome û girtî tên dayin. Akademiya bajarê Kobanê 2 beşan kar berdewam dike. Xebatên giştî bi navê Şehîd Herekol û yên xweser jî wek Şehîd Hêlîn xwe rêxistin dike, kar û xebatên perwerdê bi  awayekî serkeftî tê meşandin. ev perwerde jî bi şêwazeke demkî, vekirî tên dayin. Li wir jî ji ber êrişên dagirkeriya Tirk perwerde bi demkî tên dayin. Bajarê Minbicê akademiya Şehîd Ismaîl Mûsa bi rêxistinkirina civakê radib e. Akademiya Xweser ya bajarê Minbicê bi navê Şehîd Zîlan ku hijmarekî baş jin daye perwerde kirin. Li wir hem demkî û hem girtî perwerde tên vekirin. Bajarê  Dêrezorê perwerdeyên akademiyê bi navê Şehîd Merwan tên meşandin. Bajarê Tebqa akademiya Xalid Elewî heman kar û xebatan rêve dibe. Ev perwerde avakirinê jî tên dayin. Ev jî 1 meh perwerde dike û girtî tên meşandin. Li bajarên hatine dagirkirin weke Şehba bi navê Şehîd Polat li Helebê jî bin sîwana Meclîsa bajêr yê Helebê dihate meşandin.

Astengîyên pêşîya Akademiyên Civaka Demokratîk

Êrişên ku li ser herêmê tên kirin perwerdeyên akademiyê bandor dike. Ji ber ne xwendinê gelek caran lêkolîn kêm dimîne. Ji ber şerê taybet yên dewleta Tirk ya dagirker bandor li ser xebatên Akademiya Civaka Demokratîk jî dike. Akademiyê de gelek weşanxaneyên ku pirtûkên cuda nayên dîtin. Akademî ji bo rêk û pêk civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde bike xebatên xwe wê bi domîn e.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.